Tevgera Jinên Êzidî di salvegera rizgarkirina Şengalê de kongreya xwe lidardixe

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî weke bersivekî ji fermanê re di salvegera rizgarkirina Şengalê de kongreya xwe ya duyemîn lidardixe û ji bo mezinkirina rêxistinbûna xwe gavên nû diavêje.

Êzidî di 3’yê Tebaxa 2014’an de di komkujiyekî mezin re derbasbûn. Qurbaniyên herî mezin yên fermanê û sedsalê jî jinên Êzidîbûn. Bihezaran jinên Êzidî hatin revandin û hatin qetilkirin. Heya niha jî çarenûsa bihezaran zarok û jinên Êzidî, nayê zanîn. Lê jinên Êzidî vê carê şîn ne gerandin, hêrsa xwe xwe veguhertin tolhildaneke mezin û hêza xwe ya parastinê ku niha weke YJŞ tê zanîn, avakirin. Piştî hêzên parastinê Jinên Êzidî di sala 2015’an de dibin sêwana TAJÊ de kombûn û têkoşîna xwe bi sazbûneke mezintir berbi pêşve bir. TAJÊ li gel rêxistinbûna xweser a jinan, hewlda jin di nava hemû sazî û rêxistinên girêdayî Rêveberiya Xweser de jî bi awayeke çalak cih bigirin û di rêveberiyan de jî sîstema hevserokatiyê pêşxist. Ji bo jin di hemû qadan de çalakbin jî gelek jinên pêşeng gihand û perwerdekir.

TAJÊ kongreya xwe ya yekemîn di 9’ê Îlona 2019’an de lidarxist û wê îro jî kongreya xwe ya duyemîn bi dirûşma, “Emê xwe ji fermanan biparêzin, azadiya jin û civakê mîsoger bikin” lidardixe. TAJÊ ku di salvegera rizgarkirina Şengalê de tê lidarxistin, têgotin ku wê bi bernameyeke berfireh û biryarên nû bernameya xwe ya têkoşîn û xebatê diyar bike.

Şengal di 13’ê Mijdara 2015’an de bi pêşengiya gerîlayên HPG-YJA-Star, şervanên YPG-YPJ’ê, komek ciwanên Êzidî hatibû rizgarkirin.

ŞENGAL- ROJNEWS

Show More
Back to top button