“Komkujiya şengalê weke jenosîd tê naskirin, lê bê piratîk dimîne”

Li ser fermana Şengalê re 7 sal borîn. Di meha borî de 3 welatan komkujiya 3`ê Tebaxa 2014`an, weke jenosîd binav kirin. Lê çawa ku naskirina jenosîdên Ermeniyan bê piratîk man, naskirina qirkirina Êzdiyan jî heta vê kêliyê bê gavavêtin dimîne. Hevseroka Encûmena Zagonsaz ya herêma Firatê Fewziya Ebdî daxwaza fermîkirina jenosîda Êzdiyan kir û got divê zagon û bendên hevpeymanan werin pêk anîn

Çeteyên DAIŞ`ê di 3`ê Tebaxa 2014`an de êrîşî Şengalê kirin. Çeteyan komkujiyeke mezin pêk anîn ku di encamê de bi hezaran kes hatin qetilkirin û revandin, her wiha bi hezaran malbat neçarî koçberiyê bûn. Piştî 7 salan ji jenosîda civaka Êzidî, Holanda, Ermenîstan û Belcîkya komkujiya Şengalê weke  jenosîd pênase kirin. Gelo di demeke ku gef û tehdîd li ser civaka Êzidî heye, tenê naskirina fermana 74`an weke jenosîdayê têre dike?

Jenosîd çiye?

Jenosîd ango qirkirin weke têgîn tê wateya bi rengekî pilankirî û rasterast tunekirina netewekê ji aliyê fîzîkî, çandî, ziman, nijad, bawerî, nasname û hebûna wî gelî. Neteweyên Yekbûyî di 1948`an de hevpeymana pêşîlêgirtin û cezakirina sûcê qirkirina komî pejirand û di hevpeymanê de 80 welatan cih girtin. Li gor hevpeymanê ku qirkirin weke sucê şer û mirovî tê dîtin. Li ser vê bingehê welatê ku vî sucî pêk bîne dê li dadgeha cezaya navnetewî ku di 2002`an de hatiye avakirin, li pêşiya tevahî cîhanê bê darizandin. Her çendî bi demdirêjiya salan ev hevpeyman ketbe meriyetê û weke kes hinek hatibin darizandin jî, lê belê heya niha weke dewet tu hêz nehatine darizandin.

Êzidî xwedî hebûnek dîrokî û baweriyek kevnarin

Di dirêjahiya dîrokê de gelek netewên ku xwedî ax, çand, ziman, bawerî û dîrok hatine pişaftin, ango bi qirkirnê re rû bi rû mane. Weke gelên çermsor, şerê Bosna Hersek, Ermenî,  Asûr û Suriyan, Helebçe, Dêr Yasîn, Komboçya, Rawanda û fermana 74`an ya civaka Êzidî cih di dîrokê de girtine. Ev qirkirnên ku me anîn ziman heta vê kêliyê jî weke sûcê şer nehatine bi lêv kirin û hêzên qirker nehatine darizandin. Fermana 74`an ku civaka Êzdî di 3`ê Tebaxa 2014`an de pê re rû bi rû ma, jenosîda herî mezin ya di sedsala 21.emîn de ye. Civaka Êzidî xwedî dîrokeke dewlemend, demdirêj û resen e. Lê mixabin  bi zordarî, talan, wêranî, komkujî û qirkirnê ve dagirtiye. Hebûna Êzdiyan vedigere zêdetirî 6 hezar sal berê. Baweriya Êzidiyan yek ji kevintirîn olên mirovahiyê ye ku dîroka derketina wê 2 hezar sal beriya çêbûna Hezretê Îsa ye. Hejmara Êzidiyan di roja me ya îro de 700 hezar e ku li Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistan, her wiha li Ermenîstan, Elmaniya, Rûsiya û Jorjiya dijîn. Hejmara herî zêde li Başûrê Kurdistanê ye ku li herêmên Şengal, Başîqa, Şêxan, Barzan, navçeyên Zaxo, Mûsil û Dihokê ne. Di dirêjahiya dîrokê de Êzidî weke “Rojperest” û “xwedanenas” hatine bi navkirin, ji lewra bi dehan komkujiyên ji aliyê Îslamiyan ve rû bi rû mane. Êzidî di 74 fermanên qirkirinê re derbas bûne, gelek ferman jî nehatine nivîsandin. Di her komkujiyekê de bi hezaran Êzidî bi riya şewitandin, serjêkirin, êşkence û darvekirinê hatine qetilkirin. Her wiha bajar, gund, perestgeh û şûnwarên wan hatine talankirin, wêrankirin û şewitandin. Li ser vê rewşê gotina Êzidiyan ya navdar ew e ku nikarbûn li heman cihî du bavên xwe bispêrin axê.

Jenosîda sedsala 21.emîn, Fermana 3`ê Tebaxa 2014`an

Çeteyên DAIŞ`ê di 3`ê Tebaxa 2014`an de bi hovîtiyeke mezin êrîşî Şengalê kirin. Di encama êrîşê de hezar û 280 Êzidî hatin qetilkirin, 2 hezar û 300 zarok sêwî man, 70 ziyaret hilweşiyan,  6 hezar û 400 kes ku piraniya wan jin bûn hatin revandin û li bazarên Sûriyê û Îraqê hatin firotan. Bi hezaran malbat perîşan û koçber bûn. Heta niha zêdetirî 3 hezar kes hatine rizgar kirin û yên mayî jî çarenûsa wan ne diyar e. Êzidî fermana 74.emîn weke mezintirîn komkujiya di sedsala 21.emîn de bi nav dikin.

