Jinên Êzidî û Ereb li çiyayê Şengalê starta çalakiyên 8’ê Adarê dan

TAJÊ û Meclîsa Jinên Ereb, li şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan ya Serdeşta Çiyayê Şengalê starta çalakiyên 8’ê Adarê, bi dirûşmeya, ‘Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî, emê hilînin tola 74 fermanan’ hate dayîn û hate gotin, ewê li asta cîhanê jî kampanyaya, ‘Li dijî qirkirina jinan bibe dengê xweparastinê’ bidin destpêkirin.

Îro saet 09.30’ê berê nîvro, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Meclîsa Jinên Ereb li şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan, bi dirûşmeya, ‘Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî, emê hilînin tola 74 fermanan’ starta çalakiyên 8’ê Adarê ya Şengalê dan.

Daxuyanî bi amadebûna endamên TAJÊ û Meclîsa Jinên Ereb, nûnerên jin ên saziyên Rêveberiya Xweser û rêxistinên Şengalê hate dayîn.

Daxuyanî ji aliyê Berdevka TAJÊ Riham Hico û Endama Meclîsa Jinên Ereb Fatime Mistefa ve bi zimanê Kurdî û Erebî hate xwendin û bi boneya 8’ê Adarê hemû jinên cîhanê silav kirin.

Destpêkê Riham Hico daxuyaniya Kurdî bi navê TAJÊ xwend û wiha destpêkir: “Em 8’ê Adara 2024’an bi dirûşma, ‘Jin, jiyan, azadî ber bi şoreşa jinê ve dimeşin’ bi coş, kelecan hezkirin, berxwedan û tekoşîna hemû jinên cîhanê silav dikin.”

‘Jin destkeftiyên mezin bidestxistiye’   

Riham Hico gotina, Rêber Ocalan ya sedsala 21’an wê bibe sedsala azadiya jin bibîrxist û wiha pêde çû: “Wekî Rêber Apo dibêje ‘sedsala 21. mîn sed sala jinê ye’ ji ber ku di vê sedsalê de, jina têgihiştî, jina zana, jina pêşeng, jina lêgerînvan û jina têkoşer pêşketî ye. Di vê wateyê de, asta pêşketin û pêşveçûna tevgera jinan li ser esasê mîrateya dîroka jin deskeftiyên mezin bidestxisti ye. Îro jin li ser vê mîrateya dîrokî ketiye ferqa zîhniyeta zilamê desthilatdar ku ji bindestî û koletî pêve tiştekî baş neanî ye.  Jin di vê sed salê de, li dijî zîhniyet û zilamê desthilatdar yê ku bi tûndî, şer, kuştin, xizantî û bi jinê re jiyanê dikuje tekoşîn dike. Li hemberî çar lingên dewlet-netew û birdoziya wê ya zayendperest, nijadperest, zanistperest û netewperest ku her roj cîhanekî bê exlaq, bê çand, bê nirx ava kirî li ber xwe dide. Jin bi îddîa û îradeyekî tekoşînê ya mezin, ji tekoşîna mirovahî û hemû bindestan re pêşengiyê dike. Di vê wateyê de, îro di pergala Kapîtalîst de, qirkirina jinan, tine hesibandina nasnama jinan, hebûna jinan di bin navê hezkirin û evînê de hedef tê girtin. Armanca pêşxistina rêxistin û tekoşîna jinê li dijî vê zîhniyet û ferasetê ye.’

‘Jinên Êzidî û Ereb li dijî qirkirinê hêzên xwe yên parastinê avakirin’  

Di dewama daxuyaniyê de Riham Hico balêkişand ser têkoşîna hevpar ya jinên Êzidî û Ereb ya li dijî qirkirina jin û wiha dirêje pê da: ‘Li ser vî bingehî di roja îro de ya ku herî zêde, bi qirkirin û fermanan re rû berû maye, em  jinên Êzidî ne. Di 03 08 2014’an de bi destê çeteyên hov ên DAIŞ’ê fermanekî ku mînaka wê çênebûye me jinên Êzidî jiyan kir. Di vê fermanê de, nêzî heft hezar jin û keçên me hatin revandin û li sûkan hatin firotin. Heta niha aqûbeta gelek ji wana ne diyar e. Bi zîhniyeta di şer de, jin xenîmet e desteser dikin. Ev bi awayekî vekirî dijminahiya jinan kirin e. DAIŞ bi zîhniyeta zilamê desthiladar ve di vê fermanê de herî zêde jin hedef girtin. Li beramberî van kiryar û kirinên li ser jinên Êzidî gerîlayên YJA- STAR bi çek û pêşengiya xwe mudaxele kirin û pêşiya jinên di nav pençê qirkirinên de girtin. Gerîlayên jin ne tenê jin ji fermanê rizgarkirin di warê parastinê de jî zanebûnek rêxistinkirî pêşxistin. Di encama vê ked û hewldanê de, kesayeta jina Êzidî û jina Ereb ya têkoşer û çalak di astekê de pêşket. Li ser vî esasî jinên Êzidî jinên Ereb ya rêxistinkirî hêzên parastina xwe avakirin.’

