Qasim Keşko: Divê ji bo çareseriya Şengalê nêrîna Rêveberiya Xweser were girtin

Mamoste Qasim Keşko li ser hewldanên diyarkirina îdareya nû ya Şengalê bang li Encûmena Parêzgeha Mûsilê ya nû kir, nêrîna Rêveberiya Xweser esas bigire û got: “Ji bo îdareyeke nû ya Şengalê ku dê were diyarkirin, divê nêrîna Rêveberiya Xweser û xelkê were girtin. Nabe hebûna Rêveberiya Xweser were înkarkirin.”

18’ê Kanûna 2023’ê Hilbijartinên Encûmenên Parêzgehên Iraqê çêbûn. Du herêmên herî zêde nîqaş li ser hebûn, Kerkûk û Mûsil bûn. Hem eşkerekirina encamên dawî yên hilbijartinê dereng ket, hem jî heya niha îdareyên navçe û nahiyeyan ne hatine diyarkirin. Hilbijartinên Encûmenên Parêzgehan herçend weke proseyeke demokratîk xuya bike jî, li Iraqê şeklî dimîne û piranî îdareyên bajar û bajarokan bi tifaqên pişt perdeyî pêktên. PDK nekarî ne li kampan ne jî li Şengalê namzetek bişîne encûmenên lê bi rêya tifaqên pişt perdeyî û hîleyên bi kirasên qanûnî kesek ji Şengalê li encûmenê de bicih bike. Herî dawî hate zanîn Faris Birîvkanî îstîfa kiriye û li şûna wî jî Cemal Xiderî Şeşo danîne.

Her wiha Parêzgerê nû yê Mûsilê bêyî protokoleke fermî ji nişka ve serdana Şengalê kir û peyama, ‘Divê peymana 9’ê Cotmehê ‘ were pêkanîn da. Ev jî pêşî li bertekên Şengaliyan vekir û weke ferzkirineke nû hate binavkirin.

Mamoste Qasim Keşko ku di heman demê de di hilbijartinên encûmena parêzgeha Mûsilê de namzetê PADÊ bû, têkildarî diyarkirina îdareya nû ya Şengalê û hewldanên pêkanîna 9’ê Cotmehê ji ajansa me re axivî.

Keşko diyarkir, di her biryareke derbarê Şengalê de divê nêrîna Rêveberiya Xweser a Şengalê û xelkê wê bê esas girtin.

Qasim Keşko encûmena nû pîroz kir û diyar kir, bi hilbijartinan re hinek guhertin li herêmê rû daye û wiha axivî: “Bi hilbijartinan re hinek guhertin di siyaseta Iraqê de çêbû. Ji hinek aliyên siyasî yên berê desthilata wan li deşta Neynowa hebû re, sînorek hate danîn. Ya xuya dike, hikûmeta Iraqê û rêveberiya xwecihî ya Mûsilê dixwazin çareyek ji Şengalê re bibînin. Em hêvî dikin, ji bo çareseriyê nêrînên xelkê Şengalê û bi taybet jî Rêveberiya Xweser a Şengalê esas bigirin.”

Keşko têkildarî diyarkirina qeymeqam û mûdîr nahiyên Şengalê jî wiha axivî: “Ji bo xizmetgûzariyan, tayînan, diyarkirina qeymeqam û mûdîr nahiyeyên Şengalê divê danûstandineke wan a baş li gel Rêveberiya Xweser hebe. 10 sale Rêveberiya Xweser kedek li Şengalê dide. Ji ber vê nabe, hebûna me weke Rêveberiya Xweser li vir bê înkarkirin. Pêwîste nêrîn û gotina me hebe.”

Li ser rêveberiya nû ya encûmenê jî Qasim Keşko daxuyakirin, divê bi wijdan û exlaq bixebitin û got: “ Divê di berjewendiya xelk de û li gorî pêwîstiyên wê bixebitin. Niha li herêmê jî rewşeke aloz heye. Hem aloziya Îsraîl-Filîstîn, hem jî aloziya navbera Heşda Şebî û Emerîka de heye. Lê divê ev yek bandorê li rewşa gel neke û aramiyê têk nede. Nabe ti hêzek ajandaya xwe li ser gel pêk bîne. Gelên li Mûsilê dixwazin jiyaneke aram û hevbeş bijîn.”

Li ser hewldanên pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê jî Keşko vê peyamê da: “Tifaqa 9’ê Cotmehê bi temamî, tê redkirin. Eger dixwazin tiştek ji bo Şengalê bikin, divê hemû projeyên bikin, nexin nava peymanên siyasî. Hêvî dikin îdareyeke baş ji Şengalê re were diyarkirin. Her wiha planeke baş ji bo vegera mirovên me yên koçber were danîn. Em li bendê ne, siyaseteke bi exlaq û wijdan bixebitin.”

 ŞENGAL/ROJNEWS

29/02/2024

Show More
Back to top button