Jinên Şengalê serdana gorên şehîdan kirin  

Jinên Şengalê  Serdana Goristana Şehît Berxwedan û Şehît Dilgeş kirin. Dayikan gotin ev şehîd emanetê wan in

Her sal jinên Şengalê di salvegera vekişîna gerîla ya ji Şengalê de serdanan Goristana Şehît Berxwedan û Şehît Dilgeş dikin.Îsal jî ji Meclisa Jin a Komalgeha Dugurê jinan bi gulan serdana goristanê kirin.

Di sala 2018’an de li ser pîvana ku ger careke din li Şengalê hewildana fermanek nû yan jî êrişeke li bermberî civaka Êzidî hebe wê cardin gerîla li bember rawestin,  gerîlayên HPG’ê bi fermî xatirê xwe ji civaka Êzidî xwestin û çûn çiyayên Azad.

Dema gerîlayên HPG’ê berê xwe dan çiyayên azad ji civaka Êzidî û bi taybet dayikên Êzidî re rêhevalên xwe yên şehît emanet kirin.

Her sal dayikên Şengalê di demsala biharê de berê xwe didin Goristana Şehît Dilgeş û Şehît Berxwedan û Şehîdên berxwedanan Şengalê bibîrtînin û dilxweşiya xwe ya ji bo keda gerîla tînin ziman.

Îro jî jinên Şengalê yên Meclisa Jin a Komelgeha Dugurê berê xwe dan Goristana Şehîd Berxwedan û Şehît Dilgeş, li ser gorên şehîdan gul çandin û hestên xwe yên ji bo Rêber Rêber Ocalan û şervanên azadiyê re anîn ziman.

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) Dayê Edul Şemo bi van hevokan hestên xwe anî ziman: “Weke jinên Êzidî em îro hatine serdana Goristana Şehît Berxwedan û Şehît Dilgeş, em di şexsê tevahî şehîdên berxwedana Şengalê de tevahî şehîdên ji bo doza gelan têkoşîn kirin e bi bîr tînin û bejna xwe li ber malbatên wan ditewînin. Dema ku gerîla ji Şengalê derketî ev şehît teslîmê me kirin, ji bo wê hertim em di xweşî û nexweşiyan de berî hertiştî em serdana şehîtgeha xwe dikin. Ev gerîlayên ku li Şengalê Şehît ketin emanetê me dayikên Şengalê ne ji bo wê em weke dayik hemuyan bê ferq û cudatî weke zarokên xwe dibînin. Em tevahî gerîlaya silav dikin, wan di fermanê de em rizar kirin, em weke dayikên Şengalê serê wan çavên wan maç dikin û em ji wan re serkeftinê dixwazin. Em silavan li Serokê xwe dikin. Bi saya fikrê wî me xwe rizgar kir û em niha ser axa xwene. Em jî wê weke jinên Şengalê xwedî li keda şehît û şervanan derkevin.”

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Nurê Şengalî wiha got: “Bi saya fikrê Rêber Apo û şervanên wî em ji qirkirinê xelas kirin, ji bo wê her sal di salvegera paşde kişandina gerîla de ji ber wan Şehît emanetê me kirin, em jî ji bo wê serdana şehîdên xwe dikin û gulan li ser gorên wan diçînin.”

Rojews -Şengal

Show More
Back to top button