Çavdêrê Siyasî: Iraq dikare dawî li bombebarana Tirkiyeyê bîne

Çavdêrekî Siyasî yê Iraqê Heysem Xez Elî ragihand ku Hikumeta Iraqê gelek kartên zextê di destê xwe de digire û dikare li beramberî Tirkiyeyê bikarbîne ku dawî li bombebarana Tirkiyeyê bîne.

Di nîva meha Nîsana îsal de dewleta Tirk êrişekî dagirkeriyê li ser Herêma Kurdistanê destpêkir û di vê êrişê de PDK hevkarê artêşa Tirke. Nêzîkî 50 roje êrişa dagirkeriya dewleta Tirk berdewame, heta niha Hikumeta Herêmê ti helwestek nîşan nedaye. Serokatiya Herêma Kurdistanê û Serokatiya Parlementoya Iraqê jî bêdengiyê hilbijartine.

Derbarê vê yekê de Çavdêrê Siyasî Heysem Xez Elî ji Rojnews’ê re axivî û got: “Hikumet gelek kartên zext û dosyayî heye ku dikare di Encumena Ewlehiyê de bikarbîne. Ji bo pêkanîna biryara navdewletî li dijî bombebarana Tirkiyeyê ya li bakurê Iraqê (Herêma Kurdistanê) dikare bikarbîne. Bexda dikare dawî li êriş û bombebarana Tirkiyeyê ya li bakurê Iraqê (Herêma Kurdistanê) bîne. Rêgiriya li şandina  malên Tirkî ku dike bi milyonan dolar, dikare wek kartekê zextê li beramberî Tirkiyeyê bikarbîne.”

Wek Heysem Xez Elî diyarkirî yek ji zextên ku were kirin gef li rêgiriya hinardekirina gaza bakurê Iraqê (Herêma Kurdistanê) ji Tirkiyeyê re ye ku dikare bi vê yekê bibe sedema pêşî lêgirtin û rawestandina bombebarana Tirkiyeyê ya li bakurê Iraqê (Herêma Kurdistanê).

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button