Yekîtiya Êzîdiyan 15’ê Sibatê şermezar kir

Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya ku li ser Rêberê Gelên Bindest Abdullah Ocalan hatiye pêkanîn Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê bi sînevizyonêk şermezarkir

Xelkê herêmê kombûn û sînevizyonek li ser komployê û jiyana Rêberê Gelên Bindest Abdullah Ocalan hate pêşandan. Çalakî li bajarokê Tel Rifetê yê Şehbayê pêkhat.

Yekîtiya Êzdiyên Herêma Efrînê, bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî sînevizyonek nîşandan. Sînevizyon bi tevlîbûna endam û rêveberên meclîs, endamên sazî û dezgehên civaka sivîl û Yekîtiya Êzdiyan hate pêşkêşkirin. Hola sînevizyonê bi wêneyên Rêberê Gelên Bindest Abdullah Ocalan hatibû xemilandin.

Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê, Hevseroka Yekîtiya Êzidiyan a Herêma Efrînê Sûad Hiso axaftinek kir.

Sûad Hiso salvegera komploya navneteweyî şermezar kir û wiha axivî; “Rêber Apo ji bo tevahî gelan pira xelaskirina ji qirkirinê ye û rêya azadiyê pêşkêşî gelan kir. Lewra di sala 1998’an de bi komployekê  Rêber Apo ji Sûriyeyê derxistin û piştî wê bi salekê Rêber Apo bi destên sîstemên faşîst hate dîlgirtin. Rêber Apo ji bo gelan û mirovahiyê xeta têkoşînê û azadiyê pêşkêş kir. Em ê têkoşîna xwe ji bo azadiya Rêber Apo dewam bikin.”

ÇAVKANÎ; ROJNEWS

Show More
Back to top button