Nûnerên Saziyên Şengalê: Divê gelê me ji bo hilbijartinê seferber bibe

Endamên sazî û rêxistinên Rêveberiya Xweser a Şengalê û TAJÊ, ji xelkê Şengalê û bi taybet jî ji civaka Êzidî xwestin, ji bo hilbijartinên encûmena parêzgeha Ninowayê seferber bibin û gotin: “Divê civaka me tenezûlê malê dinê neke, di dema hilbijartinê de fermanê bîne ber çavê xwe û dengê xwe ji bo Şengaleke Xweser bikarbîne, bi rêya hilbijartinê pîlanên li ser Şengalê têk bibin.”

18’ê Kanûnê wê li seranserî Iraqê hilbijartinên Encûmenên parêzgehan werin kirin. Yek ji parêzgeha herî krîtîk û rikaberî, lîstikên siyasî yên herêmî û navxweyî li ser hene jî parêzgeha Mûsilê ango ya Ninowayê ye.

Namzetên Rêveberiya Xweser û PADÊ jî bi lîsteya tifaqa ‘Yekîtiya Gelên Ninowayê’ tevlî hilbijartinên parêzgeha Ninowayê dibin.

Beriya hilbijartinê PDK hem li Şengalê hem li Mûsil û kampên koçberan dest bi lîstikan kiriye. Bi rêya gef, tirsandin, zext û kirîna dengan hewl dide li ser kotaya Êzidiyan hinek kesan bişîne encûmena parêzgeha Ninowayê. Bi taybet li hinek cihan ji bo deng bigire, hejariya gel bikartîne û dixwaze dengê wan bikire.

Çend roj mane ji hilbijartinê re, li Şengalê jî hemû sazî û rêxistinên girêdayî Rêveberiya Xweser a Şengalê ketine seferberiyê ji bo gel tevlî hilbijartinê bibin û dengê xwe di berjewendiya civaka Êzidî de bikarbînin.

‘Divê hemû gelê me ji bo hilbijartinê serferber bibe’

Endamê Desteya Rêveber a Şengalê Dexîl Qîranî, diyar kir wan ji bo hilbijartinê dest bi hemleyeke xebatê kiriye û got: “Em di vê hilbijartinê de bang li gelê xwe dikin, deng bidin xwe. Namzetên berê yên Şengalê ji hinek din re kar dikirin, gel ti sûdek ji wan nedît. Ji ber vê jî paşê poşmaniyê dijîn. Ji ber vêya em dengê xwe digihînin gelê xwe û daxwazê ji gelê xwe dikin, divê biçûk heya mezin gelê me dengê xwe di berjewendiya civaka Êzidî de bikarbînin. Divê dema Êzidî diçin ser sindoqan, yên di ber Êzidiyan de canê xwe fedakirine ji bîr nekin. Em careke din ji gelê xwe daxwaz dikin, dengê xwe bidin namzetên me (PADÊ).”

‘Nabe pêşeroja xwe ji bo nîv milyon dînar bifiroşin’

Qîranî qala kirîna dengan ji aliyê PDK’ê ve jî kir û ev bang li gel kir: “Li Iraqê hilbijartin bi awayeke dadperwerane pêk nayê, li ser bazirganî tê kirin. Lê nabe piştî van şehîdan û fermanan ti Êzidiyek dengek xwe bifiroşe. Nabe pêşeroja xwe ji bo nîv milyon dînar, kartonek xwarin an mûcemîdeyek (buzdolabî) bifiroşin.”

‘Yekitî hêze’

Li ser kordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê jî Dexîl Qîranî kêfxweşiya xwe anî ziman û got: “Em gelek bi Kordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê keyfxweşin. Ev tifaqa ku çêbûye, hemû hêzên Şengalê girtiye nava xwe. Yekitî hêze û dikare hemû mafên xwe bi yekîtiyê bistînin. Ji bo me ferqa Misilman û Êzidiyên Şengalê nîne. Destê kî di xwîna Êzidiyan de nebe, ew xwişk û birayên me ne, em amadene li gel wan kar û tifaq bikin.”

‘Tenezûla malê dinê nekin’

Endama TAJÊ Emşê Reşo jî axivî û got: “Divê gelê me di hilbijartinê de xwedî li xwîna şehîdan derkevin û dengê xwe bidin xwe. Bi taybet malbatên me yên şehîdan û yên di fermanê de qurbanî dane, biçin ser sindoqan û ji bo xwe deng bikarbînin. Yên heya niha li vir hatine hilbijartin ti sûdeke xwe ji bo me ne çêbûye. Divê ti kes dengê xwe nefiroşe. Bila were bîra we di fermanê de hemû malê me çû. Ji ber vê ya girîng ne malê dinêye. Divê tikes tenezûla malê dinê neke û xiyanetê li gelê xwe neke.”

‘Dengê xwe ji bo Şengaleke Xweser bikarbînin’

Endamê Meclisa Rêveber a Şengalê Biro Berekat jî diyar kir, ew weke ti hizbekî serî li reklaman naxin, ji ber kar û xebatên Rêveberiya Xweser li berçave û wiha axivî: “Gelê me, me nas dike. Em weke ti hizbek din reklama xwe nakin, ji xwe gel me baş nas dike. Hemû xebatên me diyarin û li berçavin. Divê gelê me nekevin xefkên lîstokên qirêj û gemar. Gelê me dikarin, bi rêya hilbijartinan planên li ser Şengalê tine bikin. Niha namzetên PDK’ê ji Êzidiyan deng dixwazin, gel divê bizane wan çi aniye ser serê gelê me. Em wekî PDK’ê ji bo deng bigirin pere nadin ti kesî, lê pariyek nanê me û qurtek ava me jî hebe, em bi gelê xwe re parve dikin. Divê gelê me roja hilbijartinê li ser sindoqan seferber bibe. Em jî weke rêveberiya xweser ji bo hilbijartinê seferber bûne. Em dixwazin gelê me rêya rast ji xwere hilbijêre. Divê gelê me dengê xwe ji bo Şengaleke xweser û azad bikarbîne.”

CIGER CÊLKÎ-ROJNEWS

02/12/2023

Show More
Back to top button