Şandeyek ji Parlementoya Iraqê hat Şengalê

Şandeyek dibin serokatiya Parlementera Iraqê Yusra Receb de serdana Şengalê kir û bi Rêveberiya Xweser a Şengalê re civiya

Îro şandeyek ji pênc kesan pêkdihat, ku di nava wan de Endama Komisyona Mafê Mirov li Parlementoya Iraqê Yusra Receb jî hebû, serdana Şengalê kir.

Şande li navenda Şengalê ji aliyê nûnerên Rêveberiya xweser û Partiya Azadî û Demokrasiya Êzdiyan (PADÊ) ve hat pêşwazîkirin. Şande piştre li gel Rêveberiya Xweser ji çapemeniyê re girtî civiya.

Wê hevdîtinên şandeyê yên li Şengalê berdewam bikin.

Show More
Back to top button