Bernameya çalakiyên ji bo salvegera Ferman 3’yê Tebaxê hate eşkerekirin

Meclisa Xweseriya Demikartîk a Şengalê di bin dirûşmeya ‘Avakirina Xweseriya Şengalê hesabxwestina fermanê ye’ bernameya çalakiyên ji bo salvegera Fermana 3’yê Tebaxê eşkerekir.

Di 3 Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrişî Şengalê kirin û komkujiyek mezin pêkanîn. Ji bo bîranîna şehîdên Şengalê hêdî hêdî merasîm û çalakî tên lidarxistin.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê bi boneya 8. Salvegera Fermana 3’yê Tebaxê bernameya çalakiyên li Şengalê bên kirin, ragihand.

Li gorî bernameya hatî ragihandin wê sibe çalakiyên ji bo şermezarkirin û bîranîna qurbaniyên Fermana 3 Tebaxa 2014’an destpê bikin.

Meclisa xweseriya Demokratîk ya Şengalê ragihand; “Em di 3 Tebaxa 2022’an de derbasî 8’emîn salvegera fermanê dibin, di nava 8 salan de gelê me tevî hemû zehmetiyan karî xwe bi rêxistin bike, dijî êrişan li ber xwe bide û heya astekê koçber vegeriyane ser axa xwe ya pîroz. Lê tişta ku kêm maye, hesabxwestine, me biryar da em êdî hesab bixwazin.”

Dirûşmeya ji bo çalakiyan; “Avakirina Xweseriya Şengalê, hesabxwestina fermanê ye’

Pilansaziya çalakiyên ji bo salvegera fermanê:

Wê sibe (20’ê Tîrmehê) bi pêşengiya TAJÊ li Sinûnên meşek were lidarxistin.

Di 22-23 Tîrmehê de wêneyên dema fermanê li ser rêyên giştî werin daliqandin.

24 Tîrmehê pêşangehek wêneyên fermanê ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan û Çand û Hunerê ve were vekirin.

27’ê Tîrmehê de wê PADÊ li ser fermanê komxebatek lidarbixe.

Di 28 Tîrmehê de li Şengalê wê bi pêşengiya Jinên Ciwan meşek were lidarxistin. Meşa ciwanan wê ji bazara kevin heya Metrisa Sohir ya navenda Şengalê dewam bike.

Di 29-30’ê T3ırmehê d ejî wê li cihên cuda sînevîzyon werin nîşandan.

Wê di 1’ê Tebaxê de Desteya Eşayîr kon vede.

Wê ji bo Şehîdên Şengalê xêr bê dayîn.

Di 2’yê Tebaxê de wê malbat serdana gorên komî bike.

Wê di 3 Tebaxê de jî meşek girseyî were lidarxistin. Meş wê ji dewra Mam Zekî heya cihê Meclîsa Gel ya li Navenda Şengalê dewam bike. Piştre jî bernameya salvegera fermanê destpê dike.

Wê di heman rojê de li tevahî Şengal û dervey Şengalê di saet 10:00’an de deqeyek rêz ji bo cangoriyên fermanê were girtin.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê bang li hemû gel û dostên civaka Êzidî kir da ku bi girseyî di çalakiyan de amade bin û hesab ji kesên bûne sedema fermanê bipirsin.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button