Jinên Êzidî mohra xwe li bin destpêkeke din dan: Hilêla Xatûna Ferxa rakirin

Jinên Êzidî îro mohra xwe li bin destpêkeke din dan û ji bo cara yekemîn Hilêla qûba Xatûna Fexra rakirin. Li cimaya Xatûna Fexra ku piştî fermanê cara yekemîne bi pêşengiya TAJÊ birêve çû rastî eleqeyeke mezin ya jinan û xelkê Şengalê hat. Dayîk bi tilîlî û coşeke mezin Hilêl siwar kirin. Ev jî bû destpêkek ji bo jinên Êzidî jî merasîmên olî bigerînin.

Qurbaniyên herî mezin yên fermanan û bi taybet jî fermana 2014’an ku jin bûn, bi berxwedana ku nîşan dan û xwe rêxistinkirina di her qadê de mohra xwe li bin gelek destpêkan jî dixin. Ji bo parastina bîr û baweriya Êzdayetiyê, ji bo vegera li koka Êzdayetiyê ku jinê pîroz dibîne û kevirê bingehîn yê civakê tê dîtin, çand û pîroziyên Êzidxanê jî bi destê jinan tê parastin. Bi têkoşîna xwe di warê merasîmên olî de jî astengiyên li pêşiya xwe ji holê radikin. Di dîroka Şengalê de cara yekeme ku jin Hîlêla Qûbeyekî rakirin û karê ciwankirina qûbeyekî girtin ser xwe. Jinên Êzidî qûbeya Xatûna Fexra di cimayiya îsal de ciwan kirin, Hilêl rakirin û pêşwazî li gel kirin.

Heya niha merasîmên olî tenê ji aliyê mêran ve dihate rêvebirin, lê vê carê jin bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) gavek nû avêtin û pêşengiyê ji rê û resmekî Êzdayetiyê re kirin, Hilêla û Qûbeya Xatûna Fexra rakirin.

Ji fermana 3’yê Tebaxê ve cara yekemîne cimaya Qûba Xwedawenda Jin Xatûna Fexra hate pîrozkirin û ya herî balkêş jî Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) pêşengiyê jêre kir.

Duh Qûba Xatûna Fexra hate ciwankirin (nûkirin), govend hate gerandin û bi hezaran kes ji çar aliyên Şengalê serdana Qûbê kirin. Ji ber piştî fermanê heya niha kes li Qûba Xatûna Fexra kom nebûbû, cara yekem bû wê ji Hilêla û Perî radikirin, xelk bi coş û heyecaneke mezin beşdarbûn û rastî eleqeyeke zêde hat.

Hilêl ji aliyê sê dayîkên Şengalê Dayê Kinê, Dayê Xensê û Dayê Xoxê ve hate rakirin û bi taybet jinên Êzidî bi vê gava nû ya ji aliyê TAJÊ ve hate avêtin kêfxweş bû.

Piştî rakirina Hilêla û Periyê cejna cimaya, bi tililiyên dayîkan û beytên olî bidawî bû.

Xatûna Fexra kî ye?

Xatûna Fexra weke xwedawendeke Êzidiyan tê qebûlkirin û jinên Êzidî xwe weke şopdarên wê dibînin. Xatûna Fexra di nava qewil û beytên olî yên Êzdayetiyê de cih digire û bi taybet jî Qûba Xatûna Fexra weke perestgeheke (mezargeh) weke ji jinên Êzidî. Jinên Êzidî ji bo daxwazên wan pêk werin û bigihijin mirada xwe, serdana vir dikin.

Dûaya ku ji bo Xatûna Fexra tê kirin wiha ye;

Ya Xatûna Fexra, bidî xatirê navê Xwedê û Şîxadî!

Xatûna Fexra, tu werî hewar û gazîya me!

Ya Xatûna Fexra, herî hewara jinê bi hal!

Ya Xatûna Fexra, herî hewara jin, û zarok û tifalan!

Ya Xatûna Fexra, derî li ber me veke!

Ya Xatûna Fexra, tu me ji derê teng derxî!

Ya Xatûna Fexra, tu zarokêt me xweyîkî!

Ya sitî Xatûn, tu îmana me qayîmkî!

Me xwe avêtîye ber te, tu duayêd me qebûl kî!”

Îro careka din jinên Êzidî bi van hêviyan berê xwe dan ber mizargehê û beşdarî merasîmen olî bûn.

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ-ŞENGA

Show More
Back to top button