Asayîşa Êzdîxanê bû hêviya veger û parastina gel 

Piştî fermanê bi avabûna hêzên parastina cewherî yên Şengalê re 200 hezar kes vegeriyan ser axa xwe. Di nav 6 salên dawî de ji bo tunekirina Asayîşa Êzîdxanê gelek plan ketin meriyete lê parêzvanên Êzîdxanê bi berxwedana xwe bûn hêviya veger û parastina gel.

Piştî tevahiya Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê hate paqijkirin, êdî civaka Êzidî ya ji ber şûrê fermanê xwe rizgarkiribûn, berê xwe dane ser axa bav û kalên xwe û li malên xwe vegeriyan. Li herêmê tu hêzekî ewlekarî nebû ku parastina vê civakê bike û bi pirsgirêkên wan ên hundirîn re elaqedar bibe. Her wiha di hemû aliyan de ji qada siyasî heya civakî, parastin, çand û huner, jin û ciwan û heya qada aboriyê  valahiyeke mezin hebû loma civaka Êzidî di demekî kurt de ev valahî dagirtin û tevahiya saziyên xwe di bin sîstema netewa demokratîk de dane avakirin ku yek ji lingê esasî jî parastina hundirîn bû.

Li ser vî esasî Rêveberiya Xweser a Şengalê, di 14’ê Tîrmeha 2016’an de ji bo ewlekariya hundirîn di bin navê Asayîşa Êzdîxanê de hêzeke nû damezirand. Bi avabûna vê hêza Asayîşê re bi sedan ciwanên Êzidî berê xwe dan nav refên asayîşê û cihê xwe di pêkanîna ewlehiya herêma xwe de girtin. Di serî de li Xanesorê, Asayîşa Êzdîxanê ji bo cara yekemîn li ser rêya sereke ku derbasî Xanesorê dibe dest bi erka xwe ya dîrokî kirin. Ev jî dibe cara yekemîn ku civaka Êzidî ji bo ewlehiya herêmên xwe tên erkdarkirin. Gelên herêmê ku ji nav zextên PDK’ê xilas dibûn, bi avakirina vê hêzê re kêfxweşbûn. Bi taybet piştî avakirina hêza Asayîşê her ku diçû hejmara kesên ku vedigeriyan Şengalê jî zêde dibû.

Berxwedana Xanesorê û Asayîşa Êzdîxanê

Di dema avakirina Asayîşê de ku ciwanan ref bi ref berê xwe didan nava vê hêzê û sîstema PDK’ê bê bandor dibû, dest bi pilana tunekirina Asayîşê hate kirin, li ser vî esasî PDK’ê di 2017’an de bi rêya çeteyên xwe ve êrîş birin ser Xanesorê ku ev herêm di bin ewlekariya hêzên Asayîşa Êzdîxanê de bû.  Ruxmê ku ciwanên Êzidî di aliyê parastina rewa de gavên despêkê davêtin, car din jî bersiva êrîşên çeteyên bi navê ‘Pêşmergeyên Roj’ a PDK’ê dan û rê nedan ku komên navborî derbasî Xanesorê bibin. Vê bersivdayîna Asayîşê moral û hêzekî mezin da civaka Êzidî û hêza Asayîşê, loma gel hîn zêdetir berê xwe dan hêza xwe û li dora Asayîşê kom bûn. Pilana PDK’ê ya tasfiyekirina Asayîşê hate pûçkirin ev hêz hê jî mezintir bû.

Vegera gel û erka parastina wan

Piştî ku xelk vegeriyan ser malên xwe li Duhola, Borik, Sinûnê û tevahiya Şengalê hêzên Asayîşa Êzdîxanê xwe berfirehkirin û parastina malên vedigeriyan kirin. Ji ber ku li herêmê hêzên PDK’ê jî hebûn gelek caran pêşmergeyan alozî derdixistin û dixwestin bi şerê taybet hêzên Asayîşa Êzdîxanê reş bikin. Lê dema di 16’ê Cotmeha 2017’an de pêşmerge ji herêmên wekî Kerkûk û Mexmûr vekişiyan ku ev herêm diketin çarçoweya madeya 140, çawa di 2014’an de ji ber çeteyên DAIŞ’ê vekişiyan û civaka Êzidî bi qirkirinê re rûbirû hiştin, vê carê jî ji ber hêzên Heşda Şabî pêşmergeyên xwe ji Şengalê vekişandin.

200 hezar kes bi baweriya hêzên parastinê vegeriyan

Ji ber ku Asayîşa Êzdîxanê ji zarokên civakê pêk dihat, ji tu hêzî re dest nedanîn û biryara parastina herêmê dan. Di vê demê de tevahiya Şengalê kete bin kontrola Asayîşa Êzdîxanê, her wiha YBŞ û YJŞ’ê jî li ser sînoran xwe bicihkirin û herêm parastin. Piştî ku Rêveberiya Xweser gihîşt wê astê ku dikare di her milî de herêmê birêve bibe, bi daxuyaniyekê banga vegera gel kir û li ser vî esasî komîteya pêşwazîkirina koçberan da avakirin. Ev komîte bi malên vedigeriyan Şengalê re eleqedar dibû. Bi saya Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên parastinê, di nava 8 salan de ruxmî astengiyên ji aliyên PDK’ê ve li ber vegera Şengaliyan jî, 200 hezar kes vegeriyan Şengalê.

