TAJÊ berxwedana gerîla silav kir 

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) diyar kir ku berxwedana gerîla parastina nirx û dîroka Kurdistanê ye û got, “Dem dema azadiyê ye, dem dema gerîlatiyê ye, dem dema Egîd û Zîlanan e'

 

Tevgera Azadiyê y a Jinên Êzidî (TAJÊ) li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û têkildarî berxwedan û têkoşîna gerîla ya li dijî dagirkeriyê li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Berdevka Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sebîha Sebrî ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji 23’yê Nisanê ve bê navber dewam dikin. Berxwedana gerîla ya li beramberî vê dagirkeriyê her diçe mezin dibe û dikeve nava dîrokê. Gerîlayên Kurdistanê ne tenê parastina Kurd û Kurdistanê dikin, di heman demê de parastina rastiya azadî û mirovahiyê dikin. Ji bilî gerîlayên li çiyayên Kurdistanê kes nekarî li hemberî çeteyên DAIŞ’ê û dagirkeran şer bikin. Lê mixabin îro herî zêde şervanên Rêber Apo dibin hedefa êrişan.

Ji ber ku dewleta Tirk a faşîst dagirker nekarî bi ser bikeve vê carê bi şerê xwe yê qirêj çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar tîne. Her wiha bi rêya xiyaneta PDK’ê dixwaze şerê birakujiyê bide destpêkirin. Di dîroka PDK’ê de xiyanet her hebûye, lê vê dema dawiyê PDK heta jê tê vê xetê diparêze û heya dawî dixwaze ku van nakokiyan kûrtir bike.

Bi navê Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) em berxwedana gerîla silav dikin û bi hemû hêza xwe piştgiriyê didin wan. Di heman demê de xiyaneta PDK’ê û dagirkeriya dewleta Tirk şermezar dikin. Bi saya fikir û ramanê Rêber Apo gerîla ava bû û bi saya gerîla jî gelê me ji fermanê rizgar bû. Çawa di sala 2014’an de gerîlayên azadiyê yên weke Şehîd Nûjin, Şehîd Dilgeş, Şehîd Egîd, Mam Zekî û bi hezaran şervanên azadiyê bi hawara me ve hatin û ji bo Şengaleke azad û Êzidxana me canê xwe feda kirin, em jî weke jinên Êzidî îro wan bi bîr tînin û di şexsê fermandaran de sozê didin ku em ê xwedî li gerîlayên xwe derkevin.

Ji bilî gerîlayên Rêber Apo û hêzên YBŞ û YJŞ’ê baweriya me bi ti hêzê nayê ku çand û civaka Êzidiyan biparêzin. Di vê dema dawiyê de dewleta Tirk bombeyan li Mexmûr, Ranya, Silêmaniye û Şengalê dibarîne. Ev yek nîşan dide ku êriş û planên qirêj li ser destketiyên me hene. Eger gerîlayên me li çiyayên Kurdistanê lawa bibin wê hemû herêmên me bêne dagirkirin. Berxwedana gerîlayên azadiyê parastina nirx û dîroka me ye. Bi saya leheng û qehremanên mîna Egid Civyan û Dilşêr, Nûjînan, Têkoşer û Botanan wê ev berxwedanê bi ser bikeve.

Bi navê Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) em xwedîderketina li gerîla, weke xwedîderketina li Rêber Apo dibînin. Xwedîderketina li civaka me ye. Ji bo wê em ê xebat, çalakî û têkoşîna xwe ya li beramberî dagirkeriyê mezintir bikin. Em bang li hemû jinên Êzidî dikin, bang li tevahî jinên azadîxwaz dikin ku dakevin qadan û dengê xwe li bermberî dagirkeriyê bilind bikin. Dem dema azadiyê ye, dem dema gerîlatiyê ye, dem dema Egîd û Zîlanan e.”

ROJNEWS-NAVENDA NUÇEYAN

Show More
Back to top button