Pêşmergeyê berê Olmez: Şengalê bêparastin nehêlin

Pêşmergeyê berê Mustafa Olmez derbarê hewldana destwerdana li ser Şengalê axivî û ev bang li hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê kir: "Piştgiriyê bidin kurdên me yên êzidî. Şengalê bêparastin nehêlin”

Mustafa Olmez diyar kir ku wî ji bo parastina xaka Kurdistanê pêşmergetî dikir û wiha got: “Niha di şexsê êzidiyan de kurd hemû bi xetereyeke mezin re rûbirû ne. Di sala 1976’an de min pêşmergetî kir. Min herî zêde li Heftanînê, Sirnexê, Kometeyî û Qendîlê pêşmergetî kir. Di wê dîrokê de em pêşmergeyê PDK’ê bûn. Me ji bo netewa kurd û yekîtiya kurdan pêşmergetî dikir. Me ferqê nedixist nava kurdan. Ji bo me her kurdek wekhev bû. Me çawa dît ku partiya me ya PDK’ê di yêkitiya kurdan de cudahiyê dike, me dest pêşmergetiyê berda. Îcar di roja îro de dema ku mirov lê dinêre hikumeta me ya başûr ji bo yekîtiya neteweyî nabe alîkar. Wextê ku Şengal nebe, êzidî nebin em jî nabin. Çimkî yêkitiya me bi kurdê me yên êzidî pêk tê. Îro hêza parastina Şengalê heye. Hikumeta Iraqê, PDK û Tirkiye dixwaze ku wê parastinê ji holê rake. Wexta ku ew parastina rabû yêkitiya Kurdistanê qels dibe û xera dibe. Dema ku yêkitiya Kurdistanê nebe, Kurdistan di her perçeyê de qels dibe û dihele.”

‘ŞENGALÊ BÊPARASTIN NEHÊLIN’

Mustafa Olmez anî ziman ku li şûna êrişî Şengalê bikin, bila xwedî lê derbikevin û wiha domand: “Ji hikumeta Başûr daxwaza me ew e ku piştgiriyê bidin kurdên me yên êzidî û parastina Şengalê bikin. Hikumet bila dev ji listîk û komployên Tirkiyeyê berde. Helwesteke bi vî awayî ji me re lazim e. Dewleta Tirkiyeyê di dîrokê de heta niha dibêje ku li ku kurdek hebe ez ê serê wî biperçiqînim û ez ê qebûl nekim. Di dema me ya îro de PDK dostaniya Tirkiyeyê dike. Tirk nabe hogirê PDK’ê. Tenê ji bo berjewendiyên xwe yên rojane bikar tîne. Ji bo kurd hev bikujin wiha dike. Hêvî û daxwaza me heye ku Şengalê bêparastin nehêlin. Divê xwedî lê derbikevin. Di sala 2014’an de parastina êzidiyan tune bû. DAIŞ kete bajêr û ev hêz reviyan û êzidî tenê hatin hiştin. Di roja îro de êzidiyan di nava xwe de parastineke xweser ava kiriye û dixwazin xelk û axa Şengalê biparêz in. Di vê parastinê de tu zirar tune ye, serkeftin heye. Bila dev ji van tiştan berdin û piştigiryê bidin yêkitiya Kurdistanê.”

‘DIVÊ ÊDÎ KURD TEHAMULÎ HEV BIKIN’

Olmez da zanîn ku di vê pêvajoya şer de tişta herî pêwîst yêkitî û tifaqa kurdan e û ev bang li gelê kurd kir: “Yêkitiya kurdan bi sebirê wê li pêş bikeve. Divê destpêkê de tehemûla me kurdan bi hevdû re hebe. Divê em nebêjin ku ev kurd misilman e, ev kurd êzidî ye, ev kurd xiristiyan e. Divê em cudahiyê nekin. Mirovê ku zimana wî, çanda wî kurdî be divê em piştgiriyê bidinê. Divê em rêz û hûrmetê bidin fikir û ramanên cuda. Divê kurd hevdû nekujin û şerê birakûjiyê nekin. Di nava malekî de her kes ji heman xwarinê hez nake û tama her xwarinê ne yek e. Ev nayê wê wateyê ku her kes heman xwarinê bixwe û heman tamê jê bistîne. Siyaset jî tişteke wiha ye. Mînak li Bosna hersekê tirkek heye tirk berê xwe didin wê derê û xwedî lê derdikevin. Li Kerkûkê tirkmenek hebe Tirkiye dibêje ‘ev der ya me ye’. Dewletên dinyayê her kes li xwe û gelê xwe xwedî derdikeve. Divê em kurd jî yêkitiya netewî ava bikin û şerê birakujiyê ji nava xwe rabikin û di siyasetê de jî rêz û hûrmetê bidin hev.”

ÇAVKANÎ: ZEYNEP DÛRGÛT-AJANSA MEZOPOTAMYA

Show More
Back to top button