Plana dagirkirina Şengal û Dêrikê

Dewleta Tirk xwe amade dike ku di nava 10 rojan de êrişeke dagirkirinê bide destpêkirin û pê Şengal û bajarê Dêrikê dagir bike

Piştî hevdîtinên wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar ên li Bexda û Hewlêrê serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan pirsa rojnamevanan a “Dê operasyonek li dijî Şengalê pêk bê?” wiha bersivandibû: “Em her tim amade ne ku operasyonên hevpar pêk bînin lê heta ku ev operasyon pêk neyên jî, nayên daxuyandin. Gotineke min heye; “Dibe ku şevekê em ji nişka ve bên”. mesele tev ev e.”

Têkildarî mijarê gelek çavkanî ji ANHA’yê re axivîn û destnîşan kir ku dewleta Tirk xwe amade dike ku di heman demê de êrişî Şengal û Dêrikê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

Çavkaniyan diyar kir ku dê ev êriş di nava 10 rojên pêş de pêk bên lê agahiyên berfirehtir nedan.

ANHA

Show More
Back to top button