Jinên Êzidî: Komploya li ser Rêber Apo li ser tevahî gelan e

Li dijî komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û peymana 9’ê Cotmehê gelê Şengalê meşeke girseyê li dar xist.

Şengal – Li Şengalê li dijî salvegera komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat meşandin û peymana 9’ê Cotmehê ya li dijî civaka Êzidî hat meşandin meşekê girseyî hat lidarxistin. Di meşa ji bo salvegera komployê de posterên Rêber Ocalan hatin bilindkirin û pankarta “Komploya li hemberî Rêber Apo, li hember gelên bindest e. Em weke ciwanên Êzidxanê vê komployê şermezar dikin û soza tolhildanê didin” hatin hildan.

Di meşê de ciwana bi navê Cîlan Şivan jî armanca xwe ya beşdarbûna meşa dirêj wiha bi lêv kir: “Em weke jinên ciwan komploya 9’ê Cotmehê şermezar dikin. Em dibêjin wê tu kes nikaribe ronahiya mirovahiyê tune bike.”

“Em rê nadin komplo û peymanan”

Cîlan Şivan der barê peymana 9’ê Cotmehê de jî nirxandin kir û got: “Di dîroka 9’ê Cotmehê de li ser Rêber Apo komplo hat kirin lê di heman demê de li ser civaka me jî di 9’ê Cotmeha 2020’an de li ser gelê me peymanek hat îmzekirin armanca vê peymanê ew bû ku civaka Êzidî bêhêz bihêlin û weke berî fermana hêzên tirsonek  û îxanetkar li ser me ferz bikin lê me bi vîna xwe ev peyman vala derxist. Em weke ciwanên Şengalê rê nadin peyman û komployan em dibêjin “Bê Serok Jiyan Nabe.” “Jin Jiyan Azadî.”

Meşa gel heya baxçeyê Rêber Apo berdewam kir li wir li ser navê ciwanan daxuyaniyeke nivîskî hat xwendin. Her wiha li ser navê Yekitiya Ciwanên Şengalê Salim Şengalî jî axivî û diyar kirin ku ew weke ciwanên Şengalê komploya li ser Rêber Abdulah Ocalan şermezar dikin û heya dawiyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdulah Ocalan têbikoşin.

“Tekoşîna gelan komployê vala derxist”

Li ser navê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî daxuyanî ji aliyê mamoste Merwan Xidir ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Komploya navneteweyî ya ku 9’ê Cotmeha 1998’an dest pê kir û rêber Abdullah Ocalan di encama vê komployê de ji Sûriyeyê derket, di 15’ê Sibata 1999’an dîl hat girtin 24 salan temam dike. Ev komplo heya niha berdewam dike. Her çiqas armanca vê komployê hedefgirtina fikrên jiyana azad be jî bi têkoşîna gelan a li ser bingeha fikrên azad ev komplo vala hat derxistin.”

Di daxuyaniyê de Meclisa Xweseriya Demokratik a Şengalê diyar kir ku aliyên vê komployê ku dixwazin biratiya gelan û komên olî qir bikin gihîştiye civaka Êzidî jî û di roja komployê de, li ser gel û îradeya civaka Êzidî peymanek hatiye îmezkirin û wiha hat gotin: “Di vê hevpeymana di ku navbera Iraqê, PDK’ê û dewleta Tirk de hatiye îmzakirin, armanc ew e ku bi temamî destkeftiyên Êzidiyan û Rêveberiya Xweser a Şengalê tesfiye bibin. Gelê me yê ku xwe li ser fikir û ramanên Rêber APO bi rêxstin kir û pergala Neteweya Demokratîk ji xwe re çareserî dibîne û esas digre, bûye hedefa hêzên mêtinger.”

“Em ê têkoşînê bidomînin”

Meclisa Xweseriya Demokratik a Şengalê di berdewamiya daxuyaniyê de biryardariya xwe bi van hevokan rêz kir: “Du sal derbas bûn, ev hevpeyman hatiye îmezkirin lê li vir em di serî de berxwedana dayikên xwe, ciwan û tevhiya civaka xwe silav dikin û vê tekoşîna li hemberî  hevpeymana 9’ê Cotmehê pîroz dibînin. Çawa ev peyman bi tekoşîna gelê me vala hat derxistin, em ê bi heman ruhê, têkoşîna xwe ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo jî berdewam bikin.”

NUJINHA

Show More
Back to top button