Peymana 9’ê Cotmehê û plana li ser Asayîşê

Ji bo rê li ber vegera Şengalê û avakirina pergala rêveberiya Xweser bigire, vê carê jî dewleta Tirk a dagirker dest bi êrîşên li ser Şengalê kir. Lê gelê Êzidî wek bersivdayîna van êrîşan vegera xwe bihêztirkir. Piştî Mistefa Kazimî ku kesekî nêzî Erdogan e û civaka Êzidî jî wî kesekî li dijî xwe dibîne, hate ser destihilatê pilana tasfiyekirina Rêveberiya Xweser û tevî hêzên wê yên parastinê danîn. Li ser vî esasî di 9’ê Cotmeha 2020’an de peymanek ji aliyê Dewleta Tirk, PDK û Kazimî ve hate îmzakirin. Di vê peymana ku îradeya Êzdiyan nehate esasgirtin de, tevahiya destkeftiyên Êzidiyan dihatin jinavbirin.

Konê berxwedanê û parastina Asayîşa Êzidxanê

Li hemberî vê peymanê tevahiya civaka Êzidî û pêkhateyên din ên Şengalê jî rabûn ser piyan û heya astekê rê li ber pêkanîna peymanê hate girtin. Di serî de de di çarçoweya pêkanîna bendên peymanê de dest avêtin Asayîşa Êzdîxanê û gef li Asayîşê hate kirin ku di 1’ê Kanûnê de navendên xwe vala bikin eger na ew dê bi hêzê asayîşê derxin. Li ser banga Rêveberiya Xweser a Şengalê, li tevahiya navendên Asayîşê gel kombûn li dijî gefa tunekirina Asayîşê li ber xwe dan.

Di 2’yê Kanûna 2020’an de li ber navenda asayîşê ya li bajarê Şengalê kon hate vedan. Konê berxwedanê yê li ber Asayîşa Êzîdxanê 138 rojan berdewamkir. Di serî de dayîk û ciwai, hemû gelê Şengalê Asayîş bi tenê nehiştin û bi şev û roj di nava berxwedanê de bûn. Piştî 138 rojan Desteya Rêvebir a Şengalê bi daxuyanyekê çalakiya konê berxwedanê bi dawîkir û got: “Ev pêvajo hinekî aram bûye, lê bi dawî nebûye. Em ê nobeta li ber Asayîşa Êzidxanê bidin rawestandin, lê wê kon li cihê xwe bimîne, dema were xwestin em ê dîsan nobeta xwe berdewam bikin.’’

Êrîşên dawî yên li ser hêzên parastina cewherî

Berxwedana gel ev plan têk biribû û hêzên Asayîşa Êzîdxanê karibûn hebûna xwe bidin îspatkirin, lê ev plana tasfîyekirinê her roj bi awayekî din hate meşandin. Gelek caran artêşa Iraqê dixwest êrîşî ser Asayîşê bikin lê ji ber ku Rêveberiya Xweser a Şengalê bi tedbîr nêzî mijarê dibû û ne dixwest bi Iraqê re bikeve nava şerekî, rê li ber aloziyan digirt. Heya ku di 18’ê Nîsana 2022’an de, dema civaka Êzidî xwe ji bo pêşwazîkirina Cejina Çarşema Serê Salê amade dikirin, artêşa Iraqê berê xwe da komelgeha Dugurê û êrîş bire ser nuqteyên Asayîşê. Li ser bersivdayîna Asayîşê şer derket, lê dîsa jî bi destwerdana Rêveberiya Xweser û Fermandariya YBŞ’ê, ev pirsgirêk bidawî bû. Di êvara heman   şevê de, xuyabû ku pilana artêşa hikûmeta Iraqê ne tenê Asayîş e belku tunekirina îradeya civaka Êzidî û tasfiyekirina destkeftiyên wan e. Bi vê armancê şeva 19’ê Nîsanê bi hêzeke mezin êrîş birin ser nuqteyên YBŞ’e û YJŞ’ê yên li gundê Sikêniyê, Heyalê, Medîban û Geliyê Şilo. Hêzên YBŞ û YJŞ’ê li vir bersiveke dijwar dan van êrîşan û artêşa Iraq neçar ma ku şer rawestîne.

Êrîş û plan jî berxwedan jî berdewam e

Ji ber ku yek ji xalên esasî ya Peymana 9’ê Cotmehê tasfîyekirina hêzên Asayîşa Êzîdxanê ye, hikumeta Kazimî û PDK’ê dest ji vê planê bernadin. Li ser vê esasê piştî Cejna Çarşema Serê Nîsanê, artêşa hikumeta Kazimî car din dest bi liv û tevgera xwe ya leşkerî kir û bi sedan tank û topên xwe sewqî Şengalê kirin. Di 2’yê Gulanê de artêşa Iraqê xwest van tank û topan ji aliyê rêya Tirbika ya li nahiya Sinûnê re derbasî nava Sinûnê û Dugurê bike. Li ser vê yekê şerekî giran derket û rê li ber pêşketina hêzên Iraqê hate girtin. Di encama şer de şervanê YBŞ’ê yê bi navê Şervan Êzdîxan şehîd ket. Di saetên êvarê de li ser daxwaza artêşa Iraqê şer hate sekinandin û beşek ji hêzên xwe paş de kişandin.

Di nav van 6 salên dawî de pilanên li ser Asayîşa Êzîdxanê tu carî kêm nebûne lê her wiha bexwedana asayîşê û gelê Şengalê jî neşikestiye. Di rewşa heyî de her çiqas ji bo çareserkirina pirsgirêkan hewldan hebin jî, gef û zextên li ser hêzên parastina cewherî yên Şengalê berdewam e. Lê civaka Êzidî êdî baş dizane ku eger hêza xwe parastinê nebe wê fermanên nû bi ser de werin. Loma çi dibe bila bibe wê berxwedana Asayîşa Êzîdxanê berdewam be.

ROJNEWS-İBRAHİM ÊZDÎN

Show More
Back to top button