Rêveberiya Xweser a Şengalê Cejna Newrozê pîroz kir

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi boneya Cejna Newrozê daxuyaniyek weşand û hate gotin; "Çi dibe bila bibe wê berxwedaniya gelê me a ji bo Şengala Xweser û azad biçe serî û emê hersal agirê Newrozê li ser xaka pîroz bi ruhê berxwedaniya gerîla a li çiyayên azad gur bikin û vê çanda bi hezaran salan biparêzin."

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyek nivîskî cejna Newrozê li hemû gelê Kurd, civaka Êzidî û azadîxwazan pîrozkir.

Daxuyanî wiha ye:

“Em Cejna Newrozê li tevahiya gelê Arî, gelên aştîxwaz û civaka xwe ya Êzidî pîroz dikin. Em hêvîdarin ku wê ev cejn bibe wesîleya aştî, aramî û pêkvejiyana gelan li seranserî cîhan û Şengalê.

Wek tê zanîn gelê me ê Şengalê salane bi coşek mezin bi pêşengiya Meclîsa Xweseriya Şengalê Newrozê pîroz dikir û peyama Şengala ewle didan her kesî.

Lê mixabin îsal ji ber bedelên ku gelê me di van mehên dawî de dane, her wiha ji bo rêzgirtina qurbaniyên erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, me wek Rêveberiya Xweser biryar daye em tu şahiyan lidarnexin, lê ev yek nayê wê wateyê ku gelê me wê Newrozê pîroz neke. Di êvara Newrozê de li gelek cihan gelê me agir pêxistin û ev roj pîrozkirin.

Îro em dibînin ku gelek planên dijmin li ser Şengalê tên meşandin û dixwazin gelê Şengalê ji heqîqeta wan dûr bixin. Pêwîste gelê me li rojên xwe ên pîroz xwedî derkeve û rê nede ku planên dijmin li ser me pêk werin.

Çi dibe bila bibe wê berxwedaniya gelê me a ji bo Şengala Xweser û azad biçe serî û emê hersal agirê Newrozê li ser xaka pîroz bi ruhê berxwedaniya gerîla a li çiyayên azad gur bikin û vê çanda bi hezaran salan biparêzin.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button