‘Gotin seyda razaye, bi sedan kes bûn qurbanî’!

Di 14’ê Tebaxa 2007’an de piştî komkujiya Tilezêrê, 2 wesayît jî berê xwe didin Sîba Şêx Xidirê. Xelkê Sîbayê baregeha PDK’ê ji ber egera erişê hişyar dike, lê zêrevan dibêje ‘Biborin Seyda razaye.’Xewa seydayêPDK’ê,rê li ber komkujiyê vedike lê xelk bi xwe rê li ber wesayîtên bombebarkirî digire.

Li ku derê berxwedanî hebe dijmin nikare bigihe hedefa xwe ya esasî, teqîna sala 2007’an a li Tilezêr û Sîba Şêx Xidirê jî vê yekê radixe ber çavan. Dijminên Ezdatiyê plan datînin ku van her du komalgehên bi hev re ji holê rakin. Dixwazin Tilezêr bi dû wesayîtan û Sibayê bi dû wesayîtan biteqînin, her du komelgeh li erdê rast bikin û xelkê wê qirbikin. Lê tişta ku pîlana dijmin şikand, çirûska berxwedaniyê bû.

Di 14’ê Tebaxa 2007’an de çar wesayîtên bombebarkirî berê xwe didin Şengalê, du ji wan di bendên kontrolê yên pêşmergeyên PDK’ê re xwe digihînin nava Tilezêr û diteqînin. Di vê teqînê de tê gotin nêzî 400 kes şehîd bûne û 500 jî birîndar bûne. Piştî ku ev teqîn çêdibe  her du wesayîtên din berê xwe didin komelgeha Sîba Şêx Xidirê, lê çirûskek berxwedanê heya astekê rê liber vê êrîşê digire.

Dema gel guman dike ku ewê rastî êrîşê bên, serî li baregeha pêşmergeyên PDK’ê ya li komalgehê didin, ji wan dixwazin rê li ber êrîşê bigirin. Lê zêrevanê baregehê ji gel re dibêje ‘Biborin Seyda razaye.’ Ev razana seydayê PDK’ê rê li ber êrîşê vedike û wesayîtên bombebarkirî berê xwe didin Sîbayê, gel bi çekên xwe li ber xwe dide û rê li ber komkujiya mezin digire.

Gelê Sîbayê rê li ber komkujiya mezin girt’

Kemal Eli yek ji şahidên bûyerê ye ku kêliyên êrîşa 2007’ê û fermana 2014’an jî jiyaye. Kemal Elî li ser êrîşa 2007’ê diyar dike ku eger berxwedanî hebe ewê dijmin nikaribe bigihe hedefa xwe ya esasî û vê nirxandinê dike: “Pêwîste xelkê me şiyar be û ji bilî xwe pişta xwe bi tu kesekî girê nede. Dema xwestin êrîşî me bikin li hev xwedî derketinek pêş ket, gel bi îradeya xwe li ber wan sekinî û rê li ber komkujiya mezin girtin. Eger berxwedanî neba wê encamê teqîna li Sîbayê gelek mezin ba. Ev wê nîşan dide eger berxwedanî hebe ewê rê li ber pilanên dijmin bê girtin.”

Kemal Elî destnîşan dike ku eger dema komkujî û fermanan rêxistina gel hebûya wê ti kesî nekariya zerarê bide civaka Êzidî û wiha pêde diçe: “Ji bo me ti cidahiya pêşmerge û hikûmeta Iraqê nine, ji ber dibin desthilatiya wan de em dû caran di komkujiyê re derbas bûne. Wan serê xwe li me ne êşandiye, lazime xelkê me parastina xwe bike û pişta xwe bi ti partiya siyasî girênede, ji ber ku gelê me dikin qurbaniyên siyaseta xwe. Di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an û Teqîna 2007’an de ev der di bin destê pêşmergeyan de bû, pîlana wê danîbûn ku civaka me qir bikin.”

‘PDK’ê tiştek nekir, me rê li ber wesayîtan girt’

Xelîl Xwedêda ku ew bi xwe jî li ber wesayîtên bombebarkirî tevlî berxwedanê bûye, ji me re qala wan kêliya dike: “Dema ku me bihîst li Tilezêr teqîn çêbûye, me xwest em parastina xwe bikin. Ji ber ku agahî hebûn xeterî li ser me jî heye lê li vir hêzên pêşmergeyan hebûn û ji me re gotin tiştek nine. Ji bo em wan li ser vê xeteriyê hişyar bikin me berê xwe da ber baregeha pêşmergeyan lê zêrevan ji me re got ‘Seyda Razaye’. Xewa Seyda bû sedem rê li ber vê teqînê vebe. Piştî me dît ku ew me naparêzin û serê xwe li me naêşînin, xelkê Sîbayê rabûn serxwe û li berxwedan. Wesayîtan berê xwe dan Sîbayê ji bo wek Tilezêr komkujiyê pêk bînin lê me rê li ber wan girt û nehişt bigihe armanca xwe. Me şehîd û birîndar dan lê bi berxwedaniya xwe me karibû rê li ber karesata mezintir bigirin.”

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ- ROJNEWS

Show More
Back to top button