Li Şengalê du demsal hev himbêz dikin

Li Şengalê hîna demsala  Biharê bi dawî nebuye, lê li hin cihan jî welatiyan dest bi dirûna berhemê ceh kiriye. Ev di demekê de ye piştî dû salên hişk îsal berhemek baş yê dexlûdan çêbûye.

Li Şengalê demsala Bihar û Havînê hev himbêz dikin, li milekî Biharekî rengîn heye  û li milê din xelkê dest bi hilgirtina berhemên xwe ên ceh kirine.

Li Herêma başûrê çiyayê Şengalê êdî  xelk pêşwaziya Havînê dike û ji nihade  dest bi hilgirtina berhemên xwe ên ceh kirine. Lê li herêmên bakûrê Şengalê hîna rengîniya Biharê maye û gel di hewaya biharê de jiyan dike.

Her çiqasî di aliyê Başûrê Şengalê pileyên germahiyê ji milê bakûrê Şengalê zêdetir jî bin, li gor xelkê Şengalê dane diyakrikirin  bi dehên salaye, havîn û bihar rastî hev nehatiye.

Duh Xelkê  navçeya Tilezêr a Şengalê dest bi hilgirtina berhemên xwe yên ceh kirin, ji ber ku êdî dema hilgirtina berheman hatiye.

Mam Qulo jî dest bi cohtkirina nav rezên xwe dikir giya ji nava wan radikir,  Mam Qûlo da diyakirin  ku dema buhar rengîn  be û giya gelek hebe ew, bi dewaran dest cotkirina  nava rezên xwe dikin û ev kar jî di Biharê de tê kirin.  Qulo got, ji ber îsal bihar pir xweş bûye em jî li nava rezên xwe digerin û giya ji nava wan radikin.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button