Êrîşên PDK û MÎT’ê yên li ser Şengalê

Şengal piştî ku ji çeteyên DAÎŞ'ê hate paqijkirin û xweserî lê misoger bû, di nava 6 salan de bi destê MÎT û îstîxbarata PDK'ê gelek êrîş lê hatin kirin. Berxwedana Şengalê û israra wê ya li ser xweseriyê dewam dike.

Piştî rizgarkirina civaka Êzidî ya ji Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an û ragihandina Rêveberiyên Xweser a Şengalê, hêzên Parastinê yên Şengalê YBŞ/YJŞ û Asayîşê û şûnde PDK û desthilata AKP-MHP’ê yên nekarîn bikevin herêmê û pîlanên xwe pêk bînin ji sala 2017’an û vir ve bi destê Parastin û MÎT’ê dest bi hedefkirina rêveber û berpirsên civaka Êzidî kirine ku ew ji fermanê rizgarkirin.

Herî dawî di du êrîşên 27’ê Sibatê û 1’ê Adarê de ji Fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko (Seed Elî Bedel) û Agir Cefrî (Xeyrî Xidir Xelef) û ji Rêveberiya Asayîşa Êzidxanê Şerzad Şemo Qasim şehîd bûn.

Êrîşên tinekirian civaka Êzidî ya Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a çeteyên DAÎŞ’ê ya li Şengalê bi destê dewleta Tirk û PDK’ê didomin.

2017: ÊRÎŞA EWIL A PDK’Ê

PDK’ê di 3’ê Adara 2017’an de çeteyên bi navê ‘Roj’ şandibû ser bajaroka Xanesor a Şengalê. Di vê êrîşê de endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Nazê Nayif, 7 şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Hêzên Parastina Gel (HPG) şehîd bûn. Her wiha di vê êrîşê de nûnera Çapemeniya Azad rojnamevan Nûjiyan Erhan ku Komkujiya Şengalê ji hemû cîhanê re ragihandibû bi giranî birîndar bû û di 22’ê Adarê de şehîd bû.

Şengal 170 kîlometreyan dûrî Tirkiyeyê ye. 25’ê Nîsana 2017’an yekemîn êrîşa hewayî ya dewleta Tirkiyeyê li dijî Şengalê pêk hat. Di êrîşa li ser Şengalê de sivîlek şehîd bû û şervanek YBŞ’ê jî birîndar bû. Her wiha avahiya Radyoya Çira bi temamî hilweşiya û parka bajêr jî zirareke mezin dît. Di heman rojê de êrîşî navenda Fermandariya Giştî ya YPG’ê ya li Çiyayê Qereçox a Rojavayê Kurdistanê kir û 20 şervanên YPG û YPJ’ê qetil kiribû.

2018: PÊŞENG MAM ZEKÎ KIRIN HEDEF Û ÊRÎŞ BERFIREH KIRIN

Di 15’ê Tebaxa 2018’an de dema endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî ku di 15’ê Tebaxa 2018’an de ji merasîma bîranîna şehîdên Komkujiya Koço ya li herêma Geliyê Şîlo vegeriya, bû hedefa dronên Tirkiye. Mam Zekî û Şervanê YBŞ’ê Mahîr Serhed şehîd bûn.

2019: BI BALAFIR Û DRONEYAN LÊ DAN

Di 13’ê Kanûna 2019’an de 3 karkerên ku ji bo kolandina bîrê ji Kobanê hatibûn Şengalê, bûn qurbaniyên êrîşa hewayî.

Di Mijdara 2019’an de bi droneyên bi çek êrîşî bajarokê Xanesorê kiribûm. Di vê êrîşê de 6 şervanên YBŞ’ê şehîd bûn.

2020: KAMPÊN ÊZDIYAN BÛN HEDEFA ÊRÎŞAN

15’ê Çileya 2020’an saet 10:30’an li gundê Digur ê navçeya Sinûnê ya Şengalê, li Fermandarê Giştî yê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî da. Di vê êrîşê de Zerdeşt Şengalî û şervanên YBŞ’ê Şervan Cilo û Êzdîn Şengalî şehîd bûn û kesek jî birîndar bû.

15’ê Hezîrana 2020’an a li dijî Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û Herêmên Parastinê yên Medyayê, nexweşxaneyek gundê Serdeşt û hin cihên Çiyayê Şengalê hatin bombekirin.

30’ê Hezîrana 2020’an Êzidiyên li Wargeha Serdeştê ku ji Komkujiya Şengalê rizgar bûbûn, li Çiyayê Şengalê bicih bûbûn, bûn hedefa êrîşan.

23-25’ê Tebaxa 2020’an bi êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê re gelek nuqteyên Çiyayê Şengalê careke din hatin bombekirin. Êrîş heta 26’ê Tebaxê jî domiya.

Di êrîşa 26’ê Tabaxa 2020’ê ya li gundê Behrava yê Xanesorê dronên biçek li wesayîtekê dan û du kes şehîd bûn. Di êrîşa li gundê Barê de tiştek bi kesî nehat.

9’ê Mijdarê Gundê Barê dîsa bû hedefa dronên tirkiye, şervaneke YBŞ’ê şehîd û 2 kes jî birîndar bûn.

2021: PÊŞENGÊ CIAKA ÊZIDÎ SEÎD HESEN NEFRET QETILKIRIN

16’ê Tebaxa 2021’an danê nîvro wesayîta Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen Seîd li bazara kevn a navenda bajarê Şengalê kir hedef. Di vê êrîşê de Seîd Hesen Seîd û biraziyê wî yê şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda şehîd bûn û 3 kes jî birîndar bûn.

