YBŞ’ê nasnameya 3 şehîdên êrişa dewelta Tirk eşkere kir  

Fermandariya YBŞ’ê bi daxuyiyekê nasnameya 3 fermandarên xwe yên di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li Serdeştê de şehîdbûbûn eşkere kir û wiha got: “Di serî de malbatên hevalên me Dîndar Avesta, Pîran Pîr û Çiya Feqîr, sersaxiyê ji hemû gelê Şengalê re dixwazin, soz didin ku emê bîranîna wan di têkoşîna Şengala xweser û azad de mezin bikin û bi serkeftinê tacîdar bikin.”

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) têkildarî nasnameya sê fermandarên Êzidî yên ku di êrişa duh ya li Serdeşt a Şengalê de şehîdbûbûn, daxuyaniyeke weşand.

Fermandariya YBŞ’ê di serî de sersaxî ji malbatên şehîdên Êzidxanê re xwest û wiha got: “Di serî de malbatên hevalên me Dîndar Avesta, Pîran Pîr û Çiya Feqîr, em sersaxiyê ji hemû gelê Şengalê re dixwazin, her wiha em soz didin ku emê bîranîna wan di têkoşîna Şengala xweser û azad de mezin bikin û bi serkeftinê tacîdar bikin.”

Di daxuyaniya fermandariya YBŞ’ê de hate ragihandin ku di encama êrişa duh  a di saet 13:50’an ya li Serdeşta çiyayê Şengalê de sê fermandarên wan yên bi navê Dîndar Avesta, Pîran Pîr û Çiya Feqîr şehîdbûne.

Nasnameya şehîdan wiha ye;

Dîndar Avesta

(Xalid Reşo Qasim)

Navê Dayikê: Delal

Navê Bav: Reşo Qasim

Ji dayikbûn: 1997-Sîba Şêx Xidir

Beşdarbûn: 2014-Dêrik

Cih û Dîroka Şehadetê: 17.09.2023-Serdeşt

‘Hevalê Dîndar di nava koma îdeolojîk a YBŞ’ê de û avabûna wê de cih girt’

Şehîd Dîndar Avesta di avabûna YBŞ’ê de cih girtiye. Hevalê Dîndar Avesta yek ji wan heval û fermandaran e ku ji pêvajoya avabûna YBŞ’ê û heya roja me ya îro di refên YBŞ’ê de cih girtiye. Hevalê Dîndar di nav koma îdeolojîk a YBŞ’ê de cih girtiye û ji rêxistinbûna destpêkê heya kûrbûna îdeolojîk û pêşketina leşkerî, di hemû qadan de bûye xwedî kedeke mezin, bûye fermandarekî pêşeng.

‘Ji bo azadiya Şengalê di refên herî pêş de cih girt’

Bi kesayeta xwe ya kedkar û avaker, ji destpêka fermanê ve ji bo azadiya Şengalê û gelê me di refên pêş de cih girtiye, bi fedekariyeke mezin û bi awayeke çalak tevlî hemû xebatan bûye. Rêhevalê me Dîndar ji roja destpêkê heya roja şehadeta xwe bi kesayeta xwe ya dilnizm, bi keda xwe ya bêhesab di nav rêhevalên xwe de hatiye hezkirin û bûye yek ji fermandarên ku ji hevalên xwe re bûye çavkaniya coş û moralê. Di heman demê de ji aliyê taktîka leşkerî ve taybetmendiyên fermandariya xwe xurt kiriye, ji bo aramî û ewlehiya Şengalê, di têkoşîna xweseriya Şengalê de bi xebata xwe ya çalak bûye fermandarekî pêşeng.

‘Di şikestina DAIŞ’ê de bû xwedî rol û kedeke mezin’

Dema çeteyên hov ên DAIŞ’ê ku dijminê mirovahiyê ne bi destê dewleta Tirk a faşîst-dagirker ve hatin rêxistinkirin, hevalê Dîndar yek ji wan rêhevalan bû ku xwe bi çek kir û di nav refên YBŞ’ê de xwe birêxistin kir. Hevalê Dîndar her dem di eniya herî pêş de têkoşîneke çalak kiriye û di têkşikestina DAIŞ’ê de bûye xwedî rol û kedeke mezin. Di pêşxistina taktîka leşkerî de ku rê li ber şikestina DAIŞ’ê vekir xwedî roleke girîng bû. Piştî ku Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin, rêhevalê me Dîndar di têkoşîna xweseriya Şengalê de, di pêşxistina aramî û ewlehiya Şengalê de bi awayeke çalak cihê xwe girt. Hevalê Dîndar hemû erk û berpirsyariyên ku ketiye ser milê wî bi dil û can bicih anîye, bi coş û baweriya roja destpêkê her dem di eniya pêş de têkoşîna xwe bilind kiriye.

