‘Xweserî mafê Şengalê ye’

Parlamentera Parlamenta Iraqê Yûsra Recep serdana konê çalakiyê yê li Şengalê kir û got, li gorî qanûnên Iraqê mafê xelkê me ye ku bi rengekî xweser bijî û xwe biparêze

Heyeta bi pêşengiya Parlamentera Parlamenta Iraqê Yûsra Recep serdana Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) û konê nobedê yê li dijî lihevkirina Tirkiye-Iraq-Hewlêrê hatiye vedan, kir. Xelkê me ku li dijî peymana Tirkiye-Iraq-PDK’ê zêdeyî 4 meh in bi dirûşma “Em hemû Asayîş in” kon vedaye, di hevdîtinê de daxwazên xwe ji heyeta Iraqê re ragihand.

Parlamenter Yûsra Recep li ser serdanê ji ANF’ê re axivî. Yûsra Recep bi bîr xist ku wan sond xwaribûn, bêyî ku cudahiyê bixe nava ol, mezheb û neteweyekê di her şert û mercî de erk û wezîfeya xwe bi cih bînin û destnîşan kir, daxwazên xelkê me yê ku 128 roj in çalakiyê dike, divê tavilê bêne qebûlkirin.

BERXWEDANA ŞENGALÊ PÊŞÎ LI PÎLANAN HEMÛYAN GIRT

Yûsra Recep anî ziman ku ji hikumeta Iraqê heta niha kesî serdana konê çalakiyê nekiriye, guh nedaye daxwazên me û got, “Ev xelk daxwaza mafên xwe yên rewa dike. Yek ji daxwazên vî xelkî ew e ku hêzên di rojên zehmet de dest ji wan berdan û reviyan, venegerin Şengalê. Ev daxwaz jî mafê wan ê herî xwezayî ye. Ji ber ku baweriya vî xelkî bi van hêzan nemaye. Xelk dixwaze Şengal xweser be. Ev daxwaz jî li qanûnên Iraqê tê. Xelkê Şengalê welatiyê Iraqê ye. Destûra Bingehîn a ıraqê wî mafî dide her kesî ku bi ol, nasname û zimanê xwe bijî. Lewma daxwazên çalakgeran rewa ne. Ez bi xwe jî piştgiriya wan dikim û daxwazên wan di cih de dibînim. Mafê wan e ku xwedî hêzekê bin. Ji ber ku ji bilî hêza wan a leşkerî ti hêz nikare wan baştir biparêze.”

Yûsra Recep bi dewamî bal kişand ser berpirsyariya hikumeta Iraqê ya ji bo jinûve avakirina Şengalê û diyar kir ku ji bo vê jî divê hikumet budçeyê veqetîne. Yûsra Recep got, “Ji bo hêzên derve bandorê li dewleta Iraqê nekin, divê em hîn bi biryar û xwedî îrade bin. Pêwîste em pirsgirêkên xwe hemûyan di nava xwe de çareser bikin. Sekna bi biryar û berxwedana xelkê Êzidî pîlanên hêzên navneteweyî yên li Şengalê pûç kir. Em ê heta dawiyê bi xelkê Şengalê re bin.”

DIVÊ DAXWAZÊN ME BÊNE QEBÛLKIRIN

Endama TAJÊ Emşe Şengalî jî kêfxweşiya xwe ya ji ber serdana Parlamenter Yûsra Recep û heyeta pê re anî ziman û diyar kir ku wan ji heyetê xwestine dengê wan bidin bihîstin. Şengalî destnîşan kir ku divê zextên li ser wan tavilê bi dawî bibin û ragihand, wê xaka Şengalê ji kesî re nehêlin. Şengalî diyar kir, ew ê ti hêza ji derve qebûl nekin û anî ziman ku wan ji bîr nekirine, di dema êrişên DAÎŞ’ê de hêzên Iraqê û PDK’ê çawa reviyan.

Şengalî destnîşan kir ku ji bilî YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê baweriya wan bi ti hêzê nemaye û got, “YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê divê ji aliyê hikumeta Iraqê ve bêne naskirin. YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê yên ku Şengalê diparêzin, ji zarokên vê xakê ne, zarokên me ne. Bila bihêlin em ê xwe bi xwe biparêzin. Dema ku bi hezaran jin, zarok ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatin revandin, hêzên Iraqê hingî li ku bûn? Hêzên Iraqê yên dixwazin bên Şengalê wê wextê ji bo me tiştek nekirin. Lê niha bi hêzê leşkerî êrişî me dikin.”

Emşe Şengalî ragihand ku 7 salin xelkê li dijî DAÎŞ’ê li ber xwe didin û destnîşan kir ku divê hikumeta Iraqê daxwazên me ên ji bo xweseriya demokratîk qebûl bike. Şengalî bi bîr xist ku li Iraqê gelek hêz hene û got, “Mîna her kesî mafê me ye ku xwe biparêzin. Em ne bawerin ku hêzek ji derve bê me biparêze. YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê ji xwe hene ku Şengalê diparêzin. Yekane daxwaza me ew e ku ev daxwazên me bêne qebûlkirin.”

Show More
Back to top button