‘8’ê Adar ji bo me jinên Êzidî roja têkoşîn û pêşîgirtina fermana ye’

Riham Hico, dazanîn 8’ê Adarê ji bo jinên Êzidî roja têkoşînê ye û wiha dom kir: ‘Di vê wateyê de, roja 8 adarê ji bo me jinên Êzidî roja tekoşîn, parastin û pêşîgirtina fermana ye. Fermanê ezmûnekî mezin fêrî me jinên Êzidî kir ku ji nan û avê bêtir pêwîstiya me bi rêxistina parastinê heye. Ji ber îro parastina me jina ne di civakê de, ne di malê de, ne di cihê kar de û ne di cihekî de heye. Berovajî li her qad û dewletan jin bi tûndiyê, lêdanê, bêheqiyê û kuştinê ve rû berû ye. Ev xeteriya li ser jinan çiqas diçe zêdetir dibe. Ji ber nêzîkatiyê ferq û cûdabûna di navbera jin û zilam de tê jiyîn rê li ber şer û pevçûnê bê serûber vedike. Lewma hemû pirsgirêkê civakî ku çavkaniya xwe ji zîhniyeta zilamê desthilatdar digre wekî aborî, siyasî û civakî rasterast diteyise ser jiyana jinê û neyînî bandor dike. Ji ber vê yekê tekoşîna 8 Adarê ji sedema ferq û cûdabûnê ku çavkaniya xwe ji zayendperestiya zilam digre. Ji bo wê bi zanebûna jin ala tekoşîna 8’Adarê rakin erk û berpirsyariya me hemû jina ye. Hêza jina rêxistinkirî bi çalakiyên hevbeş dikare pêşiya xeteriya li ser jin rake. Jin bi vê erk û berpirsyariyê li her derê tekoşî na xwe didomîne. Şoreşa jin jiyan Azadî di oxira azadiya jin de tekoşîna hemû jinên cîhanê bandor kir. Ev jî bingeha xwe ji îdeolojiya Rêber Apo digre. Wateya 8’Adarê bi vê îdeolojiyê gihişt lûtkeya herî bilind. Êdî her roj ji bo jinan bûye serî rakirin û berxwedan. Êdî jin bi hêza xwe, bi vîna xwe, bi fikra xwe jiyanê bi ruhê 8’ê Adarê bi yek deng û yek rengî dihûne.’

Kampanyaya ‘Li dijî qirkirina jin bibe dengê xweparastinê’ destpê dike

Berdevka TAJÊ Riham Hico, dazanîn ewê di asta cîhanê de kampanyayek bidin destpêkirin û van agahiyan eşkere kir: ‘Ji bo vê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) kampanya bi navê, ‘Li dijî qirkirina jin, bibe denge xweparastinê’ di asta cîhanî de em ê bidin destpê kirin. Emê li dijî qirkirina jinan, parastin û rêxistinkirinê xurt bikin. Ji bo vê di asta cîhanî de, qirkirina ku li ser jinên êzidî hate kirin û ji bo pêşiya van qirkirinan bê girtin tekoşînekî hevbeş di nava yekîtiya jinên cîhanî de pêwîst dibînin. Li ser vî esasî bangaziya me ji bo hemû jinên cîhanê xwedî li vê qampanyayê derketine. Xwedî derketina li qampanyayê, xwedî derketina li azadiya xwe ye.’

Di dawiya daxuyaniyê de jî bernameya kar û çalakiyên 8’ê Adarê ya îsal hate parvekirin û ev zanyarî hate dayîn:

Roja 2 adarê wê belavok bên belavkirin.

Roja 3 adarê pêşengeha wêne û şano bêlidarxistin.

Roja 4-5 adarê semîner bên dayîn û sînevîzyon wê werê nîşandan.

Roja 6 adarê wê meş werê lidarxistin.

Roja 7 adarê wê serdana yekîneyên parastina jin YŞJ’ê û goristana şehîdan werê kirin.

Roja 8 adarê wê pîrozbahî were li darxistin.

Piştî Riham Hico Berdevka Meclîsa Jinên Ereb Fatime Mistefa jî bi zimanê Erebî daxuyanî xwend.

Paşê daxuyanî bi dirûşmeyên wekî, ‘Jiyan Jiyan Azadî’, ‘Bijî 8’ê Adarê’, ‘Bijî têkoşîn û berxwedana jinan’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawîbû.

ROJNEWS- ŞENGAL

29/02/2024

Show More
Back to top button