Viyan Dexîl nûçeyên PDK’ê yên ser şewitandina mizgefta Şengalê red kir

Berdevka Fraksiyona PDK'ê ya li Parlamentoya Iraqê Viyan Dexîl nûçeyên PDK'ê yên ku dibêjin Mizgefta Rehman ji aliyê Êzidiyan ve li Şengalê hatiye şewitandin derewand û got: "Piştî sala 2015, di çarçoveya rizgarkirina Şengalê de, kesê dest li vê mizgeftê neda û mizgeft di nava projeya nûjenkirinê de bû."

Berdevka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Parlamentoya Iraqê Viyan Dexîl ragihand ku Mizgefta Rehman baregeha sereke ya DAIŞ’ê bû, hejmarek zêde Êzidî li wir hatine darvekirin ku bîranên wan yên nexweş li wir hene.

Her wiha diyar kir ku piştî sala 2015’an rizgarkirina Şengalê û şûnde kesê dest li vê Mizgeftê neda, ya ku rudayî encama provakasyonên Erebên Sunne bû û wiha got: “Buyera rûdayî tenê kevir avêtinek navbera her du aliyan de bû, ji beriya wê mizgeft di nava projeya nûjenkirinê de bû.”

Di 27’ê Nîsanê, heman demê xwepêşandana Êzidiyan ya dijî vegerandina ew kesên ku destê wan di nava xwîna hezaran Êzidiyan de hebûn û hevkarên DAIŞ’ê bûn li Şengalê, medya PDK’ê nûçeya êrişkirina ser Mizgefta Rehman û şewitandina wê belav kir.

Piştî çend saetan li ser nûçeya PDK’ê ya tometbarkirina Êzidiyan li ser êrişakirina ser Mizgefta Rehman, xelkê Şengalê nûçeyê derewand û rojnamevan Şivan Herkî di rûpela xwe ya facebook’ê de ragihand ku ew wêne û dîmenên hatine belavkirin yên sala 2016’an in ku wê demê DAIŞ’ê mizgeft şewitandibû.

Hêjayî gotinê ye ku di 27’ê Nîsanê Hêzên Emin-El Wetenî (Asayîşa Nîştîmanî) û Artêşa Iraqê beşek malbatên ji pêkhateya Erebên Sûnene ku beriya fermanê li Şengalêbûn vegerandine Şengalê û biryare bi giştî 30 malbat vegerînin. Lê derket ku di nava wan malbatan de hinek kesên li dijî Êzidiyan di dema fermanê de alîkarî dane çeteyên DAIŞ’ê jî hene. Berê jî çend caran Iraq hewldabû van malbatan vegerînin Şengalê, lê rastî nerazîbûnên tund yên civaka Êzidî hatibûn û vegera wan hatibû rawestandin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN-ROJNEWS

Show More
Back to top button