Rêveberiya Xweser ya Şengalê serkeftina Keşko pîroz kir

Rêveberiya Xweser ya Şengalê serkeftina namzetê PADÊ ku piştgiriya wê dike, pîroz kir û ev peyam hate dayîn: "Divê civaka Êzidî êdî xwe bixwe birêve bibin û rêveberiyên xwedî wijdan yên dilsozê Êzidiyan hilbijêrin."

Bi amadebûna endamên Desteya Rêveber ya Şengalê, Desteya Eşayîrî, Meclîsa Gel ya Şengalê, TAJÊ, Tevgera Ciwanên Êzidî û amadebûna Qasim Keşko daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayîn.

Bi navê Meclîsa Xweser ya Şengalê Hevserokê MXDŞ’ê Nayîf Şemo axivî û dazanîn, wan kursiyeke Encûmena Mûsilê bidest xistine û got: “Nûnerê me mamoste Qasim Keşko serkeft. Em vê serkeftinê li hemû Êzidiyan pîroz dikin. Em li hemû malbatên şehîdan pîroz dikin. Ji ber kedeke mezin ya şehîdên me di PADÊ de heye. Keda şervan û mirovên wêrek têde heye. Divê gelê me êdî rê nede xwefiroşan, ji bo li ser wan serwer bibin. Bila zarokên Êzidiyan yên xwedî şeref, wijdan û wêrek û dilsoz bibin nûnerên Êzidiyan. Em dûbare vê serkeftinê li we tevan pîroz dikin.’

Qasim Keşko jî di daxuyaniyê de peyamek da û got: “Em li hember hemû yên dixwazin zilmê li gelê bikin, bisekinin. Bi taybet jî emê li hember pêkanînên PDK’ê rawestin. Nîvê zêdetirê Şengalê hîn wêrane, emê ji bo avadankirina wê bixebitin. Ezê ji bo xweseriya gelê me bixebitin.”

Fermandariya Asayîşa Giştî ya Êzidxanê jî bi peyameke kurt ya nivîskî pîrozbahî li gel kir û wiha hate gotin: “Em di serî de vê serkeftinê li Rêber Apo, li şehîdan, hemû şehîdên fermanê, dayikan, li YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê, kesayetê welatparêz birêz Qasim Keşko û partiya me PADÊ pîroz dikin. Em vê serkeftinê li Êzidxanê pîroz dikin. Emê ji bo xweseriya Şengalê têkoşîna xwe mezintir bikin.”

Li koçka gundê Sîba jî gel li hev kom bû, şekir belavkirin.

Herwiha di van kêliyan de jî li hemû navçeyên Şengalê û navenda wê çalakiyên pîrozkirina serkeftina namzetê PADÊ û Rêveberiya Xweser ya Şengalê Qasim Keşko di hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Nînovayê de dewam dikin. Herwiha tê payîn ku li Şengalê sibe bi boneya pîrozbkirina serkeftina Keşko pîrozbahiyek girseyî bê lidarxistin

ŞENGAL-ROJNEWS

19/12/2023

Show More
Back to top button