Ferman bi koçberkirinê dewam dike

Ev ferman hîn dewam e! Sedema dewamkirina fermanê siyaseta li ser gelê me yê Êzîdî ye. Yek ji stratejiya fermanê jî koçberkirin û revandina ji xaka xwe ya pîroz e. Piştî fermanê ev jî ji aliyê dewletên yekbûyî ve hate meşandin.

Di ser fermana 3’ê Tebaxê re 8 sal derbas bûn, lê hîn awrê çavên dijwar û şewata dil her kêlî wekî wêneyekî di bîra gelê Êzîdxanê de zindî dikele. Di nava van 8 salên derbasbûyî de çi qewimî? Gelê me yê Êzîdî  çawa jiya? Hîn bandora vê fermanê li ser wan çi ye? Her wiha gelek pirsên ku hîn sergirtî û veşartî yê şilo dixe ber lêpirsînê hene. Pirsa herî zêde jî ku mirov dide fikirandin û dixe nava gumana çima gava li ber çavê cîhanê gelê Êzîdî bi maşîneya direvandin hêzên koalîsyonê û dewletên din mudaxale nekirin û temaşe kirin?

Gelê me yê Êzidî di dîroka xwe de 74’ê ferman dîtine. Her ferman bûye sedemê tevkûjî, koçberkirin, dîlgirtin, tecawîzkirin û wêrankirina axê. Lê di heman demê de gelê me yê Êzîdî li li hemberî van her 74’ê fermana karîbûne li ser pîyan bimîne û hebûna xwe heta îro dewam bikin. Lê ev ferman ji fermanê din pir cûdatir bû! Ji ber fermaneke bîrdozî, felsefîk û stratejîk di aliyê şerê derûnî û şerê taybet de bi qirkirina nijadperestî hatibû amadekirin.

Gelo cudahiya vê fermanê ji yê din çi bû? Wekî tê zanîn di rastiyê de hêzekî wekî DAÎŞ’ê ku dijminê mirovahiyê bû bi hestên tolgirtinê, bi qirkirina nijadperestî êrîşê gelê me yê Şengalê kir. Armanca wan tevkûjî, tûndî, dilgirtin û tunekirin bû. Wê demê parastina Şengalê ji aliyê PDK’ê û dewleta Iraqê ve dihate kirin. Wekî tê zanîn bi êrîşên DAÎŞ’ê re reviyan û gelê me yê Êzîdî di nav lepên wan kûjerê devbixwîn û hovane de hiştin.

Li ser pêşdîtin û bangawaziya Rêber Apo tevgera PKK’ê bi koma ji 12 siwariyan berî êrîşê bi çend rojan ji bo rêxistinkirina parastin û tedbîrê ewlehî girtinê şandibûn Şengalê. Ev kom hîn di nava hewldana rêxistinkirinê de bû, ferman çêbû. Vê koma 12 siwariyên gerîla, kêm jî be hinekî pêşî li fermanê girt û gelê me yê Êzîdî ji nav lepê kujerê fermanê rizgar kir. Ji xwe piştî wê bi çend rojan Tevgera PKK’ê grûb bi grûb gerîla şandin hewara gelê me yê Êzîdî û ji xeteriya qirkirinê rizgarkirin. Lewma armanca ku DAÎŞ’ê hedef kiribû nêvyê nêvî astengkir û bi bedelê mezin dayinê pêşiya wê girtin.

