Li Şengalê Dayê Gulê hate bibîranîn 

Jina berxwedêr Dayê Gulê ku li himberî DAIŞ’ê serî netewan û heta dawî şer kir, piştre ji aliyê DAIŞ’ê ve hate qetilkirin, duh li ber peykerê xwe ê li Sinûnê hate bibîranîn.

Civaka Êzidî yek bi yek şehîdên xwe yên ku di dema êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de şehîdbûne, bibîrtînin û soza tolhildana şehîdan didin.

Yek ji jinên berxwedêr Gulê Mişko ku di nava Êzidiyan de bi navê Dayê Gulê tê naskirin,bi wêrekî li dijî çeteyên DAIŞ’ê de liberxweda û heta kêliya dawî bi demanceyê şerê çeteyan kir û hate qetilkirin. Dayê Gulê duh li Şengalê bi merasîmekê hate bîranîn.

Gel li derdora Peykerê Dayê Gulê ya li Çerxerêya Mam Zekî kombûn. Di destpêkê de Oldar Şêx Saet bi çend sebeqiyên Qewlên Êzidiyan dest bi axaftinê kir û got: “Ferman li ser me hîna jî berdewamin. Em bi hêvîne ku gelê me hayîdar be û yekitî û tifaqa xwe xurt bikin. Bi salan behsa vê fermanê hatibû kirin lê me ne dizaniya ku çawa xwe bi parêzin.”

Keça Dayê Gulê Dilîman Reşo jî hestên xwe anî ziman û wiha axivî: “Îro cardin li me roja reşe, her ku ev roj tên û nêz dibin birînên me jî kûr dibin, lê em ji gelê xwe re dibêjin hîna jî fermana me bi dawî nebûye heta xwişkek me û dayîkek me di destê wan hovan de ye fermana me bi dawî ne bûye.”

Dilîman van gotina banga yekitiyê li civaka Êzidî kir: “Em bi hêvîne ku gelê me bibe yek dest heta ku carek a din ferman dûbara nebe. Ger em nebin yek û her yek ji me li gor berjewendiyên xwe yên şexsî û hizbî tevbigere emê tu caran jî ji fermanan xilas nebin. Kesek bi birîna me na hese ger em birînên xwe bi destê xwe ne kewînin wê tu kes ji mere ne kewîne. Me gelek cara pişta xwe bi dewletê û aliyên siyasî germ dikir, lê ew jî li me xayînin û tu tiştî ji mere nakin, heta niha bi deh hezaran girtî, şehîd û dîlê me hene, lê me ne ditiye ku kesî serê xwe bi ve êşandiye. Niha gelek dewleta qirkirina me weka jenosîd qebûl kiriye, lê tenê bi devkiye tu pêngava din ne avêtine ew kesên ku bûne sebeba fermanê ne darezandine.”

Her wiha Endama TAJÊ Kinê Xidir jî axivî û wiha pê de çû: “Emê nû ji çi bi tirsin tişta em jê di tirsiyan bû û qewimî, emê nema pêngava tirsê bavêjin, emê bibin şopdarê rêya Dayê Gulê û bi hezaran şehîdan. Bila gelê me yek dest û dil be da destê dijmin ji me negire û em dilê wan li xwe rehet nekin. Em bi hêvîne ku gelê me vê rojê ji bîr neke û lê xwedîderkeve. Emê 3’ê Tebaxê baş bînin pêş çavê dijmin û neyara û em di bêjin serê malbata Dayê Gulê saxbe. Şehîd namirin.”

Piştî axaftina li derdora peykerê Dayê Gulê mûm hatin pêxistin û çalakî bi dawî bû.

ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button