Suham Şengalî: Jin bi ruhê jin jiyan azadî tevli kongreyê bûn

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi şiara "Bi rengên kulîlkên Nîsanê em ê Şengalê ava bikin, Şengala xweser bixin bin temînatê" bi beşdariya 350 delegeyan kongreya xwe ya 5'emîn li dar dixe.

Şengal – Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) piştî du salan kongreya xwe ya 5’emîn îro li Sinûnê li dar dixe. Ji bo kongreyê tevî 350 delegeyan, ji derdora Şengalê jî bi giştî 100 mêvan beşdar bûn. Di navbera mêvanan de nûnera KNK’ê Sabriye Sevgat, Yekitiya Welatparêzên Kurdistanê (KYB), ji Deşta Nînovayê nûner, ji Başûrê Kurdistanê nûnerên Tevgera Azadî û hevgirtiyên Şengalê beşdar bûn.

Dê bi peymana civakî li dijî fermanan rawestin

Êzidiyên ku li Şengalê dijîn, piştî fermana 74’an ji bo birînên xwe derman bikin û li dijî fermanan bi awayê rêxistinkirî û bi hêz bin, di bin banê pergala Şengala Xweser û Demokratîk de xwe bi rêxistin kirin. Meclisa Xweser a Demokratîk a Şengalê, kongreya xwe ya yekem di sala 2014’an de li dar xist. Civaka Ezidî bi kongreya yekem, biryar da ku li dijî fermanan bisekine. Di kongreya 5’emîn de peymana civakî derxist pêş. Bi wê yekê armanc ew e ku civaka Êzidî li deşta Nînovayê, bikaribin baweriya xwe bi awayê demokratîk û azad bijîn.

‘Ji dîrokê ve heta niha em li ber xwe didin û çanda xwe diparêzin’

Endama Korodînasyona Êzidiyên li Ewropayê Çîçek Yildiz di kongreyê de axivî û bal kişand ser girîngiya têkoşîna Êzidiyan a di serî de li Şangalê û li çar parçeyên Kurdistan û cîhanê û wiha domand: “Êzidiyan ji dîrokê ve heta niha li ber xwe dane, em ê îro jî li ber xwe bidin, li tu cihî nikarin me tune bihesibînin û bixin bindestan. Tiştên ku li Efrînê li dijî Êzidiyan hat kirin, li kampan ji aliyê PDK’ê ve di serî de jin li dijî hemû civaka me siyaseta fermanê didome. Em vê têkoşîna heyî û vîna heyî, deyndarên şervanên azadiyê ne. Di rojeke wiha de divê em wan bi bîr bînin. Ger em behsa qehremaniya wan nekin dê kêm bimîne.”

‘Civaka Êzidî serekaniya Kurdîtiyê ye’

Li ser navê KNK’ê Sabriye Sevgat tevli kongreyê bû di axaftina xwe de diyar kir ku civaka Êzidî serekaniya Kurdîtiyê ye û wiha axivî: “Civaka Êzidî bi têkokîna xwe, navê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê da nivîsandin. Em ê Şengalê û têkoşîna ku li vê derê tê meşandin ji bîr nekin û her dem li ba wan bin. Em parçeyek ji vê têkoşînê ne. Civaka Êzidî şaneya esasî ye, ji ber wê yekê berxwedan a me hemûyan e. Rêberê me yê ku li Îmraliyê li ber xwe dide, me anî van rojan. Ji bo vê yekê azadiya serokatiyê tê wateya azadiya Êzidxanê.”

‘Kongre ji bo dijminên me bersivek e’

Ji komîteya amadekar a kongreyê û endama beşa dîplomasiyê ya Tevgera Jinên Azad (TAJÊ) Suham Şengalî behsa girîngiya lidarxistina kongreyê di meha Nîsanê de kir û wiha domand:
“Berî her tiştî em kongreyê li têkoşerên civaka Êzidî yên di van salan de şehîd bûne pîroz dikin. Ev kongre di encama têkoşîna wan de pêk hat. Ev kongre di heman demê de ji bo hêzên ku îradeya Şengalê nas nakin û dijminahiyê bi me re dikin bersivek e. Demek dirêj bû amadekariya vê kongreyê dihat kirin. Di kongreyê de bi gişî li ser girîngiya reveberiya xweser a deşta Nînovayê hat sekinandin. Wekî rêveberiya Şengala Xweser û Demokratîk em li ser berfirehbûna hebûna xwe ya li herêmê rawestin. Her wiha terz û nêrîna rêveberiya xweser a ji pirsgirêkên civakê re, yek ji xalên girîng ên kongreyê ye. Em armcan dikin ku bi vê kongreyê gavên girîng bavêjin. Sekna li dijî êrîşên li ser rêveberiya xweser û Şangalê ji bo me girîng e, bi vê kongreyê bersivdayîn gelek girîng e.”

‘Gelên li Iraqê li gorî bawerî û çanda xwe divê xwedî mafên xwe bin’

Suham Şengalî li ser di zagonên Iraqê de hebûna bawerî û çandên gelan jî wiha got: “Gelên li Iraqê dijîn divê li gorî bawerî û çanda xwe xwedî mafan bin. Em weke rêveberiya xweser ji bo vê yekê têdikoşin. Ev têkoşîn ne tenê ji bo civaka Êzidî ji bo hemû netewan e. Ji ber vê yekê tifaq û yekitiya gelan girîng e.”

Suham Şengalî herî dawî behsa rola jinan a di pergala Şengala Xweser û Demokratîk kir û wiha bi dawî kir: “Di pergala rêveberiya xweser de ji bo jin nûnertiya xwe bikin gelek derfet hene. Jin bi ruhê jin jiyan azadî tevli kongreyê bûn.”

Nujinha-Şengal-SİTİ ROZ

Show More
Back to top button