Hikûmet lazim e peymana 9’ê Cotmehê betal bike

 Li ser navê civaka Êzîdî û hemû pêkhateyên Şengalê, şandeyeke ji gelek aliyên siyasî û civakî tê de cih digirin, ev hefteyeke li Bexdayê hevdîtinên girîng dike. Di rastiyê de ev hevdîtin wê beriya niha bihatana kirin. Bi hilbijartina serokomarê nû û avabûna hikumetê re, bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê, gelek hewldan çêbûn da ku di navbera Bexda û Şengalê de hevdîtin werin destpêkirin. Lê ji ber ku bersiva vê daxwazê dereng hate dayîn, ev hevdîtin man destpêka sala nû. Bi derengî be jî pêkhatina van hevdîtinan girîng e.

Şandeyê, bi Serokkomarê Îraqê Letîf Cemal Reşîd, Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî, Serokê Parlamena Îraqê Mihemed Helbûsî re û her wiha bi gelek aliyên siyasî yên Îraqî re hevdîtin kirin. Encama van hevdîtinan ne zelal e, lê ji dîmen û daxuyaniyên kurt tê fêmkirin ku ev rêzehevdîtin ji bo têkiliyeke rast û xurt di navbera Bexda û Şengalê de bi pêş bikeve, zemînekî nû ava dike.

Di destpêka sala 2022’yan de têkiliyên Şengal û Bexdayê bi rengekî cuda dimeşiyan. Artêşa Iraqê bi fermana serokwezîrê wê demê Kazimî, bi tank û çekên giran ketibûn nava Şengalê. Artêş bi mehan ji Şengalê venekişiya û ji destpêka salê heta havînê ji ber êrişên artêşê li gelek deverên Şengalê şer qewimî. Li gorî dîmenên sala par, dîmenên hevdîtinê yên sala 2023’yan destpêkeke baştir e ji bo aliyan hemûyan. 

Encamên vê hevdîtinê çi ne, çi hatine nîqaşkirin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên Şengalê nêrîn û helwestên hevpar çêbûne yan na em nizanin. Rastiyek jî heye ku li Iraqê çareserkirina pirsgirêkên bingehîn ne hêsan e. Lê ji daxuyaniyên fermî yên ofîsên serokwezîr, serokkomar û serokê parlamenê em fêm dikin ku zimanê diyalogê derketiye pêş. Beguman diyalog û hevdîtin girîng in lê ji bo çareserkirina pirsgirêkan tişta herî esasî perspektîfa siyasî, rêbaza çareseriyê û samimiyet in.

Hemwextê hevdîtinên şandeya Şengalê, Çarçoveya Hemahengî bi amadebûna Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokê YNK’ê Bafel Talebanî li baregeha Musena ya Semareyê civiyan. Hate gotin, serokwezîrê Iraqê di civînê de 3 xalên sereke weke karên esasî yên hikûmetê ragihandine. Çi ne ev 3 xal; betalkirina biryarên hikûmeta demkî (Hikumeta Kazimî), têkoşîna li dijî gendeliyê û alîkariya kesên feqîr û belengaz. 

Di nav vê perspektîfê de ji bo Îraqê jî, ji bo Şengalê jî xala herî esasî xala yekemîn e, ango betalkirina biryarên hikûmeta Kazimî. Bi qasî ku xuya ye, Sûdanî hewl dide ekîba Kazimî ya bi taybet di sazî û dezgehên ewlehî û îstîxbarî de biguherîne. Dîsa gelek kesên nêzî Kazimî bi tohmeta gendeliyê hatin girtin. Ev gavên xuya yên li dijî siyaset û biryarên Kazimî ne. Lê lazim e em van pirsan bikin; biryara herî stratejîk a hikûmeta Kazimî çi bû? Di serî de DYE û dewleta Tirk ku Kazimî kirin serokwezîr, herî zêde di kîjan mijarê de daxwaz ji Kazimî kirin?

Di serdema Kazimî de, biryara herî girîng ku bandor li ser Iraqê û bi taybet jî li Şengalê kir, Peymana 9’ê Cotmehê ye. Ev peyman parçeyek ji stratejiya tesfîyekirina tevgera azadiyê bû di heman demê de. Piştî vê peymanê, êrişên dewleta Tirk û PDK’ê yên li ser Şengalê pirr giran meşiyan, encamên wê ji aliyê raya giştî ve têne zanîn. Herî dawî par di van çaxan de Kazimî pala xwe da Peymana 9’ê Cotmehê û artêşa Iraqê ajot ser Şengalê.

Nexwe, beriya her tiştî lazim e serokwezîr Sûdanî û hikûmeta nû ya Îraqê Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an betal bisiklet. Tê zanîn, ev peyman li Parlamena Iraqê jî nehatiye erêkirin. Peymana 9’ê Cotmehê niha di navbera Şengalê û Bexdayê de pirsgirêka herî esasî ye. Ev peyman têkiliyên Şengal û Bexdayê jehrî dike. Ev peyman dibe sedem ku dewleta Tirk a dagirker bi dest û hevkariya PDK’ê zêdetir êrişî Şengalê û axa Iraqê bike. Heger hikûmeta Sûdanî di betalkirina biryarên hikûmeta Kazimî de jidil e, lazim e Peymana 9’ê Cotmehê yekser betal bike. 

Dem hatiye ku di navbera Şengalê û Bexdayê de peymaneke nû were mohrkirin. Lazim e ev peymana nû di çarçoveya yekîtîya Iraqa demokratîk, Şengala xweser û azad de be. Gelo hikûmeta Sûdanî vê îradeyê nîşan bide û bi Şengalê re rûpeleke nû veke yan na, ev yek ne zelal e. Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo têkiliyeke nû bi Bexdayê re jidil û amade ye, heger hikûmeta nû ya Iraqê jî vê biryarê bide, dibe ku ji bo Şengalê û Îraqê pêvajoyeke nû dest pê bike. Heger na, tenê bi çend projeyên vegerê û pîlanên ji nû ve avakirina Şengalê re pirsgirêkên bingehîn wê çareser nebin. Lazim e kes di vê mijarê de xwe nexapîne.  

MERVAN ZERDEŞT

Show More
Back to top button