Xelkê me ber bi Şengalê ve herikî

İro xelkê me ber bi Şengalê ve herikî û berteka xwe li hemberî peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera hewler û bexdayê de hatiye imze kirin cardin nîşan da

Hikûmeta Federal a Iraqê li ser zextên Tirkiye û PDK’ê careke din, cardin gef li Şengalê xwarîbû û ragihandîbu ku, divê hêzên parastina Şengalê di nava 24 saetan de ji Şengalê derkevin. Gotîbûn heger asayîş nokta xwe vale neke yê êrîş bikin.

Di serê sibehê ve bi konvoyên dom û dirêj bi sedan seyare tijî bi xelkê me berê xwe dan Şengalê.

hate hînbûn ku seytereyên Artêşa Iraqê, destûr nedan gel ji gund û navçeyan derbasê navenda Şengalê bibin. Li gora xebatkarên radyoya dengê çira şengalê jî ji navenda mere ragihandiye taybet jî seytereya artêşa iraqê ya li Tilizêrê xelkê me daye sekinandin, alozî derxistiye û di encamê de jinek çalakger bi kevir birîndar bûye. Ji ber nerazîbûnên xelkê me û hewildana derbaskirina barîkata wan daniye hêzên Iraqê ji bo tirsandina gel gule berdane hewayê.

Di van kêliyan de Rewşeke aloz li Şengalê serwer e. Xelkê me li derdorê asayîşa Şengalê jî kombûne. Xelkê me bi biryare ku destkeftiyên xwe biparêze û pêşî li fermanên nû bigre.

Li ser wê bingehê ev 100 rojin çalakiya “em hemû asayîşin” jî wek konê berxwedanê berdewam dike.

Xelkê dibêje heya daxwazên me pêk neyê emê dev ji van daxwazên xwe yê meşrû bernedin.

FOTO: NEFEL ŞİNGALÎ-ÇİRA FM

Show More
Back to top button