Ji Meclîsa Gel a Mexmûrê şermezarkirina zextan

Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyek nivîskî êriş û zextên li ser Şengalê yên ku di van rojên dawî de zêde bûne şermezar kir û bang li hikûmeta Iraqê kir ku vîna Şengaliyan nas bike

Berfirehiya daxuyanî wiha ye: “Piştî fermana 73’yan ya 2014’an li ser Şengalê hatî pêkanîn, heta roja me ya îro gelê Şengalê ji bo birînên xwe derman bike û ji bo pêşî li fermanên nû bigire, xwe bi rêxistin kiriye. Hêzên xwe yên parastina cewherî avakiriye. Hêzên ku ji beriya fermanê digotin em parêzvanên Şengalê ne, çawa reviyan û gelê Şengalê bi fermana çeteyên xwînmij yên DAIŞ’e re rû bi rû hêlan.

Tevî ku 73’yê ferman li ser Şengalê hatine pêkanîn jî hîna hinek hêz dixwazin fermanên nû li ser Şengalê bidin pêk anîn. Ji bo vê jî dikevin nava hewildanên nasnekirina vîna gelê Şengalê û bi hevpeymanên qirêj dixwazin hêzên Parastina Cewherî yên Şengalê belav bikin. Hevpeymana ku li ser Şengalê di navbera Hikumeta Iraqê û PDK’ê de li ser daxwaza dewleta faşîst ya Tirk hatî pêkanîn, berdewamiya komploya navnetewî ya li ser Rêber Apo ye. Dîroka vê hevpeymanê pir bi zanabûn hatiye hilbijartin û armanca vê hevpeymanê pir vekirî dide diyarkirin.

Em weke gelê Mexmûrê tevahî êrîşên li ser Êzîdiyan, bi taybet jî êrîşên li ser xaka Êzîdxanê şermezar dikin. Bang li Hikumeta Iraqê dikin ku ji bo carekdin ferman li ser Şengalê neyê pêkanîn, vîna gelê Şengalê nasbikin. Her wiha hêzên parastina Şengalê û asayîşa Şengalê yên ku ji jin û lawên Êzidî pêk tê, weke hêzên rewa yên parastina Şengalê nasbikin. Em bang li gelê Kurd dikin, li beramberî êrîşên li ser civaka Şengalê bibin xwedî helwest û nehêlin carekdin gelê Şengale bi fermanan re rû bi rû bimînin. Wê têkoşîna hevpar ya azadîxwazan, planên dagirkeran tek bibe.”

ÇAVKANÎ: ROJNEWS

Show More
Back to top button