Dewreya perwerdeya endamên Rêveberiya Xweser bi serkeftî bidawî bû

Akademiya Şehîd Egîd Efrîn dewreyeke perwerdeyê  fikrî ku mijarên wekî dîroka Êzdayetiyê, dîroka Kurdistanê, têkoşîna azadiya jin, netewa demokratîk û hwd destdigire ji bo endamên Rêveberiya Xweser a Şengalê vekiribû, îro bi serkeftî bidawî bû.

Şengal ku li aliyekî hewl dide birînên xwe yên fermana 2014’an bipêçe, li aliyê din jî di pêvajoyeke înşayê û xwe ji nûve avakirinê de ye. Ji bo avakirina sîstemeke demokratîk û azadîparêz jî dewreyên perwerdeyê yên fikrî tên dayîn. Di bûnya akademiya Şehîd Egîd Efrîn de dewreyeke perwerdeyê ya 10 rojî ku ji bo endamên Rêveberiya Xweser a Şengalê hatibû vekirin, îro bi dawî hat.

Di dewreyê de mijarên wekî dîroka Êzdayetiyê, dîroka Kurdistanê, têkoşîna azadiya jin, netewa demokratîk û girîngiya xwerêveberiyê û hwd bi berfirehî hatin destgirtin û nîqaşkirin.

Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Gel a Şengalê Sêvê Emo ku yek ji şagirta dewreyê bû, têkildarî dewreya perwerdeya ku dîtine ji ajansa me re axivî.  Sêvê diyar kir mijarên herî zêde li ser hatin sekinandin dîroka Êzdayetî û Kurdistanê bûye û wiha behs kir: “Civaka Êzidî ji dîroka wan hatiye dûrxistin, lewma pêwîstiya me perwerdeyê hebû. Me di dersên piştre de 2 roj taybet li ser dîroka jinê perwerde dît. Mijarên herî dawî hatin nîqaşkirin jî netewa demokratîk û xwerêveberîbûn.  Me bi taybet li ser mijara emê çawa xwe rêvebibin nîqaşên berfireh meşand.”

Hevserokê Meclîsa Gel a Sinûnê Xwedêda İlyas jî îşaret bi girîngiya xwe perwerdekirinê kir û got: “Divê em bikevin ferqa van pirsgirêkên xwe yên fikrî. Me kar û xebatek daye ser milê xwe, me sozek daye ji bo bikarin pêşî li fermanan bigirin. Eger îro hinek aliyên siyasî û hêz gelê me ji bo xwe bikartînin, ji bê perwerdehiyê ye. Lewma pêwîstiya me bi perwerdeyê heye. Em dixwazin xwe jî civaka xwe jî perwerde bikin. Eger beriya fermana 2014’an ev perwerdehî hebûya, ev fikir û sîstem hebûya wê ev tişt ne hatiba serê me. Daxwaza me ji gelê me ewe ku xe zana û perwerde bikin.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button