‘Xweserî’ û ‘Parastin’ xalên sereke yên bernameya hilbijartinê ya PADÊ ye

PADÊ ku bi Semîr Dewrêş tevlî hilbijartinên parlementoyê ya Iraqê dibe, bernameya wê ji 10 xalên sereke pêktê û xala sereke jî mîsogerkirina mafê ‘Xweseri’yê ji bo Şengalê û civaka Êzîdiyan e.

Wê 10’ê meha 10 hilbijartinên pêşwext yên parlementoya Iraqê pêk werin. PADÊ jî wê ji bo cara duyem bi awayeke fermî tevlî hilbijartinên Iraqê bibe. Di encama nêrîna hevpar a gelê Şengalê û saziyên Rêveberiya Xweser de Şêx Semîr Dewrêş weke namzet hate diyar kirin.  Ji niha ve xebateke berfireh a ji bo danasîna bernameya hilbijartinê ya PADÊ li Şengalê destpêkiriye. Di vê çarçoveyê de 10 xalên sereke yên bernameya hilbijartinê ji hate eşkere kirin. Di bernameyê de bi taybet xalên wekî, “mîsogerkirina mafê xweseriyê ji bo Şengalê, naskirina mafê xweparastinê ji bo Êzîdiyan, vegera koçberan û ji nûve avakirina Şengalê” derdikevin pêş.

10 xalên bernameya hilbijartinê ya PADÊ wiha ye;

 

  • Ji bo Şengal di nava dewleta Federal a Iraqê de bibe herêmeke ‘Xweser’ kar were kirin.
  • Ji bo fermana di 3’yê Tebaxa 2014’an de bi ser Êzîdiyan de hat, weke qirkirin (Jenosîd) were naskirin û berpirsên bûne sedema fermanê werin dadgehkirin û cezakirin, kar meşandin.
  • Şengal weke herêmeke ‘Xweser’ bibe xwedî hêza xwe ya parastinê.
  • Ji bo Êzîdiyên di dema fermanê de dîl ketine destê DAIŞ’ê werin vegerandin û paşeroja wan kar were meşandin.
  • Ji bo vegera koçberan a li herêmê şert û mercên pêwîst werin avakirin û derfetên xizmetgûzariyê werin zêdekirin.
  • Destekê dide pêwîstî û mafên jin û ciwanan. Her wiha piştgiriyê dide xebatên çapemenî û ragihandina azad.
  • Misogerkirina mafên malbatên şehîdan û kesên ji destê DAIŞ’ê zirar dîtine.
  • Alîkarîdayîna kesên ku ji destê DAIŞ’ê rizgarbûne û ji operasyonên leşkerî zirar dîtine.
  • Li her deverên ku Êzîdî lê dijîn, bi armanca çareserkirina pirsgirêkên ku gel dijîn, ofîs werin vekirin û derfetên çareseriyê afirandin.
  • Her cûre planên weke hevpeymana 9’ê cotmehê ku li derveyî îradeya gelên Şengalê hatine çêkirin, red dike.

ROJNEWS- ÊZDÎN ŞENGALΠ

Show More
Back to top button