Komkujî weke jenosîd tên pênase kirin, lê sûcdar nayên darizandin!

Jenosîda Ermeniyan ji aliyê Osmaniyan ve di salên 1915-1917 de pêk hat û di encamê de nêzî 2 milyon Ermenî hatin qetilkirin. Serokê Emrîka Jeo Biden di 24`ê Nîsana 2021`an de komkujiyan Ermeniyan weke jenosîd bi nav kir û pejirand. Her wiha 30 dewletên ku di nav de Firansa, Elmaniya, Belcîka, Litwaniya, Bulgariya, Holanda, Siwîsra, Yonan, Erjantîn, Eorogoay, Rûsiya, Silogakiya û Nemsa jenosîda Ermaniyan pejirandin. Li aliyekî din bi nêzikbûna salvegera fermana Şengalê ya 74.emîn Holanda, Ermenîstan û Belcîka fermana 3`êTebaxê weke jenosîd pênasekirin. Lê ya girîng ew e ku ferman ji jenosîdê naskirin zêdetir kesên sûcdar li gor hevpeymana pêşîlêgirtin û cezakirina sûcê qirkirina komî werin darizandin. Di vê çarçoveyê di daxuyanî û bangawaziya Êzdiyan de mirov daxwaza wan ya piratîkbûna pênaseya jenosîdê dibîne.

Pêwîst e di salvegera fermana Şengalê ya 7.emîn de Neteweyên Yekbûyî xwedî li hevpeymanê û zagonên wê derkeve. Komkujî weke jenosîd bi nav kirin têrê nake.

Di vê çarçoveyê de Hevseroka Encûmena Zagonsaz ya Herêma Firatê Fewziya Ebdî nirxandinên xwe ji ajansa me re parve kir.

Dixwezin hebûna gelên resen qir bikin”

Fewziya ferman û pilanên ku li ser gelên resen tên meşandin anî ziman û wiha got: “Em rastî 7.emîn salvegera fermana Şengalê tên. Gelê ÊzIdî ku berê bi 73 fermanan re rû bi rû mabûn, di Tebaxa 2014`an de fermana 74`an jiyan kirin. ÊzIdî neteweke resen e xwedî çand, dîrok û zimanekî kevnar e. Ji ber vê dema ku behsa wan tê kirin, behsa neteweke ku ber bi qirkirinê ve diçe tê kirin. Her wiha hemû hêzên li hawîrdora wan xwestine bi riya fermanan re Êzidiyan ji koka wan hilkşînin û tune bikin. Fermana 74`an ne ji rêzê bû, ji ber ku di heman demê de êrîşî Kobanê jî hat kirin, pişt re heman pilan li Efrîn û Serêkaniyê jî hatin pêk anîn. Dema mirovan van êrîşan bîne gel hevdu wê diyar bibe ku armanca wan tunekirina gelên resen yên van herêman e. Ji ber vê li ser civaka Êzidî biryara qirkirinê hatibû girtin.”

“Komkujî weke jenosîd tên pênasekirin, lê gavên piratîk nayên avêtin”

Fewziya bal kişand li ser nêzkatiyên Neteweyên Yekbûyî û civaka navnetewî ji qirkirinên ku çêbûne û wiha axaftina xwe domand: “Li ser asta cîhanê Neteweyên Yekbûyî, rêxstinên mafên mirovan û saziyên civaka sivîl bi sedan biryar, zagon û hevpemenayên li dijî qirkirina gelan pejirandine. Ji lewra divyabû xwedî li gelê Êzidî û zagonên xwe derkevin. Êdî qirkirin, komkujî û guhertinên demografî qedexene. Me dît ku gelê Ermenî têkoşîn kirin heta ku komkujiya bi ser Ermaniyan de hat di asta navnetewî de fermî hat pejirandin. Lê me dît gavên piratîk nehatin avêtin ku ev yek jî bingehê xwe ji berjewendiyên dewletan digre. Bê gûman pênasekirina komkujiya Ermaniyan weke jenosîda gaveke gelek girîng bû, lê pêwîst e gavên ber bi çav jî wein avêtin.”

“Divê jenosîda Êzdiyan fermî were pejirandin”

Hevseroka Encûmenda Zagonsaz Fewziya Ebdî axaftina bi daxwaza pêkanîn bendên hevpeymana (Pêşîlêgirtin û cezakirina sûcê qirkirina komî) bi dawî kir û got: “Fermana Şengalê jî ji aliyê çend welatan ve weke jenosîda hat bi nav kirin. Ev yek têrê nake, divê ku di salvegera 7.emîn ya qirkirina Êzidiyan de, ferman bi rengekî fermî weke jenosîd were pejirand. Em bi vê boneyê vê yekê ji gelê Êzidî re dixwezin. Divê zagon û bendên hevpeymanên (Pêşîlêgirtin û cezakirina sûcê qirkirina komî) bikevin meriyetê  de û aliyên sûcdar werin darizandin.”

BERÇEM CÛDÎ -KOBANÊ

Show More
Back to top button
Peywendî deynin