Karwanê şehîdên YBŞ’ê berbi şehîdgehê ve bi rê ket  

Cenazeyên fermandarên YBŞ’ê ku duh di encama êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîdbûn, ji bo bispêrin axê bi awayeke girseyî ji nexweşxaneya Xanesorê hate girtin û karwanê şehîd berbi şehîdgehê ve kete rê.

Duh dane piştî nîvro balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker wesayîtek a YBŞ’ê li Serdeşta Çiyayê Şengalê bombebaran kiribû û di encamê de sê fermandarên YBŞ’ê yên bi navê Dîndar Avesta, Pîran Pîr û Çiya Feqîr şehîd ketibûn.

Duh cenazeyên şehîdan ji bo lêkolînê rakiribûn Tiba Edlî ya Mûsilê. Piştî lêkolînê cenaze gihîştin Şengalê. Malbat piştî rê û resmên olî kirin şûnde, cenaze derbasê nexweşxaneya Xanesorê hatin kirin.

Îro di derdora saet 08.30’an de girseya gel li ber nexweşxaneyê kombû. Girseya gel tevî şervanên YBŞ’ê ji bo cenazeyan bispêrin axê, ji nexweşxaneyê girtin.

Karwanê şehîd di van kêliyan de berbi şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan ya çiyayê Şengalê ve birêket.

Wê li şehîdgehê piştî merasîmeke girseyî, axaftin û rê û resmên olî, şehîd berbi rêwîtiya wan a dawî ve werin oxirkirin.

ŞENGAL-ROJNEWS

 

Show More
Back to top button