Fermana 3’yê Tebaxê bi meşeke 7 kîlometreyî hat şermezarkirin  

Bi sedan ciwanên Şengalê bi minasebeta salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an meşek dirêj ku 7 kilometre dom kir, lidar xist û ferman û xiyanet şermezar kir.

Meşa ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yeketiya Jinên Ciwan ên Êzidî  hat organîzekirin, duh êvarê ji Baxçeyê Serokatî yê li Geliyê Kersê destpê kir.

Bi sedan ciwanên Êzidî yên ji gund û navçeyên Şengalê hatibûn, wêneyên dema fermanê , posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YBŞ û YJŞ’ê bilind kirin û ber bi bajaroka Sinunê ve meşiyan. Di meşa ku nêzî 7 kîlometreyan dom kir de bênavber dirûşmeyên wekî, “Bimre xiyanet”, “Bijî berxwedan Şengalê” hatin berzkirin. Piştî meşa ku li Çerxerêya Sinûnê bidawî bû, li ser navê Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Jinên Ciwan ên Êzidî daxuiyanî hate dan.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Xanim Şengalî ve hate xwedin de, fermana 3’ê Tebaxa 2014’an hate şermazkirin û wiha hat gotin:

“Di serî de em tevahî şehidên xwe yên qehreman ku canê xwe feda kirine û ji me re bune minak bi rêzdarî bibîr tînîn. Wekî tê zanîn em di salvegera 7’emîn a Fermana 74’an de ne ku bi destê çeteyên DAIŞ’ê pêk hatiye. Li hemberî vê komkujî û hovîtiyê dinya hemû kerr, kor û lal ma. Bi deh hezaran xelkê me hatin revandin, kuştin, serjêkirin, şewitandin, di gorên komî de hatin binaxkirin, li pêş çavên dinyayê keç û jinên Êzîdî li bazaran hatin firotin. Vê bêdengiya ku tê wateya şîrîkiya hovitiyê, di nav dilê civaka me de birînek vekiriye.

Dema DAIŞ êriş kir, hem pêşmerge hem jî arteşa Iraqê li pişt xwe nenêrîn baz dan. Tenê gerîlayên HPG ku bi felsefeya Rêber Apo xwe xemilandine, hatin hewara civaka Êzîdî û ji fermanê rizgar kirin. Gerilla ne tenê pêşiya fermanê girt, azadiya Şengalê jî pêk anî. Gerîlayên HPG’ê hişt ku civaka Êzîdî bi ewle vegere ser axa xwe. Pêşengî kir ku civaka me xwedî hêz be. Bi paradigmaya Serok Apo civaka Êzidî bû xwedî irade û hêz. Êzidî îro bi rêxistinbûna xwe bersiv didin dijminan lîstokên wan vala derdixine.

Em baş dizanin ku çeteyê DAIŞ’ê bi destê Dewleta Tirk a faşîst û hevkarên wê hatiye avakirin. Her çiqasî DAIŞ bi fizikî ji Şengalê hatibe derxistin jî, em îro bi êrîşên wan re rû bi rû ne. Her roj ser ser^d me balafirên casusî digerin. axa pîroz bombebaran dikin. Peymana 9’ê Cotmehê jî berdewama fermanê ye û dixwazin fermanek nû pêş bixin. Tiştên ku nekarîn bi destê DAIŞ’ê bikin, dixwazin bi rengekî cuda bikin.

Em wek Yekîtiya Ciwanên Êzîdî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzîdî lîstok û fenên van hezên qirêj baş dizanin. Çawa şehidên me yên qehreman ji bo axa me ya pîroz canê xwe kirin mertal, emê jî têkoşîn bikin, bersiva her cure êrîşan bidin. Em ji bo her erkek û berxwedanê, parastina civaka xwe amade ne. Em bang li gelê xwe û ciwanên Ezidxanê dikin ku di salvegera fermana 3’yê Tebaxê de li derdora YCE/YJCE’ê kom bibin û azadiya Şengalê mîsoger bikin.”

Piştî daxuyanyê çalakî bi dirûşmeyên, “Bê serok jiyan nabe”, “Şehîd namirin” bidawî bû

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button