Sedir xwest parlementerên wî nameya îstifayê pêşkêşî serokê parlementoyê bikin

Serokê Tevgera Sedir Muqteda El Sedir daxwaz ji parlementerên Tevgera Sedir kir nameya xwe ya istifayê pêşkêşî serokê parlementoya Iraqêbikin.

Di saetên êvarê de Serokê Tevgera Sedir Muqteda El Sedir bi daxuyaniyek nivîskî daxwaz ji serokê koma Tevgera Sedir a Parlementoya Iraqê Hesen Ezarî kir ku nameya istifayê ya tevayî parlementerên Tevgera Sedir pêşkêşî serokê parlementoya Iraqê bike.

Sedir di daxuyaniya xwe de sipasiya hevpeymanên xwe û namzetê xwe yê ji bo serokwezîrtiyê Cehfer Sedir dike ku girêdayî biryarên wî mane.

Her wiha Sedir diyar dike wî ev biryara istifakirina parlementerên xwe ji bo gel û nîştiman, her wiha rizgarbûna ji çarenûsa ne diyar a Iraqê daye.

Piştî vê peyama Sedir, çapemeniya Iraqê ragihand serokê parlementoya Iraqê istifaya parlementerên Tevgera Sedir pejirandiye, lê heta niha bi fermî ne ragihandiye.

Hêjayî bibîrxistinê ye Tevgera Sedir di hilbijartina borî ya parlementoya Iraqê de karî 73 kursiyên parlementoyê bidestxe û wek koma herî mezin a parlementoya Iraqê ji bo pêkanîna hikûmeta nû li gel aliyên Sune û PDK’ê hevpeymanî avakir. Di beramber de jî aliyên din ên Şie Hevpeymaniya Çarçoveya Hemahengî avakirin. Lê her du aliyan jî heta niha nekarîne hikûmeta nû ya Iraqê avabikin.

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button