Parlamenterê Iraqê: PDK û Emerîka hewl didin li Nînovayê aramiyê xirab bikin

Parlamenterê Iraqê diyarkir ku bi nêzîkbûna hilbijartinên encûmenên parêzgehan re, PDK hewl dide vegere Şengalê, lê pêkhateyên herêmê vegera PDK’ê ya ji bo Şengalê qebûl nakin, ji bo wê jî dibe ku PDK û Emerîka aramiya li herêmê têk bidin.

Seed Qedo behsa hilbijartinên encûmenên parêzgehan û hewldanên vegera PDK’ê ya ji bo Şengalê kir; “Bi nêzîkbûna hilbijartinên encûmenên parêzgehan re, PDK ya ku di dema DAIŞ’ê de Şengalê bich hiştî, hewl dide vegera Şengalê. Lê pêkhateyên Şengalê vegera PDK’ê qebûl nakin, ji bo vê dibe ku li herêmê alozî çêbibe. Bi salane pêkhateyên Êzidî, Şebek û Tirkmen li Deşta Nînovayê jiyan dikin û di rewşek giran re derbas bûn. Niha pêkhateyên Nînovayê vegera PDK’ê ya ji bo herêmê qebûl nakin, ji ber ku ji bîr nekirine, çawa hêzên PDK’ê di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê de, ji Şengal û herêmê vekişiyan.”

Parlamenter Seedo di dewama axaftina xwe de got; “Li gorî min di nava çend mehên pêşiya me de, wê PDK û hevpeymanên Emerîkayê rewşek aloz ya ewlekarî û siyasî li herêmê ava bikin. Armanca wan tenê tevlîhevkirina aramiya herêmê ye, ji ber ku demek dirêje xelkê herêmê bi aramî jiyan dikin. Lê ev aramî xizmeta Emerîka nake, ji ber vê jî dibe ku rewşa li herêmê têk bidin.”

MUSIL-ROJNEWS

Show More
Back to top button