Li Şengalê 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin

Li ser axa pîroz a Êzidxanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de biryardariya bihêzkirina hemleya "Dem Dema Azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e" hat dubarekirin.

Li Şengalê bi beşdariya bi sedan kesan rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan li baxçeyê Rêber Apo hat pîrozkirin. Şahiya pîrozbahiyê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ)’ê û Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê hat lidarxistin, peyam hatin dayîn, stran hatin gotin û bi girtina dîlanê hat pîrozkirin.

‘4’ê Nîsanê rojbûna me tevan e’

Şahiyê bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê û yên fermanê dest pê kir. Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Dayê Pakiz Celal axivî û diyar kir ku nabe ev roj weke rojbûna Rêber Apo tenê were pîrozkirin û got: “Ev roj rojbûna me tevan e, ji ber weke civak û gelên bindest bi naskirina fikrên Rêber Apo em ji fermanê rizgar bûn. Em ji tunebunê rizgar bûn ji bo wê em vê rojê weke rojbûna tevahî gelan û mirovahiyê pênase dikin.”

‘Azadiya Rêber Apo azadiya jinan e’

Emşê Şengalî roja 4’ê Nîsanê li tevahî gerîlayên azadiyê û li civaka Êzidî pîroz kir û got ku ew weke jinên Şengalê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Öcalan têkoşîna xwe bihêz dikin û hêvî dikin ku saleke din ew ê vê rojê pê re pîroz bikin.

Emîra Xelef jî Rojbûna Rêber Abdullah Öcalan li tevahî jinan pîroz kir û got: “Weke jinên Êzidî bi saya Rêber Abdullah Ocalan me azadî nas kir û îro jî em di nava kar û xebatê de ne em ji bo civaka xwe xizmetê dikin weke jin erka me ji her kesê zêdetir e ji bo wê divê em ranewestin heya Rêber Apo azad bikin.”

Piştî peyaman, şahî bi stranên hunermendên Navenda Çand û Hunera Êzidxanê û stranên Koma Hêviya Jinên Şengalê domiya.

Nujinha-Şengal

Show More
Back to top button