Her kesê vexwendin şahiya Çarşema Serê Nîsanê

Li Şengalê Jinan bi boneya pîrozbahiya Çarşema Serê Nîsanê a ku dê li Geliyê Kersê were li darxistin afîş daleqandin û banga beşdariyê kirin

https://www.youtube.com/watch?v=c9rpzfsMxvU

Bi hatina meha nîsanê re civaka me ketiye nava liv û tevgerê. Li Şengalê ji 4’ê Nîsanê li ser projeya Koma Piştevaniyê ya Wexfa Jinên Êzidî bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ê jinan dest bi çandina daran kiriye û tê payîn li derdorê ziyaretan û cihên pîroz hezar dar bêne çandin.

Di ber de jî amadekariyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê ku ji çarşema derbasbûyî ango 7’ê Nîsanê despêkiriye û dê heta 14’ê Nîsanê ango çarşema duyem a serê nîsanê ku tê wateya ji nû ve avabûna gerdunê dewam bike didome. Herî zêde jî jin bi amadekariyan mijulin û barê mezin li ser milê wane. Ji serê sibê de jinên Şengalê li gundewarên wê dest bi daleqandina afîşan kirine û welatiyan vedixînin şahiya Çarşema Serê Nîsanê. Di derbarê xebatên vexwendina şahiyê de Endama TAJÊ Neam Şengalî agahî da.

“EM HERKESE VEDİXWÎNİN ŞAHİYÊ”

Neam Şengalî amadekariyên wan ên ji bo şahiyê wiha anî ziman: “Di serîde ez weke jineke Êzidî cejna Çarşema Serê Nîsanê li hemû gelê Êzidî piroz dikim. Weke hemû Şengalî dizanin ev cejna Çarşemê li gel me gelek pîroze. Em bi hatina cejna xwe geleki keyfxweşin, daxwaza min ewe ku gelê me li ax û welatê xwe vegere da em bi hev re cejna Çarşema Serê Nîsanê ya me Êzidyan piroz bikin. Emê li Çiyayê Şengalê bi hatina hemû gelê xwe şahiyek girseyî çêbikin bila gelê me hemû tevlî bibe û tucari bila dijminê me kifxweş nebe. Emê hertim li ser îrf û adetên xwe bin û li Şengala xwe hertim cejnên xwe bi kifxweşiyek mezin piroz bikin. Şegala me cihê ewlehiyê ye, bila  gelê me li Şengala berxwedêr vegere ji ber em bi hev re wê bihêz tir bibin.  Em pir kifxweş dibin dema em bi zarokên xwe re cejna xwe piroz dikin. Banga min weke jinek Êzidî ji hemû Êzidîyan re heye xwedî li çanda xwe derkevin û tevlî şahiya em li Şengalê amadekariya wê dikin bibin. Ez Cejna Çarşema serê salê li hemû Êzidîyan piroz dikim û ev sal wê bibe sala azadiya Êzidxanê.”

ÇAVKANÎ: VIYAN SAID-ŞİNGAL-JİNHA

Show More
Back to top button