Ev ferman hîn berdewam e! Sedemê hê berdewama fermanê siyaseta li ser gelê me yê Êzîdî meşandine. Yek ji stratejiya fermanê jî koçberkirin û revandina ji xaka xwe ya pîroz e. Piştî fermanê ev jî ji aliyê dewletên yekbûyî xistin meriyetê. Di civînên navxeyî de ji bedêla alîkarî û parastina gelê me yê Êzîdî bikin zêdetir wê kî welat çiqas êzîdî bihewîne gotûbêj kirin û li ser vî esasî biryara koçberkirina wan girtin. Ji bo vêna têxin meriyetê ji Şengalê heta Ewrûpa deriyê sînorê xefikê vekirin û teşwîqî koçberkirinê kirin. Bila gelê me yê Êzîdî bizanibe ku ev nêzîkatî û feraset dihat wateya temamkirina fermanê. Ji ber koçberkirin yek ji polîtîka dev ji berdana bawerî, çand û axa xwe ya pîroz bi rêya koçberkirinê xistina meriyetê bû. Di cehwer de ev perçekî ji siyaseta qirkirina bawerî û çandî bû. Bi vê re jî her hêzeke wekî dewleta Îran, Iraq û KDP’ê xwe birêxistinkirin û dewletên yekbûyî di bin navê alîkariya munazemê de xwe li Şengalê bicîhkirin. Di encama vê siyasetê de gelê me yê Êzîdî  perçe kirin, di halê xwe de hiştin, ji xwe bêbawer xistin, hêvî û bendewarî ji dervekirin û her wiha bi qey fermanê xeteriyek metirsîdar avakirin. Vêna jî wekî çareseriyê pêşkêşî gelê me yê Êzîdî kirin. Helbûkî ev formula ku wekî çareseriyê pêşkêşî gelê me yê Êzîdî dikirin dihat wateya qirkirina fermana bawerî, siyasî û erdnîgarî. Lewma jî fermanê her tim di aliyê polîtîk de bêtir di aliyê jan û xemginiyê de xistin rojeva xwe de. Mînak hinek jinên ku ji destê DAÎŞ’ê rizgar bûne bi hestyarî bi rêya xelata  çiqasî li jinên Êzîdî xwedî derdikevin xwe didan nîşandan. Wek dayikên ku bi rêya şekir zarokên xwe qaneh bikin dixapînin. Ev nêzîkatî nêzîkatiyek dirû û sexte ye. Ji ber pirsgirêka gelê me yê Êzîdî ne pirsgirêkek hestyarî ye ku bi rêya jinên ji destê DAÎŞ’ê rizgarbûne bi xelata çareser bikin. Ji ber hîn bi hezaran jin, zarok û gelê Êzîdî di destê DAÎŞ’ê de dîlgirtîne û aqûbeta wan nediyar e. Pirsgirêkek hebûn û tinebûna bawerî û nasnama xaka Şengalê ye. Ji bo vê yekê heqîqeta rastiya gelê me yê Şengalê berovajî bikin û ji kok de negrin dest bi zanebûn wekî şêwe hilbijartine.

Di vê wateyê de wekî hem di fermanê de û hem jî ji siyaseta ku piştî fermanê li ser gelê me yê Êzîdî hate meşandin bi dersa dagirtî ye. Eger bi taybetî di serdema sed sala 21’mîn de li dijî Modernîta Kapîtalîzmê ku li ser qirkirina gelan di warê bawerî, olî, çandî û civakî de ava bûye raweste; pêwîste baweriyek bêparastin, çandek bêjiyîn , hebûnek bêpêşxistin û civakek bêrêxistinkirin nemîne. Mînak tu civak wekî gelê Êzîdî nexwedî baweriyek xurt û bi hêz bû. Lê ji ber baweriya xwe nedispart parastinek hêza cehwerî di rojekê de di fermanê de derbas bû. Wekî di vir de jî tê fêhmkirin pêwîste her bawerî xwe dispêre hêz û yekîtiya xwe parastinê.

Niha li ser vî esasî civaka Êzîdî bi rêya YBŞ- YJŞ, Asayîşê û rêveberiya xweser xwe birêxistin kiriye, ku ev yek girîng e. Vegera li Şengalê û di nava rêxistina rêveberiya xweser de cih girtin erka her ferdekî Êzîdî ye. Encax bi tevlêbûna rêveberiya xweser û vegera Şengalê ji gelê xwe re bibe bersiv û xwe biparêz e.

Li ser vî esasî salvegera fermana 74’mîn bi tevlêbûna rêveberiya xweser û li şehîdên xwe xwedî derketin û ewrê roja reş a fermanê ji ser xwe rakin, encax bi vî awayî bi civakek rêxistinkirî û polîtîk paşeroja xwe bi xeyalê azadiyê biparêzin, hesab bixwazin û xeteriya fermana ji ser xwe rakin.

YEZDA HAVÎN- NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button