Ji YBŞ, YJŞ û Asayişa Êzidxanê merasîma bîranîna şehîdên fermana 3’yê Tebaxê 

Bi boneya 9’emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, şervanên YBŞ, YJŞ û Asayişa Êzidxan li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan merasîmek lidar xistin. Di merasîmê de, şehîdên meha Tebaxê û hemû şehîdên 74 fermanan hatin bibîranîn û banga li gelê Kurd û civaka Êzidî hate kirin ku li dijî konsept û planên qirêj yên li ser civaka Êzidî û tevayî gelê Kurd rêkxistinkirina xwe xurt bikin.

Di merasîmê de li ser navê fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Kurtay Şengalî axivî. Şengalî di şexsê cangoriyên Şengalê de hemû şehîdên fermanê bibîr anî. Herwiha qala wateya meha Tebaxê ji bo civaka Êzidî kir û got: “Meha Tebaxê ji bo me civaka Êzidî mehek reşê. Ji ber ku dijmin û dagirkeran di vê mehê de xwestin gelê me qir bikin û fermanên dijwar li ser gele me de anîne.”

‘Rihê Rêber APO ev gele parast’

Kurtay Şengalî di dewama axaftina xwe de diyar kir ku di 3’yê Tebaxê de wekî ku her kesekî, her dewletekî çavê xwe ji qirkirina gelê me re girt, fermanên dijwar û hovane li ser gele me de anîn. Bi hezaran dayik, jin, kal û mêr qetil kirin, bê ku wijdanê yekî bişewite yan jî çavên wan hêstir bike, tu kesî li vî gelî mêze nekir. Yên ku ev ferman dîtin û xwe feda kirin, şervanên Rêber Apo bûn. Rihê Rêber Apo ev gel parast. Fermandarên weke hevalê Berxwedan, hevalê Egîd, hevalê Seîd, hevalê Hemîd û hevalê Zerdeşt, ev gel ji fermanan parastin. Her çiqas bixwazin fermanên mezin bînin serê me, lê her tim we qehreman û fermandarên mezin li pêş wan hebin ku li hember wan bisekinin. Ev fermanên ku li ser me hatin sedema wan kî bûn, sedema wan, ew kesên ku xiyanet kirin, li berjewendiyên xwe mêze kirin û li pey berjewendiyên xwe yên şexsî reviyan. Wan kesan gelê me firotin. Ji bo vê yekê jî divê em dost û dijminê xwe baş nas bikin.”

‘Nekarîn zarokekê Êzidiyan rizgar bikin, tenê reva xwe fikirîn’

Şengalî axaftina xwe wiha domand; “Di rojên tengasiyê de, tenê dostekê me jî nebû. Yên ku ji xwe ve dostên me bûn û parastina me dikirin, li ser xwîna gelê me jiyan dikirin. Gef û xeteriyên ku li ser gelê me  hebûn çavê xwe ji re giritn û dema gelê me di dorpêçê de ma, nekarîn zarokekî yan jî dayîkekî xelas bikin. Tenê çawaniya refa xwe fikirîn. Ji bo vê jî divê em dostên xwe yên rojên tengasiyan baş nas bikin, xwe bi îrade bikin, xwe rêxistin bikin. Yên ku ev gef û xeterî dîtin, Tevgera Azadiya Gelê Kurd bû û li ser wî esasî mudaxeleya ve rewşê hate kirin. Em hemû ji fermanan parastin, zarokên me parastin. Ya ku me ser lingan bigire û bide sekinandin, fikir û felsefeya Rêber Apo ye. Ev şehîdên ku di oxira vê riyê de canê xwe dane divê em bi van şehîdan xurt bibin. Me di vê oxirê de bi sedan şehîd dan, sedem û armancê ve hene. Em bi van şehîdan serbilindin, ji ber ku wan em ji qirkirina topyekûn parastine. Divê gelê me ji hêzên xwe bawer be. YBŞ’ê, YJŞ’ê û Asayişa Êzidxan bi xwîna gelê me û bi keda Rêber Apo hatine avakirin.”

‘Di Peymana Lozanê de xwestin gelê me qetil bikin û Kurdistanê dagir bikin’

Fermandarê YBŞ’ê herwiha balkêşand ser Peymana Lozanê kir û da zanîn ku divê gelê Kurd û civaka Êzidî ya Kurd xwe nespêre tu kesî, nebêje tank û wesayitên zirxî yên dewletan hene. Yên ku hebûn jî, lê çi kirin? Ne karîn tiştekî bikin. Dema mijar bibe gelê me ye Kurdistanê, hemû dewlet dibin yek û li hev dikin. Peymanên tunekirinê li ser gelê me îmze kirin. Di Lozanê de çawa xwestin gelê me di qirkirinê re derbaz bikin û erdnîgariya Kurdistanê dagir bikin, îro jî bi heman hişmendî û armancê ev konsept û komployên li dijî netewa Kurd û Kurdistanê berdewam dikin. DAIŞ jî beşek ji komploya navnetew ye, lewra divê em vê rastiyê tu carî ji bîr nekin.”

Fermandarê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ), Kurtay Şengalî di dawiya axaftina xwe de dubare li ser navê fermandariya YBŞ’ê, YJŞ’ê û Asayîşa Êzidxanê tevahî şehîdên ku di fermanê de şehîd ketine, di şexsê wan hevalan de, tevahî şehîdên 74 fermanan bibîr anîn û soza ku tola wan li erdê nahêlin û armanc û xeyalên azadiyê yên şehîdan bigihînin encamê.

Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’’ bidawî bu.

LALEŞ ZERDEŞT – ŞENGAL

Show More
Back to top button