Li Şengalê pankartên ‘Xwe û welatê xwe nefiroşe’ hatin daliqandin 

Ciwanên Êzidî di çarçoveya pêngava, ‘Berxwedan jiyane, xiyanet mirin e’ de li Serdeşt, Kolka û Kersê jî belavok belavkirin û di belavokan de hişyarî dan kesên dikevin xefkên sîxûriyên yên MÎT û PDK’ê û ji malbatan jî hate xwestin, destûr nedin, zarokên wan bibin ‘Dijminê Kokê’.

Yekîtiya Ciwanên Êzidî piştî şahadeta sê fermandarên YBŞ’ê li Serdeşta Şengalê ku pêşengên civaka Êzidîbûn, pêngavek bi dirûşma, ‘Berxwedan Jiyane, xiyanet mirin e’ ragihandin.

Di vê çarçoveyê de li gund, bajarok û navenda Şengalê belavok di nava gel de belav dikin, belavokên agahdarkirin û hişyarkirinê li gel belav dikin û her wiha li gelek cihan ve di daliqînin. Vê carê ciwan li gundê Kolka, li kampa Serdeştê û Kersê li ser rêyên sereke wesayît sekinandin û belavok dan sayiqan. Her wiha pankartên wêneyên Barzanî, Erdogan û kesên xiyanetkar û nivîsa, ‘Xwe û welatê xwe nefiroşe’ daliqandin. Di belavokan de ji malbatan tê xwestin hay ji zarokên xwe hebin û destûrê nedin zarokên wan bikevin xeftên MÎT û Parastina PDK’ê û ji ciwanan jî hat xwestin, ders ji ew kesên bûne sîxûr derxin û nebin dijminê koka xwe, bi dijminên Êzidiyan re nebin yek. Her wiha hate gotin, timî dawiya xiyanetkar û sixûran ne başbûye!

Ciwan di belavokên ku belavkirin de diyar kirin, destê kî di xwîna pêşengên Êzidî de hebe, wê hesabê wê bidin û ewê ji vêya şûn ve beramber kesên bi dijminên Êzidiyan re dibin yek, bêdeng û bê helwest nemînin.

Pêngava ciwanan a li dijî xiyanetê li Şengalê rastî piştgiriya gel tê û berdewam e.

ŞENGAL /ROJNEWS

Show More
Back to top button