Hemed Bişar: Siyaseta koçberiyê ji fermana 2014’an xirabtir e 

Berdevkê Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Hemed Bişar diyar kir ku siyaseta koçberiyê ya li ser Êzidiyan ji fermana 2014’an xirabtir e û ev bang li civaka Êzidî kir: “Koçberî jî fermaneke li ser Êzidiyan, divê gelê me dev ji fikra koçberiyê berde, ji ber ku ev fikrê dijmin e.”

Li Iraqê qeyrana civakî û siyasî her ku diçe kûrtir dibe û ev rewş Şengal jî di nav de bandorê li her deverekî dike. Dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK jî ji hewl didin ji vê qeyranê sûd wergirin û siyaseta xwe li herêmê bimeşînin. Li ser vî bingehî di demên dawî de êrîşên hewayî li ser Şengalê zêde bûne û bi taybet PDK hewl dide ku pêleke nû ya koçberiyê pêş bixe.

Berdevkê Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Hemed Bişar jî bandora qeyrana Iraqê ya li ser Şengalê nirxand û bi taybet balkêşa ser siyaseta koçberiyê ku di çarçoveya şerê taybet de tê meşandin. Hemed Bişar di destpêka nirxandina xwe de destnîşan kir ku Emerîka, Îran û Tirkiye jî di nav de gelek hêzên cûda bandor li ser siyaseta Iraqê dikin û got: “Îro tişta ku li Iraqê dimeşe di berjewendiya dewletan deye, ne di berjewendiya gel deye.”

Hemed Bişar aloziya li Iraqê wekî nakokiya desthilatdariyê binavkir û helwesta pêwîst a Êzidiyan jî wiha şîrove kir: “Gelê Şengalê êdî nikare koletî ji dewletê re, ji desthilatdariyê re bike. Civaka Êzidî lazim e di vê pêvajoyê de bi yekîtî rabin, di Êzdayetiyê de bibin yek. Lazim e Êzidî li beramberî siyaseta ku dixwaze wan bike kole bisekinin.’’

‘Siyaseta koçberiyê şerê taybet a herî mezin e’

Hemed Bişar balkêşa ser siyaseta koçberiyê ku bi destê PDK’ê li Şengalê tê ferzkirin û polîtîkayên şerê taybet wiha nirxand: “Îro şerê taybet a herî mezin siyaseta koçberiyê ye, ev siyaset ji şerê 2014’an xirabtir e. Wê demê jî PDK’ê li ser me şerê taybet da meşandin. Îro şerê taybet ê herî mezin ew e ku berê ciwanên me didin Ewropayê, siyaseteke taybet li ser ciwanên Êzidî tê meşandin.’’

‘Îro Êzdayetî bi Şengalê heye’

Hemed Bişar di berdewamiya nirxandina xwe de balkêşa ser girîngiya Şengalê ya ji bo Êzdayetiyê jî û got: “Îro Êzdayetî bi Şengalê heye, eger Şengal nebe ne bawer im navê Êzidiyan hebe. Koçberî jî li ser Êzidiyan ferman e. Mamosta, dixtorên û alimên me diçin Ewropayê xulamtiyê dikin. Îro mirina me jî, saxiya me jî li Çiyayê Şengalê ye. Em dema li Çiyayê Şengalê dinêrin ne tenê çiyayek dibînin. Em pîrozî û berxwedaniyê dibînin.”

‘Dixwazin bi koçberiyê berxwedana ciwanan tune bikin’

Berdevkê Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Hemed Bişar bang li civaka Êzidî kir ku li dijî koçberiyê derkevin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Îro li Şengalê berxwedana ciwanan heye û dixwazin vê tune bikin. Dema ez biçim Ewropayê ez tenê bi nav dikarim bêjim ez Êzidî me. Lazim e gelê me dest ji fikrê koçberiyê berde, ev fikrê dijmin e. Niha bi dehan Êzidî wenda ne di navbera sînorên Yewnan û Tirkiyê de. Ne diravê xwe bide, ne malê xwe bide, ne jî serê xwe bide.”

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZÎDÎ-ŞENGAL

Show More
Back to top button