‘Tevlî pêngava rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bû’

Rêhevalê me Dîndar Avesta xwe bi têkoşîna azadiya Şengalê re sînordar nekiriye, bi taybetmendiyên xwe yên netewî berê xwe daye her cihekî ku gele me rastî êrişan hatiye. Li ku derê li ser gelê me êriş çêbûye, hevalê Dîndar ji bo çûyîna wê derê xwe pêşniyar kiriye û di refên pêş de têkoşîna xwe meşandiye. Li ser vê esasê, di çarçoveya têkbirina DAIŞ’ê de, di pêngava rizgarkirina Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyê de cihê xwe girtiye. Rêhevalê me Dîndar, tevî rêheval Pîran û Çiya, dema ji bo erka xwe li Serdeştê bûn, di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk a faşîst-dagirker de şehîd ketin. Wekî rêheval û şervanên Dîndar Avesta, em soz didin ku emê bi heyecan, moral û coşeke mezin têkoşîna wî bibin serî, bîranîna wî bi serkeftinê tacîdar bikin, têkoşîna xweseriya Şengalê bilind bikin.

Pîran Pîr

(Raîd Hecî Ferho)

Navê Dayikê: Guze

Navê Bav: Hecî Ferho

Jidayikbûn: 01.01.1996-Duhola

Beşdarbûn: 2017

Cih û Dîroka Şehadetê: 17.09.2023/Serdeşt

‘Hevalê Pîran Pîr di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de di refên pêş de cih girt’

Hevalê me Pîran Pîr, ji malbata Pîr e ku ji roja destpêkê ve di nav YBŞ’ê de xwe birêxistin kiriye, ked daye. Piştî şehadeta fermandarên nemir Pîr Hemîd û Pîr Çeko, di sala 2017’an de di bi awayeke çalak di têkoşîna azadiya Şengalê de cihê xwe girtiye. Di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de di refên pêş de şer kiriye.

‘Di mezinkirin û rêxistinkirina YBŞ’ê de bû xwedî kedeke mezin’

Rêhevalê me Pîran Pîr, bi sekna xwe ya dilnizm û wêrek, di rêxistinkirin û mezinkirina YBŞ’ê de xwedî kedeke mezin e. Bi kesayeta xwe ya bi coş û bi moral hemû erk û berpirsyariyên ku ketine ser milê wî bi serkeftineke mezin aniye cih û her dem ji bo têkoşîna Şengalê xwe daye pêş. Bi sekna xwe ya kedkar û dilnizm, ji aliyê hevalên xwe ve hatiye takdîr kirin, xwe ji ti erk û berpirsyariyê nedaye alî. Hevalê me Pîran Pîr, mêrxwasî û egîdîya malbata Pîr ji xwe re esas girtiye û di nav YBŞ’ê de bûye xwedî sekneke fedayî.

Çiya Feqîr

(Kemal Îlyas Biro Elî)

Navê Dayikê: Bezar

Navê Bav: İlyas Biro Elî

Jidayikbûn: 1991-Kolika

Beşdarbûn: 2015-Xanesor

Cih û Dîroka Şehadetê: 17.09.2023-Serdeşt

‘Şehîd Çiya Feqîr tevlî pêngava azadiya Şengalê bû’

Rêhevalê me Çiya Feqîr jî di sala 2015’an de tevlî têkoşîna azadiya Şengalê bûye, di eniya herî pêş de cihê xwe girtiye. Di şikestina DAIŞ’ê de û pêngava azadkirina Şengalê de bûye xwedî rol û risteke girîng. Rêhevalê me Çiya bi dilnizmî û coşeke mezin tevlî hemû xebatan bûye û ji aliye hevalên xwe ve hatiye hezkirin. Rêhevalê me Çiya Feqîr hemû erk û berpirsyariya ku ketiye ser milê wî bêkêmasî bicih aniye û bûye xwedî têkoşîneke çalak.

‘Ji bo aramî û ewlehiya Şengalê berpirsyariyên girîng girt ser milê xwe’

Rêhevalê me Çiya herî dawî fermandarê tabûrê bû ku ji bo aramî û ewlehiya Şengalê şev û roj xebat meşand, berpirsyariyên girîng girtin ser milê xwe.

Malbatên hêja yên her 3 hevalên me yên şehîd, di têkoşîna Şengala xweser û azad de bûne xwedî kedeke mezin û ji bo vê têkoşîna pîroz berdelên giran dane, fedekariyên mezin kirine.

Em careke din sersaxî ji malbatên şehîdan û hemû gelê xwe re dixwazin û em soz didin ku emê têkoşîna Şengala xweser û azad bi serkeftinê tacîdar bikin, emê heya dawiyê li ser şopa şehîdên xwe bimeşin û xewn û xeyalên wan pêk bînin.”

NAVENDA NÛÇEYAN-ROJNEWS

Show More
Back to top button