Jinên Şengalê xwe ji bo parastina Êzîdxanê amade dikin

Jinên ku di her kêliyekê de balê dikişînin ser fermana 3’yê Tebaxa sala 2014’an, dibêjin ku ax, bawerî û çanda me dibin gefan de ye, her roj li ser me plan û listikên qirêj tên meşandin, lewma em jî wek jin, ji bo ku careke din di fermanan de tûne nebin, pêdivî bi perwerdeya çekan dibînin

Hikûmeta Iraqê demek beriya niha bi hinceta pêkanîna peymana Bexda-Hewlêr a dijî Şengalê, gef li Rêveberiya Xweser a Şengalê kiribû û xwestibû ku heta 1’ê Nîsanê hemû hêzên parastina Êzidxanê ji herêmê derxînin. Li ser vê yekê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) 25’ê Adarê li gel nûnerên hêzên parastina Êzîdxanê, Partiya Azadiya Demokratîk a Êzidiyan (PADÊ), Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), saziyên sivîl, rûspî û oldaran re civiya û eşkerekir kir biryar heya dawî berxwedan e.

Li ser biryara MXDŞ’ê, jinên Şengalê jî ji bo parastina deskeftiyên xwe yên 7 salan dest bi perwerdeya çekan kirin.

Êş û janên ku jinên Êzidî di dema fermanê de dîtine, hêrsa jinan gelekî mezin kiriye û êdî bi awayekî jixwe bawer biryar girtine ku xwe bixwe biparêzin.

Yek ji jinên ku perwerdeyê dibînin Nazê Şengalî ye. Cara yekem e perwerde dibine, lê dema çekê dide milê xwe, bêtirs, jixwe bawer û wekî pisporan tevdigere.

Nazê ji gundê Sibayê yê Şengalê ye û şahidiya qetilkirina jinan, koçberî, birçîbûn û gelek êşan kiriye. Dema behsa wan kêliyan dike weke ku careke din jiyan dike, gotin di qirika wê de asê dimîne û nikare dom bike.

Wiha dibêje Nazê Şengalî: “Em îro bi hevalên xwe re hatine perwerdeya çekan. Em jin vê yekê ji xwe re pêwistî dibînin. Ji ber ku me weke gelê Şengalê fermanek mezin dît, bi taybet jinan di vê fermanê de êşên mezin kişandin. Ji bo ku em dawî li fermanan bînin divê em tev xwe perwerde bikin û li ber dijminên xwe bi sekinin.”

‘DİVÊ HERKES ZANİBE KA ÇİMA JİNÊN ŞENGALÊ XWE PERWERDE DİKİN’

Nazê Şengalî, careke din fermana 2014’an bibîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez dixwazin qala fermanê bikin da ku herkes bizane ka çima jinên Şengalê perwerdeya çekan girîng dibînin. Destpêkê ez li gundê Sibayê bûm. Berî fermanê gotin bila zilama werin çeperan, zilam tev çûn tenê zarok û dayik man. Rojek sere sibehê em rabûn me dît DAIŞ bi ser gund de girtiye, yên revîn revîyan, yên din jî ketin destê wan hovan. Gule li me jî direşandin, min bixwe bi van çavan dît çawa jinek li pêş çavên zarokên wê kûştin. Lê tiştek ji me nehat û em reviyan. Piştre em hatin gundê Sikêniyê, me nezanî di wê tariyê de bi sere zarokên me hatiye. Em ji wir jî hatin çiyayê Şengalê. Di çiya de em 7 rojan bê av û bê xarin man. Zilaman bi çekên kêm ên di malan de şer dikirin, yên din hatin kûştin, hinek reviyan.”

‘EGER JİNAN JÎ BİKARANÎNA ÇEKAN ZANÎBÛYA, DÊ XWE PARASTİBANA’

Nazê balê dikişîne ku eger di dema fermanê de jinan bikaranîna çekan zanîbûya, wê karîbana parastina xwe bikin û wiha axivî: “Hîç nebe wê karîbana ji bo nekevin destê wan xwe bi kûştana, lê nedizanîn.”

Nazê da zanîn ku di dema reva ji hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê de, li bin darekê rawestiya bûn û ji wan re hatiye gotin, “Wê Heval bên” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me Heval nas nedikirin, lê digotin ‘wê parastina me bikin’. Birastî jî wisa kirin. Ger ne ji hevalan ba wê yek ji me jî nemaba. Em heya gundê Kersê meşiyan, yên nedikarîn bimeşin jî li tirimpêlên xwe siwar dikirin, av û nan didan kesên kû ji taqet ketibûn. Heya Digurê em meşiyan. Li wir bi karnasê gule li me reşandin û ez li newalekê werbûm, pişta min êşîya ji wir şûnde min nekarî bimeşim. Ji kersê heya Rojava em bi şîr û pîrên xwe re meşiyan. Her kêliyek wê demê ji bo me bi êş û zor bû.”

Nazê Şengalê ku şahidiya berxwedan, têkoşîn û jinûve avakirina Şengalê jî kiriye, hêvî û hêzek mezin girtiye. Bi gotineke din ji êş û azaran hêzek xurt derxistiye, baweriya wê xurt bûye û dibêje ku li Şengalê jin bi armanca parastina hebûna xwe û civakê bêyî rawestan xwe di her warî de perwerde dikin.

‘EM BAWERİYA XWE NADİN YÊN KU BÛNE SEDEMA FERMANÊ’

Nazê Şengalî careke din balê dikişîne ser xiyaneta ku li civaka me hatiye kirin û wiha dibêje: “PDK netenê reviya, ew bû sedema mirina ewqas kesan jî. Hîna DAIŞ nehatî ji me re gotin ‘bikevin malan, derên xwe bigirin bi tû deran ve neçin emê we xelas bikin.’ Lê peyre me dît ne Hikûmeta Iraqê ne jî PDK li Şengalê nemaye, tev reviyan, em jî bi wî şêweyî ketin destê DAIŞ’ê . Eger gotiban ‘birevin’ ewqas mirov şehîd nediketin, wê ew jî weke me çûbana serê çîyê. Beriya fermanê me baweriya xwe bi PDK’ê dianî, lê me dît kû derewan dikin, ji ber wan ferman qewimî. Piştî wê fermanê bila hêvî nekin kû em ji wan bawer bin, em tenê û tenê ji zarokên xwe, ji hêza xwe tenê bawer dikin.”

‘EMÊ XWE BİPARÊZİN’

Nazê da zanîn ku ew wekî jinên Şengalê dixwazin herkes vê yekê bizane ku ew xwe perwerde dikin da ku fermaneke din nejîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me negotiye emê bi dewletê re şer bikin, lê kîjan dewlet û hêz li ser me pilanan bike û bixwaze me tûne bike, yan jî destkeftiyên me qebûl neke, em wan bêbersiv nahêlin, emê weke li ber xwe bidin. Bangawaziya min li tevahî jinan heye kû xwe perwerde bikin û bi taybet xwe nesipêrin zilaman. Me di fermanê de jî dît ka çiqas jin hatin kûştin û firotin. Ji bo wê divê jin xwe bike hêz û xwe perwerde bike, li ser lingên xwe bisekine.”

ÇAVKANÎ: EVÎN ZENDA/NESRÎN HISÊN-ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button