Piştî 6 salan li Qubeya Ezelî Cejna Cemayê hat pîrozkirin

Piştî 6 salan, îsal civaka Êzidî bi coşeke gelek mezin berê xwe da Qubeya Şê Şems (Qubeya Ezelî) û cejna Cemayê bi rê û resmên olî û gerandina dîlanê pîroz kir.

Şengal – hemû rê û resmên baweriya Êzidayetiyê, hêz, moral û wateya xwe ji avabûna xweza û mirovahiyê digrin. Lewma her guhetinek, her pêşketin û paşketinek di xweza, av û hewayê de, di baweriya Êzidayetiyê de xwedî cihekî watedar e. Cejna Cemayê jî xwe dispêre hem aliyên girêdayê demsalên salê hem jî parastin û ciwankirina ‘Qubeyan’ yanî cihên pîroz ên Êzidiyan.

Cema tê çi wateyê?

Li gorî zanayên Êzidiyan peyva Cemayê xwe dispêre koka peyva kombûyînê. Di esasê xwe de, xwe dispêra peyva Erebî ya Cemî ku bi kurmancî wateya wê kombûyîn e, ji ber ku di vê rojê de her kes li hev kom dibe. Ev cejn bi navê Cejna Cemayê ji dîrokê ve heya roja îro maye.

Ev cejn li hemû Qubeyên Êzidyan tê pîrozkirin û bi şeklekî weke xelek her hefte li Qubeyek tê pîrozkirin. Cejna Cemayê di meha Tebaxê de dest pê dike û di meha Cotmehê de bi dawî dibe. Tê gotin ku ev dem ji bo Cemayê hatiye hilbijartin ji ber ku Êzidî berê bi hejîr û dexlên havînê re gelek mijul dibûn lewma piştî komkirina hejîran, civaka Êzidî hemû kar û barê xwe ji bo pêşwazîkirina vê cejnê amade dikirin.

Ev cejn çima weke xelekek bi mehan dirêj dike?

Ji ber êrîş û fermanên ku li dijî baweriya Êzidyatiyê de hatine kirin, tiştên ji sedî sed der barê gelek tiştên girêdayê baweriya Êzidayatiyê de peyda nabin. Hemû tiştên ku îro tên gotin û tên kirin, sal bi sal, guh bi guh û lêv bi lêv bi her nifşê re hatiye ragihandin. Ji bo wê li gorî zanayên Êzidyan kesên lêkolîner û zana dibêjin ku ji ber zext û fermanên dixwestin bawerî, rê û resmên hemû Êzidiyan tune bikin û ji ber êrîşên bênavber di dîrokê de, civaka Êzidî nikaribû bi carekî ev cejn pîroz bike. Ji bo parastina xwe û baweriya xwe di dîrokê de biryar hat girtin ku her kes li qubeya xwedî wê ne, hefte bi hefte bê pîrozkirin.

Ji ber vê îro ev cejin bi şêwazekî du rojan, di roja Pênşemê û Înê de her hefte li Qubeyekî tê pîroz kirin. ji Qubeya Şerfedîn destpêdike heya bi Hecalî, Şêşemis û wekî din heya bi Laleşê bi dawî dibe. Cejna Cemayê ya Laleş ji 7 rojan pêk tê û civaka Êzidî weke Hecê jî bi nav dike.

Rê û resmên vê cejnê çi ne?

Di vê cejnê de hilêl tên siwarkirin û perî tên nûkirin, bi gotina civaka Êzidî tê ‘ciwankirin.’ Perî qumaşê ji rengê kesk, sor, zer û spî pêk tê. Perî di hundirê qubeyê de tên siwarkirin û her kes dema ziyaret dike daxwazek digre û girêkek li periyan dide.

Di roja yekem a Cemayê de her kes bi cil û bergên xwe yên esîl li hev kom dibin û bi gerandina dîlan û ziyaretkirina qubeyan roja xwe bi dawî dikin. Her wiha di vê cejnê de gelek xêr tên dayîn, ji hemû çînên civakê bê ferq û cudahî li hev kom dibin û dibin xwedî xêrek. Xwarin li her kesê tê belavkirin û ji bo kesên muhtac û belengaz jî alîkarî tê dayîn.

Ya herî balkêş ew e ku periyên nu di roja yekem de bi destên jinan bi ava bîra her qubeyek tên şûştin bi gotineke din tên ‘ciwankirin’ û dirûtin. Herî zêde tê tercîhkirin ku jinên nezewicandî periyan bi hev ve bidirûn. Vê yekê jî diyar dike ku di baweriya Êzidayatiyê de û di her rê û resmê de jin pêşeng in.

Di roja duyem de periyên nû yên ku hatine ciwankirin li şûna periyên din di hindirê qubeyê de tên siwarkirin. Yên ku perî siwar dikin kesên oldar û zanayên civaka Êzidî ne. Her wiha kî bixwaze dikare beşdar bibe.

Ev Cema her sal bi 2 rojên li pey hev bi siwarkirina periyan tê pîrozkirin her wiha her 7 yan jî 8 sal carekê li qubeyeke Cemayê ji 7 rojan pêk tê, ew jî dema qube hemû tê nûkirin, bi 7 rojan pîroz dikin. Yanî cihên ku qubeyê zerar dîtiye, ji hindir û derve bi gêçkirinê tê nûkirin.

Piştî 6 salan cema li Qubeya Ezelî hat pîrozkirin

Qubeya Şêşems a ku weke Qubeya Ezelî tê naskirin ji kevintirîn Qubeyên Êzidiydan a li Şengalê ye. Şêşems ji bo pênasekirina ‘xwedayê Rojê’ tê gotin. Yanî ev qubeya pîroz qubeya ‘xwedayê rojê’ ye. Lewma xwedî girîngiyeke gelek mezin e di nav civaka Êzidî de.

Weke hemû Qubeyan jî ev Qube di nav çiyayên Şengalê de ye. Li serê Çiyayê ku ev qube lê ye, kevirekî bi şeklê hespê heye. Beşekî ji civaka Êzidî dibêjin ku ev hespê Şêşems e û yên ku wê çiyayê hildikêşin û di binê wê hespê re derbas dibin çi daxwaz bikin pêk tê.

Herî dawî di sala 2016’an de Cema li vê Qubeyê hetibû pîrozkirin. Mucewir yanî kesên ku li Qubeyê dinêre û diparêze gotibû; “Ji ber êş û nexweşiyên civaka me pê re rû bi rû maye me 6 sal Cemayê li vê qubeyê pîroz nekir. Lê îsal me biryar da em Cejna Cemayê li Qubeya Şêşems pîroz bikin.”

Leyla Cefrî ya ji gundê Xanasorê hatibû cejna Cemayê li ber Qubeya Şêşems kêfxweşiya xwe anî ziman û got: “Em îro gelek kêfxweş in ku hatine li ber Qubeya xwe cejna Cemayê pîroz dikin. Ev rê û resmê me yê qedîm e me her parastî ye û em ê her biparêzin jî. Ez vê cejnê li her kesê pîroz dikim.”

Rê û resmên pîrozkirina Cejna Cemayê li seranserê Şengalê dest pê kiriye û wê heya meha Cotmehê berdewam bike.

SITÎ ROZ-NUJINHA

Show More
Back to top button