YBŞ: Hêrsa me ya tolhildanê li ser xeta şehîdên me, wê bigihije serkeftinê

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê di derbarê salvegera Fermana 3’ê Tebaxê de bi daxuyaniyekê ragihand ku berpirsên vê fermanê dewleta Tirk a faşîst, dagirker û qirker û hefkarê wê PDK ye û wiha hate gotin: “Yên difikirin ku em ê li hemberî van êrişên qirêj de gav paş de biavêjin, pêwîste vê yekê baş bizanibin, hêrsa me ya tolhildanê her roja derbas bibe wê mezintir bibe û têkoşîna şehîdên me dewrî me kirine em ê bi serkeftinê ve tacîdar bikin.”

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi boneya salvegera Fermana 3’yê Tebaxa sala 2014’yan ya li ser civaka Êzidî daxuyaniyek nivîskî parve kir.

Daxuyaniya YBŞ’ê wiha ye:

“Di dîroka 3’ê Tebaxa sala 2014’an de dijminê morovahiyê çeteyên DAIŞ’ê li dijî gelê me ferman pêkanî. Em îro 9’emîn salvegera wê jiyan dikin. Di vê wateyê de hemû şehîdên xwe yên fedaî ku ji her aliyê welatê me û her aliyê cîhanê ve ji bo vê axa pîroz hatine û canê xwe feda kirine, bi hemû mînetdarî û hûrmetên xwe ve bibîrtînîn, soza jiyana azad ya ku me daye wan ango pêkanîna xeyalên şehîdên xwe dûbare dikin. Bi vê soza xwe ve em ê tokoşîna pêşengên xwe Şehîd Mam Zekî, Şehîd Berxwedan, Şehîd Zerdeşt, Şehîd Saît, Şehîd Dijwar, Şehîd Nazê, Şehîd Berîvan û Şehîd Çekoyan mezin bikin.

Yên ku xwe gihandin me tenê mîlîtanên fedaî yên Rêber Apo bûn

Di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de ku ser me de pêkanîne ji bo parastina axa xwe ya pîroz me bi hemû îradeya xwe, keda xwe û berdêlên ku daye ve têkoşîna xwe ya azadiyê destpê kir û me YBŞ-YJŞ avakir-rêxistin kir. Di pêşengtiya Fermandarên me yên mezin û nemir Şehîd Mam Zekî, Şehîd Egît Cîvyan, Şehîd Dilşêr Herekol, Şehîd Berxwedan, Şehîd Zerdeşt, Şehîd Dijwar û Şehît Saît de li ser axa pîroz me şitlên destpêkê yên Têkoşîna Azadiyê çand. Di wan rojên ku me têkoşîneke herî zor, zehmet û şert û mercên bê emande dida yên ku xwe gîhandine me tenê mîlîtanên fedaî yên Rêber Apo bûn.

Di wan rojan de me fêmkir ku tişta rê daye ev êşên mezin em bikşînin bê rêxistiniya me bû. Bi gotina Rêber Apo ji ya ‘gelê ku xwe nespêre hêza xwe ya parastina cewherî, bi tûnebûyînê re rû bi rûye’ rewşa me şênber dike. Ev diyarde herî zêde ji bo me civaka Êzidî dibe jiyanî. Li ser vî esasî em heta hetayê deyndarên wan fedayiyên ku canê xwe ji bo me feda kirine ne. Eger em îro li ser vê axa pîroz jiyan dikin bi saya wan fedaiyên ku bi fikrê Rêber Apo xwe arastekirine û ji bo jiyanek azad canê xwe fedakirine ne. Di vê wateyê de em hêzên YBŞ ku li ser esasê fikir û ramanên Rêber Apo xwe bi rêxistinkiriye, tevahiya şehîdên qehreman ên HPG, YJA STAR, YPG û YPJ’ê bi hemû hûrmet û mînetdariyên xwe ve bibîrtînîn, keda ku ji bo têkoşîna me ya azadiyê dane wê bibe hêza têkoşîna me ya serkeftinê.

Piştî 9 salan jî hîna plan û leyîstokên qirêj berdewamin

Tê zanîn ji Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an armanca wan ew bû ku civaka me bi hemû bawerî, ol, pîrozî, îrade û rûmeta xwe ve tûnekirin bû. Xwesteka me ya jiyaneke azad tûnekirin bû. Her wiha ji heft heta heftê saliyê mirovên me bi rêbazên dijî exlaqê mirovatiyê qetilkirin, revandin û bi hezaran keçên me di bazaran de firotin. Heta niha jî çarenûsa bi hezaran mirovên me nayê zanîn. Berpirsên vê fermanê dewleta Tirk a faşîst, dagirker û qirker û hefkarê wê PDK ye. Ev jî bi destê çeteyên DAIŞ’ê pêkanîn. Yên ku qaşo xwe weke parêzvanên civaka me nişan didan, civaka me bi qirkirinekê mezin re rû bir û hiştin û reviyan. Yên ku wê rojê bune sedem em wan êş û birînên nayên dermankirin jiyanbikin, îro ji dixwazin nirxên ku bi ked û xwîna bi hezaran şehîdan me afirandine û îradeya me ya azad tûnebikin. Li ser wê rojê re 9 sal derbasbûn. Hîna ji bi leyîstok û planên qirêj dixwazin van projeyên xwe pêk bînin. Tifaqa 9’ê Cotmehê ya dewlata Tirk, PDK û Kazimî ya peymana Hewlêr û Bexdayê nimûneyeke herî şênber a van planên qirêje. Bi vê helwestên xwe ve êrişî îradeya azad ya civaka me dikin. Komkujiyên nû pêktînin. PDK ya ku rûreşıya herî mezin kiriye û reviyaye îro herî zêde ew di nava van plan û leyîstokan de cîh digire. Lê belê ya ku vê rûreşiya PDK’ê derbaz bike tenê ewe ku lêborînê ji civaka me bixwaze ye. Di heman demî de dest ji vê hevkariya qirêj ya dewleta Tirk pêş têxe berdane.