17’ê Tebaxa 2021’ê dewleta Tirk bombe li nexweşxaneke sivîlan a li gundê Sikiniyê barand. Di vê êrîşê de 8 kes şehîd bûn. Nexweşxane bi temamî hilweşiya.

7’ê Kanûna 2021’an li wesayîta Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Merwan Bedel nefret teqandin. Di vê êrîşê de Mervan Bedel şehîd bû û 2 zarokên wî yên di wesayîtê de jî birîndar bûn.

11’ê Kanûna 2021’ê avahiya Meclîsa Gel a navçeya Xanesor a Şengalê hate bombekirin û di encamê de xisar li avahiyê bû.

2022: BÊ NAVBER BOMBERDÛMAN 

21’ê Çileya 2022’an li Geliyê Şîlo yê Şengalê bi dronên biçek li wesayîtekê da. Yek ji fermandarên YBŞ’ê Azad Êzdîn û şervanê YBŞ’ê Enwer Tolhildan şehîd bûn.

1’ê Sibatê saet 22.00’an balafirên şer li herêmên Amûd û Çilmera ku cihên stratejîk ên Çiyayê Şengalê ne, bomberdûman kirin. Di vê êrîşa hewayî de ya ku nêzî 5 saetan dom kir, tiştek bi kesî nehat.

Di 15’ê Hezîrana 2022’an mayîna ku li avahiya Meclîsa Gel a navçeya Sinûnê ya Şengalê hatibû bicihkirin hate teqandin û di encamê de Xidir Şivan Naso û Selah Naso yê 12 salî şehîd bû û 8 kes jî birîndar bûn.

2’yê Gulana 20222an hêzên Iraqê li ser fermana Serokwezîrê Iraqê Mûstefa El Kazimî hewl dan bikevin Şengalê û êrîşî Navenda Asayîşa Şengalê û gundê Digurê yên Sinûnê. Di encama berxwedana şervanên YBŞ/YJŞ û Hêzên Asayîşê de hêzên Iraqî vekişiyan. Di vê berxwedanê de şervanê YBŞ’ê Şervan Êzîdxan û şervana YJŞ’ê Feraşîn Şengalî şehîd bûn.

29’ê Tebaxa 2022’an dronên artêşa Tirk di navbera navçeya Xanesorê û gundê Barê de li wesayîteke ku 2 şervanên YBŞ’ê têde bûn, da. 2 şervan birîndar bûn.

11’ê Îlonê li gundê Behrewa yê Xanesorê li wesayîteke hêzên YBŞ’ê dan; di vê êrîşê de tiştekî bi kesî nehat.

26’ê Îlona 2022’an bajarokê Til Ezêr bû hedefa êrîşên tiştek bi kesê nehat.

6’ê Cotmeha 2022’an dîsa Kampa Serdeşt bû hedefa êrîşan tiştke bi kesê nehat.

28’ê Cotmeha 2022’an wesayîteke sivîl a li nêzî navenda Cidal a Şengalê hate xistin. Tiştek bi kesê nehat.

29’ê Cotmeha 2022’an maleke li bajarokê Xanesorê hate bombekirin. Di van êrîşan de tiştek bi kesî nehat.

1’ê Mijdara 2022’an dewleta Tirk li Qubeya Hesin Meman ku yek ji îbadetxaneya gelê Êzidî ya li navenda bajarê Şengalê ye kir hedef. Di vê êrîşê de tiştek bi kesî nehat lê xisar gihişt qubeyê.

3’yê Mijdara 2022’an artêşa Tirk li taxa El Nasir ku yek ji taxên herî kevnar ku gerîlayê HPG’ê û şervanên YBŞ’ê 11 mehan li ber xwe dan êrîşî wesayîtek kirin û di vê êrîşê de sivîlê bi navê Mihsîn Şemo şehîd bû, jinek jî birîndar bû.

2023: ZAROKÊN PÊŞENG ÊN ÊZÎDXANÊ QETIL DIKIN

Di 27’ê Çileya 2023’an di saet 11.35’an de dewleta faşîst a Tirk bi balafirên bê mirov û bi çek li wesayîtekê da. Di encama vê de du fermandarên YBŞ’ê yên bi navê Şehîd Pîr Çeko (Seed Elî Bedel) û Agir Cefrî (Xeyrî Xidir Xelef) şehîd û şervanek jî birîndar bû.

Herî dawî 1’ê Adara 2023’an li navenda Şengalê wesayîteke ya hêzên asayîşê hate hedefkirin. Di êrîşê de ji Rêveberiya Asayîşa Êzidxanê Şerzad Şemo Qasim şehîd bû.

LI DIJÎ SÎXÛRAN ‘OPERASYONA TOLHILDANÊ’

Yekîneyên Taybet ên YBŞ’ê û Hêzên Ewlekariyê yên Şengalê bi hevbeşî 24’ê Sibata 2023’an li dijî sîxûran li Şengalê dest bi ‘Operasyona Tolhildanê’ kiribû û di encamê de toreke ya sîxûrên bi hevkariya PDK’ê û MÎT’ê kar dikirin zeft kirin û mukurhatinên wan jî belav kiribû. Di vê operasyonê de du sîxûrên bi navê Seed Casim Mirad û Selah Berces hatibûn girtin.

YBŞ: LI KU DERÊ BIN TEQEZ EM Ê HESAB JÊ BIXWAZIN

YBŞ’ê li ser ‘Operasyona Tolhildanê’ ya li dijî sîxuran daxuyanî dabû gotibû: “Armanc ji tevna sîxuriyê têkbirina nirxên civakê ye. Sîxur û noker li kûderê dibin bila bibin, wê teqez hesab ji wan bê xwestin.”

ANF

Show More
Back to top button