Konferansa li ser Xweseriya Şengalê destpê kir

Li Otela Navneteweyî ya Bexdayê ya li paytexta Iraq Bexdayê, bi beşdarbûna nûnerên partî û rêxistin cuda, eşîrên Şengalê û xizmên qurbaniyên fermanê, konferansa li ser Rêveberiya Xweser a Şengalê destpê kir.

Di salvegera 9’an a fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de li paytext Iraq Bexdayê bi pêşengtiya civaka Êzidî konferanseke girîng tê lidarxistin.

Konferansa bi mijara ‘Xwerêveberî misogeriya pêkhateyên Iraqê ye’ bi pêşengiya civaka Êzidî pêk tê.

Konferans li Otela Navneteweyî ya Bexdayê, bi beşdarbûna nûnerên partî û rêxistinên kêmenetewên cuda, her wiha eşîrên Şengalê û xizmên qurbaniyên fermanê destpê kir.

Biryare konferans heta êvarê dewam bike û tê payin li gel nirxandina fermanê, sedemên fermanê, girîngiya xwerêveberiyê ji bo Şengalê were nirxandin.

Bernameya Konferansê wiha ye:

Wê ji aliyê Xezal Reşo ve axaftina vekirinê were kirin. Piştî wê Nayîf Şemo wê daxuyaniya Meclisa Rêveberiya Xweser pêşkêş bike. Her wiha gotara Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê wê ji aliyê Hemed Beşar ve dê were pêşkêkirin. Gotar Tevgera Jinên Êzidî ya Şengalê wê ji aliyê Wade Reşo ve were xwendin. Her wiha gotara Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidî (PADÊ) wê ji aliyê Azad Ebdil ve were pêşkêşkirin.

Di berdewamiya Konferansê de wê Heluy Xidîde gotarek bi sernavê ‘Êzidî çima di demê berê û niha de kirine armanca qirkirinê, her wiha encamên piştî qirkirina rudayî çine’ pêşkêş bike. Şêx Azad jî wê gotarek bi sernavê ‘Jenosîdkirina Êzidiyan di perspektîfa yasayê de’ pêşkêş bike. Li pey wê Rehme Hesen wê li ser giringiya xwerêveberiyê ya ji bo civaka Êzidî bi sernavê ‘Armanca Rêveberiya Xweser û projeya wê’ gotarek wê pêşkêş bike. Konferans wê bi gotarek li ser li ser destûra Iraqê û mafên bingehîn ên Êzidiyan bi dawî bibe ku tekezî li ser wê yekê dê were kirin ku civaka Êzidî îradeya xwerêvebirina xwe heye.

BEXDA-ROJNEWS

Show More
Back to top button