Li Şengalê jin fêrî xwendin û nivîsandinê dibin

Perwerdeya zimanê dayîkê ku li Şengalê hatibû destpêkirin bi dawî bû. Jinên tevlî perwerdeyê bûn bang li hemû jinên ciwan kirin ku fêrî zimanê xwe bibin û bixwînin. Mamostay Îlyas jî da zanîn, ji bo dîroka civaka Êzidî wenda nebe, divê civaka Êzidî fêrî xwendin û nivîsandinê bibe.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi hevkariya Saziya Zimanê Kurdî ya Şengalê bi armanca vegera li zimanê dayîk û xwedî li baweriya xwe derketin, perwerdeya zimanê dayîkê dabû destpêkirin.

Dewreya perwerdeyê di 26’ê Cotmeha 2021’an de hatibû destpêkirin û duh bi dawî bû. Di perwerdeyê de tevî jinên ciwan û zarokan, dayîk jî hebûn. Jinên tevlî perwerdeyê bûyîn, ji ajansa me re axivîn.

Jina ciwan a bi navê Emîre Semîra ku ji gundê Guhbele behsa girîngiya fêrbûna xwendin û nivîsandina bi zimanê dayîkê kir. Semîra got; “Em dixwazin bi zimanê dayîka xwe fêrî nivîsandin û xwendinê bibin. Berê çûyîna dibistanan kêmbû, ji ber vê gelek kes niha nizanin bixwînin. Lê ger mirov bizanibe bixwîne û binivisîne wê muhtacê kesekî nebe. Bi taybet ji bo fêrbûnê, xwendina pirtûkan pêwîstiyeke.  Bang li hemû jinan dikim lêgerîna xwe ya fêrbûna zimanê dayîkê kêm nekin.”

Jina bi navê Zozan Şengalî destpêkê bang li hemû malbatan kir da ku li pêşiya fêrbûna zarokan ya nebin asteng. Şengalî da zanîn ku berê dayîk û bavên wê, pêşiya xwendina wê bûne asteng û wiha axivî; “Niha derfeta fêrbûnê heye û gelek pê kêfxweşim. Divê dayîk êdî bi xwe fêrî xwendin û nivîsandinê bibin, îro ev derfet heye û divê piştgiriyê bidin zarokên xwe jî. Civaka bê ziman, weke civakek kore.”

Mamosta Yusuf Îlyas jî behsa girîngiya fêrbûna zimanê Kurdî ya ji bo civaka Êzidî kir. Îlyas da zanîn ku parastina baweriya Êzidiyan gelek girînge, beriya niha derfeta xwendina zimanê dayîkê tine bû, lê îro heye. Niha jî gelek kes hene hîn nizanin bi zimanê xwe ê dayîkê binivîsinin. Îlyas di dewama axaftina xwe de dibêje; “Em weke mamosta, li Şengalê ji bo fêrkirinê amadene. Fêrbûna xwendin û nivîsandinê gelek girînge, ji ber ku divê dîroka civaka me winda nebe, were nivîsandin û xwendin.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button