Pirsgirêka avê her diçe kûr dibe

Pirsgirêke parvekirina ava şebekê ya li Nahiya Sinonê ya girêdayî Şengalê ev çend Salin dewam dike. Şeradariya Sinonê ya hikûmî heta niha pirsgirêkê avê çareser nekiriye ruxmî ku şebeke avê ya Sinonê hazire jî lê dewlat ava şebêkê bernade ji welatiyan re, ji bo vê yeke jî Meclîsa Gel a Sinûnê li gor derfetên xwe yên heyî bi riya tenkerên avê rojane avê li welatiyan belav dike.

Di derbarê mijarê de xelkê Sinunê ji Radyo me nêrînin  xwe anîn ziman. Welatiyê bi navê Xelef ku mala wî nizîk meşûrê avê ye dibêje 40 roj in me ava şebekeyê nedîtiye û got: “her du meh an jî sê meh carekê ji bo welatiyan ava şêrîn ya şebekê berdidin. Her wiha em ketin havînê jî lewma ava bîran jî kêm tê em bi wê jî nikarin tangên xwe dagirin. Yanê pêdiviya her malekî bi avê heye di heftê herî kêm carekî pêwîste em tangêrên xwe dagirin û pêwîstiyên xwe bi cih bînin. Her tangêrek avê jî em bi 7 hezar dînar dikirin, lê di vê alî de Meclîsa Gel a Sinûnê bi me re dibe alîkar û li şuna 7 hezar dînar tenê 2 hezar dînar ji me digire. Em weke gelê Sinûnê jî bi vê yekê gelekî razî ne.”

Her wiha karmendê bi navê Yasir ê ku cihê xwe di nava Şaredariya Sinûnê de digire wiha nêrînên xwe bi me re parve kir: “pirsgirika avê gelek mezin e ji ber li hinek taxa yek carî jî ava şebekê nayê parvekirin, lê em weke Şaredariya Meclîsa Gel ya Sinunê avê ser welatiyan bi riya tangêran parve dikin. Bi rastî jî hinek tangêr yên mehelî hene gelek avê biha didin ji welatiyan re. Ji ber hinek malbat hene derfetê ku bi ew qas pere av ji xwe re bikirin nîne.  Ji bo wan malbatên ku di aliyê aborî de zehmetiya jiyan dikin de hinek car em bêpere ji wan re didin. Bi giştî jî tangêrê avê bi 2 hezar an jî 3 hezaran em tijî dikin û xelkê me jî bi vê yekê raziye.”

Xelîl Şingalî-Çira fm

Show More
Back to top button