RJAK: Jinên Êzidî gihiştine wê astê ku dikarin parastina xwe bikin

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi boneya salvegera komkujiya Şengalê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin hêzên ku parastina Şengalê dikirin reviyan û xelkê Şengalê di nav destên DAIŞ’ê de hiştin. RJAK’ê da zanîn lê bi berxwedana YPG-YPJ û HPG-YJA Starê xelkê Şengalê hat parastin. Niha jî jinên Êzidî dikarin xwe bi xwe bi parêzin

Roja 3’yê Tebaxê wê bibe heftemîn salvegera êrişa DAIŞ’ê û komkujiya wê ya li ser Şengalê. Bi boneya salvegera komkujiyê RJAK’ê daxuyaniyek belav kir.

Di destpêka daxuyaniyê de hat diyarkirin heft sal di ser qirkirin û komkujiya xelkê Şengalê ya ku bi destê çeteyên DAIŞ’ê pêkhat re derbas dibe. RJAK’ê da zanîn komkujiya ku li Şengalê pêkhat, di nava 100 salên borî de li tu devera cihanê pêknehatiye.

Di beşek din a daxuyaniyê de hat diyarkirin çeteyên DAIŞ’ê bi alîkariya ku ji dewleta Tirk, Qeter û Erebîstana Siudî girtibûn êrişê ser Şengalê kirin û xwestin gelê Êzidî qir bikin. Di dewamê de hat gotin, “Lê YPG-YPJ’ê li hewara xelkê Şengalê çûn û piştre jî HPG û YJA Star gihan Şengalê û bi hezaran xelkên Şengalê ji nava destên DAIŞ’ê rizgarkirin. Piştre jî bi berxwedaniyek mezin karîn Şengalê ji dagirkeriya DAIŞ’ê rizgarkin û vê komploya li ser Şengalê vala derxînin.”

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, hêzên ku berê de ji bo parastinê li Şengalê bûn, ji berku xelkê Şengalê ne Musulman bûn, Şengal radestî DAIŞ’ê kirin daku wana qir bikin.

RJAK’ê îşaret bi hêza parastina jinên Êzidî YJŞ’ê jî kir û got: “YJŞ li ser asteke bilind de parastina gelê Şengalê dike, gelek dewreyên perwerda fikrî û parastinê ji bo jinan vekiriye. Niha jinên Şengalê gihiştine wê astê ku dikarin parastina xwe bikin û êdî rê nedin kesek xaka wan dagir bike.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî wiha hat gotin: “Em wek RJAK piştgiriya xwe ji gelê Şengal, jin û dayîkên Êzidî re dubare nîşan didin. Em soz didin ku em ê li gel we de bin û hêzê ji îradeya we ya xûrt bigrin. Bi yekrêzî û yekdengiya jinan dikarîn li dijî hemû dagirkerî û tindûtijiyê derkevin û xaka xwe bi parêzin.”

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button