‘Em Êzidî ne û bi madeya terorê têne darizandin!’

Li gel êrîşên dewleta Tirk hikumeta Kazimî jî di demên dawî de gef û zextên li ser Şengalê zêde dike. Êzidiyên Şengalê diyar kirin ku keç û xortên Êzidî bi “madeya terorê” têne sûcdarkirin û gotin: “Teyareyên dewleta Tirk li me didin û di ser de artêşa Iraqê keç û xortên me digire. Em Êzidî ne û bi madeya terorê têne darizandin.”

 

 

 

Di 22’yê Kanûnê de 3 ciwanên Êzidî yên ku çalakiya pirtûkxaneya gerok a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşandin, li Sinûnê ji aliyê polîsên Iraqê ve hatibûn desteserkirin û ev 4 roj in ruxmê hemû hewldanan jî serbest nehatine berdan.

Her wiha di demên dawî de hikumeta Kazimî bi rêya dadgeha Mûsilê derbarê ciwanên Êzidî yên rêxistinkirî û endamên saziyên rêveberiya xweser de, bi hinceta madeya 4’emîn a destûra bingehîn a Iraqê ku wekî madeya “li dijî terorê” tê binavkirin, derbarê gelek Êzidiyan de doz û lêpirsîn vekiriye.

Ev madeya yasayê, destpêkê ji bo El Qaîdeyê hatibû derxistin û pişt re çeteyên DAIŞ’ê jî bi vê madeyê hatibûn darizandin. Niha jî hikumeta Kazimî dixwaze bi vê yasayê zextê li Êzidiyan bike û rêxistinbûna wan belav bike. Li hemberî van polîtîkayên hikumeta Kazimî, bertek û çalakiyên civaka Êzidî jî her ku diçe berfirehtir dibin.

‘Em mafê xwe ji hikumeta Iraqê dixwazin’

Endama Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî Cîhan Şengalî da zanîn ku her 3 hevalên wan ev çend roj in hatine desteserkirin û got ew amade ne ji bo serbestberdana wan çi ji destê wan were bikin. Cîhan Şengalî rexne li helwesta hikumeta Iraqê kir û got: “Em dibêjin em parçeyek ji Iraqê ne lê ew me qebûl nakin û biryaran li ser me digirin. Lê bila baş zanibin em wekî ciwanên Êzidî dest ji doza xwe bernadin. Em mafê xwe ji hikumeta Iraqê dixwazin lê ew ji me re pirsgirêkan derdixin. Eger hikumeta Iraqê ji me re pirsgirêkan derxe em jî neçar in ku têkoşîn bikin.”

Li hemberî desteserkirina ciwanên Êzidî herî zêde jî dayik bihêrs in. Dayika bi navê Nûrê Şengalî jî bibîrxist ku ciwanên Şengalê li hemberî fermanan û çeteyên DAIŞ’ê sekinîne û ev bangawazî li hikumeta Iraqê kir: “Diviya ku hikumeta Iraqê van ciwanan negirta. Ferman hatiye serê van ciwanan, her roj ferman li ser me radikin lê hikumeta Iraqê li ber nasekine. Em hikumeta Kazimî rexne dikin, teyareyên dewleta Tirk tên li me didin û di ser de artêşa Iraqê keç û xortên me digire.”

‘Mafê çalakiyan jî li Êzidiyan qedexe ye’

Welatiyê bi navê Xelef Şengalî jî balê kişand ser dîroka fermanan a Êzidiyan û ev nirxandin kir: “Dijmin dijmin e. Hedefa wan tunekirina Êzidiyan e, Êzidiyan wekî kole hesab dikin. Li Iraqê tu mafê Êzidiyan nine. Niha keç û xortên Êzidiyan hatine girtin, li her derê cîhanê mafê çalakiyê heye. Civak azad e ku çalakiyan bike, daxwaza mafê xwe bike. Lê ev tişt ji bo Êzidiyan qedexe ye.”

‘Em Êzidî ne û bi madeya terorê têne darizandin’

Yek ji Şengaliyan Hemed Bişar bibîrxist ku çalakiya ciwanên Êzidî li hemberî êrîşên dewleta Tirk e û li her derê Iraqê her roj çalakiyên civakî têne lidarxistin. Hemed Bişar jî balê kişand ser xala yasayî ku Êzidî pê têne sûcdarkirin û ev nirxandin kir: “Li her derê Iraqê çalakiyên civakî çêdibin, rojekî me nebihistiye kesên sivîl werin girtin û bi xala 4’emîn a destûrê (xala li dijî terorê) werin darizandin. Em Êzidî ne û bi madeya terorê têne darizandin.”

‘Ciwanên me parastina erdê Iraqê dikin’

Hemed Bişar da zanîn ku Dadgeha Mûsilê biryar daye ku bi dehan keç û xortên Êzidî bi xala 4’emîn werin dadgehkirin û wiha axivî: “Ciwanên me ev 7 sal in li vê çiyayê berxwedanê dikin, parastina erdê Iraqê dikin. Em ji Iraqê ne cûda ne, bes em cûda ne ji aliyê olî ve. Ji ber vê rastiyê, van tiştan tînin serê me.”

ÊZDÎN ŞENGALÎ-ROJNEWS

Show More
Back to top button