Ger tifaqek xurt nayê avakirin, wê komkujiyên mezintir werin jiyankirin

Bi teybetî ev êrişên bi îxanetê li ser civaka me bi destê dewleta Tirk ya faşist-qirker û hefkarê wê PDK’ê pêk tên armanc ne tenê civaka me ye, pir şênber xûya dike ku armanc dagirkirina tevahiya axa Irak û Kurdistanê ye. Sînorên Mîsak-î Mîllî careke din bi jiyanî kirine. Dixwazin hemû pêkhateyên herêmê bi van êrişên xwe ve ser axa wan bidin koçberkirin û xeyalên xwe yên dagirkirina herêmê di demeke herî nêz de pêk bînin. Ji bo vê jî lazime tevahiya netew û civakên herêmê di ferqa vê yekê de bin. Bi zanistî û bi şêwazekê hevgirtî ve li hemberî van êrişan bisekinin. Eger pêkhate û civakên herêmê di nava tîfaqekê xurt de cih negirin wê her roj komkujiyên mezin werin jiyîn.

Li hemberî van êriş û komkujiyan heta niha me YBŞ û civaka xwe ji bo Şengalek bi ewle û jiyaneke azad bi hezaran  berdelên giranbûha daye. Têkoşîna van şehîdên me yên mezin îro pir eşkere dide nîşandayîn ku ji bo parastina axa Şengal, Iraq û hemû pêkhateyên herêmê ji herdemî em amadetirin. Di vê oxirê de jî çi berdêl û têkoşîn pêwîst bike di her astê de ji bo dayînê em ê xwe nedin paş. Çawa ku şehîdên me canê xwe bi fedaiyane kirin sîper û têkoşiyan, berxwedan û rê nedan dagirkirina axa herêmê, em jî îro bi heman fedaîtî û têkoşeriyê wê rê nedin tû dagirkeriyê. Em YBŞ ku dibin hêza parastina civaka xwe, bi civaka xwe ve emê hemû proje û leyîstokên qirêj yên hêzên dagirkeriyê vale derxînîn, xeyalên dijmin di paxila wan de bihêlin. Yên difikirin ku em ê li hemberî van êrişên qirêj de gav paş de biavêjin, pêwîste vê yekê baş bizanibin; hêrsa me ya tolhildanê her roja derbas bibe wê mezintir bibe û têkoşîna şehîdên me dewrî me kirine em ê bi serkeftinê ve tacîdar bikin. Yên ku dest dirêjiyê li nirxên me ên ku bi xwîna sedan şehîdên me hatine afirandin bike lazime hertiştî jî hesap bikin. Ji ber ku em ewên soz dane şehîdên xwe ne, em ewên xwe spartine hêza xwe ya cewherî ne û em hêzekê parêzvanên civaka xwe ne. Em xwedî wê hêzê ne ku wan dest dirêjiyan qût bikin. Em fedaiyên ax, pîrozî, bawerî, çand, dîrok û hemû nirxên xwe ne. Em YBŞ xwediyê wê hêzêne ku civaka xwe ji hemû êrişan biparêzin û em di serdema wê hêza xwe de ne.

Bi yekitiyê divê em Xweseriya Demokratîk a Şengalê xurt bikin

Ji bo wê jî lazime hemû civaka me bi hêztir xwedî li nirxên xwe derbikevin, tifaqa xwe mezintir bikin li kêleka hêza xwe ya parastinê bi îradeyeke mezintir cih bigirin. Li ser vî esasî lazime têkoşîna xwe bi mezintir berdewam bikin, di nava her qadê de têkoşîna xwe ya parastina cewherî de cih bigirin. Bi vê yekê Xweseriya Demokratik a Şengalê xurt bikin. Kes û malbatên me yên ku di wan zîndanên dorpêçkirî de dijin lazime êdî werin ser axa xwe ya pîroz di avakirina nû de avakirina Şengalê de cihê xwe bigirin û li ser axa pîroz jiyaneke azad bi hevre em bi afirînin.

Di vê wate û bingehî de em tevahiya pakrewanên xwe yên azadiyê bi hemû minnet û rêzdariyên xwe ve bibîrtînîn û bejna xwe li beramberî bîranînên wan ditewînin. Em ê heyanî dilopa xwîna xwe ya dawiyê bibin şopdarê şehîdên xwe, xeyal û armancên wan em ê demildest pêk bînin. Soza me ya ji bo şehîdên me serkeftin, azadî û mezinkirina îradeya gelê me ye.”

NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button