Li Şengalê wesayîtek hate bombebarankirin: Birîndar hene- Hate Nûkirin  

Balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li gundê Ziravikê ya girêdayî Tilizêr a Şengalê wesayîtek bombebaran kir. Li gorî agahiyên destpêkê wesayîta hatî hedef girtin ya Komîteya Malbatên Şehîdan a Şengalê bû û şofêrê wesayîtê birîndar bûye

Di van kêliyan de balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker wesayîtek li gundê Ziravikê yê girêdayî Tilizêr a Şengalê bombebaran kir.

Di encama êrişê de agir bi wesayîtê ket. Welatiyên ku xwestin agir vemirînin rastî astengiya artêşa Iraqê hat û gel jî nerazîbûn nîşan dan. Piştre agir ji aliyê welatiyên herêmê ve hate tefandin.

Li gorî agahiyên destpêkê wesayîta hatî hedef girtin ya Komîteya Malbatên Şehîdan a Şengalê bû, her wiha encama êrişê de birîndar hene.

 ROJNEWS-ŞENGAL

29/02/2024

Show More
Back to top button